Beşek ji belgenameyên nehênî yên Dezgeha Îstîxbarata Amerîkayê CIAyê de behsa gelê kurd, şoreşên kurdan û pêwendiyên serkirdeyên kurd ên ligel welatên herêmê tê kirin.
Belgenameyên CIAyê 13 milyon rûpel in û piştî biyara eşkerekirinê ew derbasî ser sîstema dijital kirine. Beşek ji wan belgeyan bi awayek kaxiz di Arşîva Nîştîmanî ya Amerîkayê de jî bidest dikevin.
Barzanî di bin çavdêriyê de ye
Li gorî belgenameyekî CIAyê ya dîroka wî 11ê Tîrmeha 1950 ye, roja 24ê Gulana heman salê, Mele Mistefa Barzanî li gel hinek serkirdeyên kurd civînekî saz dike. Belgename diyar dike, ku civîn li cihekê ser sînorê Îran û Iraqê pêk hatiye lê di belgenameyê de cihê civînê û hejmara kesên beşdarê civînê bûne hatine reşkirin.
Belgename amaje dike, ku civîn li ser gotûbêjkirina derfetên hevgirtina kurdên Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê û herwiha damezrandina dewletekî serbixwe, hatiye sazkirin. Di belgenameya nehênî de tê gotin, ku roja 25ê Gûlana heman salê, Mele Mistefa Barzanî li Bakuyê li gel 3 kesan civînek pêk aniye û ew kes spartine, ku herin Kurdistana Iraq, Tirkiye û Sûriyê propaganda belav bikin. Lê navê van kesan nehatiye destnîşankirin.
Di raporê de navê çavkaniyên zanyariyan jî hatine reşkirin û hatiye gotin; “Li gorî çavkaniyê me Mele Mistefa Barzanî niha li Bakûyê ye.”
Di raporekî din ê di meha Mijdara heman salê de hatiye hatiye nivîsandin û behsa wê yekê tê kirin, ku hikûmeta Iraqê fermanek derxistiye. Li gorî vê fermanê eşîretên Herkî, Sûrçî, Şêrwanî û Mizûrî ji çiyyan bînin xwarê û li navçeyên nêzîkî Diyana, wate 3 mîl li bakûrê Rewandûzê bên nîştecîhkirin.
Li gorî raporê armanca hikûmeta Iraqê di vê fermanê de ew e bûye, hikûmet bikare sîxoriyê li ser wan bike û Mele Mistefa Barzanî nekare bi hêsanî pêwendiyê bi serokên van eşîran re dayne.
Li Ermenîstanê damezrandina artêşekî kurdî
Di nav raporan de belgenameyekî nihênî dikeve berçav, ku mehek beriya rapora berî hatiye şandin. Rapor di 20ê Mijdara 1950yê hatiye şandin û di raporê de tê gotin; “Mele Mistefa Barzanî li Ermenîstanê mijûlî avakirina artêşekî kurd î ye. Fermandarên vê artêşê jî ji 22 fermandarên kevin ên Artêşa Iraqê û hinek şêwirmendên Sovyetê pêk tên.”
Di belgenameyê de navê çend ji wan fermandaran jî hatiye eşkerekirin, ji wan; Raid Ezîz Mihemed ku di belgeyan de tê gotin şêwirmendê sereke yê Mistefa Barzanî ye û berî jî li Mûsilê di nav hêzên leşkerî yê Iraqê de bûye. Kaptan Ebas Hemîd beriya niha li Baregaha Serbazî ya Iraqê ya li Silêmaniyê bûye. Raid Sedîq Bekir jî heman awayî li Baregaha Serbazî ya Iraqê ya li Silêmaniyê bûye. Mûlazim Dawûd Mehmûd, Mûlazim Seîd Hejar, Mûlazin Cefer Fexrî Dendûk.
Di belgenameyan de tê gotin, ku Yekîtiya Sovyekê li navçeyekê Iraqê hinek çek dane Barzaniyan lê navê vê navçeyê hatiye reşkirin. Herwiha tê gotin, ku Mele Mistefa Barzanî Raid Bekir Şûkrî şandiye herêma Barzanê da ku Ii dijî hikûmeta Iraqê serhildanekî bide destpêkirin. Herwiha heta 20ê Îlona 1950yê jî Artêşa Iraqê li pey Raid Şûkrî Bekir de bûye da ku bigre.
