Xwendevanên hêjâ, du hefte berê, ango di roja 15’yê Tîrmehê, di navbera artêşa xwînrij, a Roma reş û alîgirên Serokkomarê wê dewleta zalim Recep Tayyîp Erdoxan da şekek, ango darbek leşkerî pêkhat, şerekî bi xwînî destpêbû û di vî şerî da li herdu alîyan bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn, bi hezaran kes jî hatin girtin, ketin zîndan û girtîxanan. Ango di wî şerê qirêj, paşverû û xwînmijên Ola Îslamê da, ê ku serket, kawê wî bi şehk hat, bê guman, devşîrme nevîyê Gurcê Ortodoks, Recep Tayyîp Erdoxan bû. Di wî şerê jibo Ola Îslamê û mafê desthiladarîyê û paldanka nermik, wekî pembû û pûrtê kew û kevokan, bi hezaran kes jî ji kar û baran hatin dûrxistin, welat ket navçeyek dijwar û kaotîk. Ango gurên gewr, ên Asya navîn û ên çolistana Ereban, ên ku Ola Îslamê ew kedî kirine, ketin xirika hev, lê gurên serkeftî ên kudîyên dêlegura nav