Di belgenameyekê din de ku dîroka 5ê Tîrmeha 1951ê li ser e, amaje bi damezrandina hêza komandoyî ya kurd û ermeniyan tê kirin. Cihê rêxistin, perwerde û rahênana hêzên kurdî li nêzîkî Çiyayê Agirî ye û kampa hêzên ermeniyan jî li Yerîvana paytexta Ermenîstanê ye.
Di belgenayan de tê gotin, ku serpereştê kampa hêzên kurdî Aleksandir Sadiyev anku Sadzabayev e. Pêwendiyên nêzîk ên Sadiyev û Mele Mistefa Barzanî û Bakûyê hene. Di belgenameyan de tê gotin hinek fermanên nehênî ji bo wergirtina çekdaran û veguhestina wan a herêmên kurdî û ermeniyan li Rojhilata Navîn hatine şandin.
Yekîtiya Sovyet û dewleta kurdî
Di raporekî din ê CIAyê de, ku dîroka 5ê Îlona 1950yê li ser e, piştras dike çalakiyên hêzên nasyonalîstên kurd ji aliyê Yekîtiya Sovyetê vet ê piştgirîkirin.
Rapor dibêje; “Piştgîrî û handana rûdan a ji bo çalakiyên wiha di nav 3 mehên derbasbûyî de zêdetir bûne.” Di raporê de tê gotin, Yekîtiya Sovyetê kurdan handide da ku dewleta xwe ya serbixwe damezrînin.
Çûna Mele Mistefa ya Beyrûtê
Di beşekê din ê raporan de hatiye gotin, “Mistefa Barzanî ji bo şêwirînê çûye Moskowê û paşî derbasî Beyrûtê bûye, li wir jî ligel hinek berpirsên kurd ên di nav Artêşa Sûriyê de pêwendî daniye. Di raporê de tê gotin kurdên li Şamê mijûlê pêkanîna hêzekî partîzanî û komkirina xwebexşan in da ku ji bo Kurdistanekî serbixwe şer bikin, herwiha kurdên komûnîst ên li Iraqê jî çekan dikirin.
Raporên CIAyê cih dide nûçeyên Radyoya Demokratên Komarî yê Azarbaycanê ya debarê kurdan ku dibêje; “kurdan hêzên partîzanî ava kirine. Ev hêz dibin beşek ji şoreşa çekdarî ya neteweyî ya kurd.”
Di nûçeyek din de jî tê gotin; “Gotûbêj li ser hizra Kurdistana serbixwe hatiye kirin û endamên Partiya Demokrata Kurdistanê hatine agahdarkirin, ku xwe ji bo tevgerekî leşkerî ya li dijî emperyalîstan amade bikin.”
Di vê belgenameya 11 rûpelî de hatiye diyarkirin, hêzên kurdî li Nexçîvanê, li nêzîkî sînorê Sovyet, Îran û Tirkiyê perwerde dibînin. Weke diyar dibe ev hêzên kurdî dikarin bêyî pirsgirêk ligel eşîretên kurdan ên li Îran, Trikiye û Sûriyê hevdîtinan bikin. Herwiha Mele Mistefa Barzanî ligel 500 heta 700 kurdên Barzanî, bi piştgirî û alîkariya Sovyetan amadekarî dikin ku li Îran û Iraqê dest bi tevgerekî din bikin.
Komara Kurdistanê ya Mahabadê
Di 3 belgenameyan de behsa tevgerên Rûsyayê yên li ser sînorê bakûrê rojavayê Îranê tê kirin. Belgenameyek di 25ê Tîrmeha 1946ê de derketiye û tê gotin ku hêzên kurdî ji bo kontrolkirina herêmên Azerbeycana Îranê êrîşan dikin.
Di raporê de “Komara Mahabadê” weke komarekî nû ji dayikbûyî tê binavkirin û tê diyar kirin, ku ji ber pêşveçûna hêzên kurdî morale demokratên azerî pir ketiye. Generalekî Îranî jî dibêje; “Dibe Sovyet êdî piştgirî nede demokratên azerî û bide kurdan.”
Belgenameya 20ê Adara 1946ê jî behsa helwesta Tirkiyê ya li hember tevgera Artêşa Sovyetê ya li ser sînorê bakûrê Îranê dike.
Di belgenameya du rûpelî de tê gotin; “Yekîtiya Sovyetê dixwaze Kurdistana otonom ava bike. Medya sovyetê jî amajeya vê propagandayê dike. Li gorî Balyozxaneya Amerîkayê li Enqerê, berpirsên wezareta derve ya Tirkiyê di wê baweriyê de ne, Artêşa Sovyetê ji bo piştgiriya tevgerên kurdî yên Iraqê hatiye bakûrê Îranê, ne ku ji bo şerê li dijî Tirkiyê.”
Pirgirêka kurd û azeriyên Îranê
Dezgeha Îstîxbarata Amerîkayê di belgenameyekî de behsa nerazîbûna desthilata Komara Mahabadê ya ji rêveberiya Yekîtiya Sovyetê dike.
Belgenameyekî ku di Nîsana 1946ê de hatiye amadekirin, amaje bi wê yekê dike, “Desthilatdarên Komara Kurdistanê hest pê dikin, ku Yekîtiya Sovyetê ew bê hêvî kirine.”
Li gorî vê belgenameyê Sovyetê ji serkirdeyên kurd re gotiye; “Ya yekemîn me navê di navbera kurdan û azeriyan de ti pirsgirêk derbikevin. Ya duyemîn jî divê ew herêmên nîv kurd û nîv azerîne divê bi hevbeşî bên birêvebirin.
Rapor li ser zarê berpirsekî kurd eşkere dike; “Sovyetê hemû tişt daye azeriyan, tang, top û çekên giran daye wan lê tenê tifing daye kurdan û ev tişt ji bo wan reva dîtiye.”
Di heman dokûmanan de behsa rêkeftina di navbera Komara Kurdistanê û Azerbaycanê tê kirin û tê gotin; “Kurd jî dixwazin herweke azeriyan di çarçoveya Îranê de bibin xwediyê desthilata xwebirêvebirinê.”
Di raporê de amaje bi wê yekê tê kirin, ku ti danûstandinek di navbera kurdan û hikûmeta navendî ya Îranê de nehatiye pêşniyarkirin lê şanda azeriyan ji bo danûstanina ligel serokwezîrê wê demê yê Îranê Ehmed Qewam çûne Tehranê. Eger Qewam li ser soza xwe ya demokratîkbûnê bisekine hingî dê pirsgirêka kurd jî li Îranê çareser bibe.
Sêyemîn belge jî di Tebaxa 1946ê de, wate 4 meh beriya hilweşandina Komara Kurdistanê derketiye.
Di vê belgeyê de Serokwezîrê Îranê Ehmed Qewam ji Balyozê Amerîkayê re dibêje; “Di hevdîtinên vê care de dê li hember azeriyan helwesteke tund bê girtin. Eger danûstandin negihiştine encamê wê demê Îran neçar e li hember wan hêz bikar bîne û Azerbaycanê vegerîne ser axa Îranê.
Piştî rêkeftina Sovyet, Îran û welatên rojava, hêzên Îranê beriya hilweşandina Komara Demokratîk a Azerbaycanê, di nîvê meha Kanûnê de hatine nav bajarê Mahabadê.
Kurdên Îran û Sûriyê
Di raporekî 28ê Mijdara 1946ê de behsa pêwendiyên navbera kurdên Îran û Sûriyê (Rojhilta û Rojava) tê kirin û tê gotin, ku bi rêya çiyayan di navbera kurdên Sûriyê û Îranê de hatin çûnên nehênî tên kirin.
Di raporê de hatiye gotin, ji bilî çek û teqemeniyan, her du alî ji bo hev nameyan dişînin. Piraniya van nameyan bi farisî ne, derbarê rewşa kurdan e û li ser rêya kurdên Tirkiyê digihe herdu aliyan.
Kirîstiyanên li Kurdistanê û dewleta kurdî
Di beşekî din ê belgenameyan de behsa wê yekê hatiye kirin, serkirdeyê kildaniyên Sûriyê Ezîz Axayê Yeqûb geşbîn e, ku dê ji kelepçeya mislimanan (wate desthilata ereban) rizgar bibe. Ezîz Axa dibêje; “Yekîtiya Sovyetê dê di bahara 1947ê de dewleta kurdî ava bike û ev dewlet dê beşek ji axa bakûrê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) jî bigre navxwe.”
Di belgenameyan de navê du kesayetên kurd ên Başûrê Kurdistanê yên bi navê Ebûd Axayê Kûşmûlî û Elî Axayê Kakexan jî tê kirin.
Kesayetê navdarê kurd Ebûd Axayê Kûşmûlî yê Mûsilê gotiye; “Rewşa Mele Mistefa li bakûrê Îranê pir baş e, bûye paşa. Tehsîn Eyûnî yê ji Kerkûkê hewl dide pêwendiyê di navbera tevgerên kurd ên li Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye, Lûbnan û Rûsyayê de saz bike. Temenê Tehsîn 50 sal e û li Stenbolê xendiye, zimanê kurdî, erebî, îngîlîzî, fransizî û almanî dizane.”
Şoreşek bi piştgiriya “zilamê simbêl fîşek”
Weke ku di belgenameyan de eşkere dibe, Elî Axa Kakexanê axayê herêma Hewlêrê derbarê serkeftina doza kurd û guhertinên li Rohhilata Navîn de bir bi bawer bûye.
Elî Axa wê demê gotiye; “Bila kurd xwe baş birêxistin bikin. Çimkî dê di bahara pêş me de (bahara 1947ê) bûyerekî mezin çêbibe. Me carekî li hember Brîtanyayê û carekê jî li dijî Iraqê raperîn kir. Lê em vê care ne bi tenê ne. Vê carê “zilamê simbêl fîşek” wate Josef Stalîn (Serokê wê demê yê Sovyetê) li piştî me ye.
Kana misê (paxir-sifir) û serxwebûna Kuridstanê
Roja 25ê Sibata 1949ê Ajansa Îstîxbarata Amerîkayê raporek parve kir, ku tê de behsa peydakirina kaneke mezin a misê anku sifirê li Başûrê Kurdistanê dihate kirin. Di raporê de hate gotin, ku tîmekê jeologên brîtanî 40 mîl dûrê Silêmaniyê û 2 mîl nêzîkî sînorê Îranê kanekê misê peyda kirine.
Lê mijar tenê weke mijareke zanistî û aborî nema. Çimkî li gorî raporê hikûmeta Iraqê bi lezûbez pêwendî bi wan jeologan re daniye da ku derbarê vê kanê û dewlemendiya madenên li herêmê de ti zanyariyan eşkere nekin.
Rapor amaje bi wê yekê dike, ku hikûmeta Iraqê ji wê yekê tirsiyaye kurd sûdê ji van çavkaniyên dewlemend ên xwezayî werbigin û vê yekê bikin sedema damezrandina dewletekî serbixwe. Hikûmeta Iraqê ji vê yekê jî nîgeran bûye, ku eger kurd ji hebûna vê kanê agahdar bin dê vê yekê weke propaganda ji bo berjweendiyên xwe bikar bînin.
Çarenivîsa diyariyên Mistefa Barzanî
Weke ku di beşekê belgenameyên CIAyê de amaje pê tê kirin, diyariyên ku Mele Mistefa Barzanî daye wezîrê derve yê Amerîkayê yê wê demê Henry Kissinger, di medya vî welatî de gelek deng vedaye. Berpirsên Amerîkayê li ser vê diyariyê daxuyaniyên cuda dane.
Di belgenameyekê cuda de derdikeve, ku Barzanî di du demên cuda de du diyarî dane Kissenger û hevjîna wî. Yekemîn car di Sibata 1974ê de ferşekî biçûk ê esfehanî weke nîşana rêzgirtinê ji bo wezîrê derve Kissenger şandiye.
Diyariya duyemîn jî ristikek zêr bûye ku bi hinek morikan hatiye nexişandin. Li gorî dokûmentên Dîwana Tomarî ya Kelûpelan a Wezareta Derve ya Amerîkayê, diyariya duyemîn di Nîsana 1974ê de ji bo merasîma zemawend û daweta Kissenger û hevjîna wî hatiye şandin. Li gorî Dîwana Tomarî ya Kelûpelan a Wezareta Derve ya Amerîkayê nirxê her du diyariyan kêmtirî 50 dolarên amerîkî ye.
Di vê belgenameyê de nameya Barzanî ya ji Kissenger re nivîsandiye, li ser diyariya dawetê hatiye danîn û name wiha hatiye nivîsandin:
Ji bo birêz Dr. Henry Kissenger
Hevalê min ê ezîz
Hêvîdar im vê diyariya me ya dawetê qebûl bikin. Ev diyarî bi destê kurdan hatine çêkirin. Li gel diyariyan jî daxwaza miradekî baş ji bo we û xanima Kissenger dikin. Herwiha hêvîdar in ku di jiyana xwe ya siyasî û derveyî siyasetê de serkeftî bin.
Ligêl rêzên min
Mistefa Barzanî
Helebce û helwesta Amerîkayê
Di belgenameyekê din de, ku dîroka 22ê Îlona 1988ê li ser e, behsa zêdebûna êrîşên artêşa Iraqê yên li ser kurdan li nêzîk sînrên Tirkiyê tê kirin. Di raporê de pêbînî tê kirin, di rojên pêş de Iraq li ser sînorê Îranê jî êrîşî kurdan bike.
Di vê belgenameyê de xala balkêş ew e, ku bi tevê piştraskirina nûçeyên bikaranîna çekên kîmyeyî ji aliyê rejîma Baas ve, hatiye gotin “nayê zanîn ka êrîş çiqas berfireh in.” herwiha tekez hatiye kirin, ku rejîma Baas li dijî kurdan “jenasodê” nake. Ev belgename dibêje, cezayên aborî yên Amerîkayê yên li dijî Iraqê bandore li ser siyaseta hikûmeta Iraqê ya li hember kurdan û bikaranîna çekîn kîmyeyî nake.
Li gorî raporekî meha Mijdara 1988ê yê govara Foren Polîs a amerîkî, Komîsyona Pêwendiyên Derve yê Civata Pîran û Civata Nûnerên Amerîkayê ji ber derengmayîna raporan nekarîne projeya biryara cezayên atomî ya li dijî rejîma Baas amade dikin.
Li gorî rapora govara amerîkî, Wezareta Derve yê Amerîkayê bi ti awayî ligel wê yekê nebûye ku cezayê aborî bi ser Iraqê de bê sepandin.
Wê demê yek ji berpirsê pilebilind ê Amerîkayê ragihandiye, “Em di xuleka dawiyê de ji nav çirava vê proje yasayê derketin.”
Pêşbîniyên Amerîkayê yên ji bo rewşa Iraq û Kurdistanê
Belgenameyekî Ajansa Îstîxbarata Amerîkayê, ku 2 meh beriya hilweşandina rejîma Sadam, di Çileya 2003ê de hatiye amadekirin, pêşbînî li ser deshilata siyasî ya piştî Sadam û perçebûna Iraqê hatiye kirin.
Ev rapora 45 rûpelî li ser daxwaza Wezreta Derve ya Amerîkayê hatiye amadekirin û tê gotin desthilateke bihêz ê navendî nikare li Iraqê bi awayek dadperwerane hikûm bike.
Di raporê de herwiha tê diyarkirin, “Dibe di Iraqê de girjî, nakokî û aloziya civakî derbikeve lê nayê hêvîkirin, ku Iraq perçe bibe.”
Ji bo vê yekê jî du sedem tên destnîşankirin. Ya yekemîn ew e, ku iraqî xwediyê têgihiştineke wisa ne, bi serbilindî dibêjin ew cudahiya etnîkî û olî nakin. Ya duyemîn jî ew e, ku alternatîfa dabeşkirina Iraqê dixe pêşiya aliyan, ne alternatîfên balkêş in.
Ji lewra jî rapor pêşbînî dike, piştî hilweşandina rejîma Sadam dê kurd pabendê yekparçebûna xaka Iraqekî federe bibin.
Di beşekê raporê de di bin navê “Bijardeyên Kurdan” de behsa 4 egeran tê kirin û tê gotin, ku dibe helwesta kurdan ya piştî Sadam wiha be:
Yekemîn: Kurd nakokiyên di navbera şîe û suneyên ereb bikole û bi rêya vê yekê êrîşên serbazî bibe ser navçe û saziyên giring û bidest bixe.
Li gorî raporê dibe çavê kurdan li navçeyên bi petrol ên Kerkûk û Mûsilê be. Herwiha kurd mijara van navçeyan bixe nav rêkeftina xwe ya ligel hikûmeta Bexdayê. CIA pêşniyar dike da ku Amerîka wate hêzên hevpeymanan pêşiya vê gavê bigre.
Duyemîn: Metirsiya duyemîn şandina erebane ji bo Kerkûk û Mûsilê. Rapor pêşbînî dike, ku piştî çûna Sadam dibe kurd û tirkmen mal û milkên xwe ji ereban werbigrin. Ev yek jî bibe sedema bûyerên tundiyê.
Sêyemîn: Rapor bale dikişe ser nakokiyên nav bera partiyên kurdî û dibêje; “Dibe hê jî rik û kerb di navbera partiyên kurdî de mabe.” Di raporê de tê gotin, dibe ev nakokî bibe sedem ku kurd bi awayên cuda ligel hikûmeta nû danûstandinan bikin û bibin xwedan siyasetên cuda.
Çaremîn: Di raporê de behsa hêzên çekdar ên kurd tê kirin û tê pêşbînîkirin, ku ev hêz piştî Sadam jî dest ji çekan bernedin û neçin bin desthilata yasayên Iraqê.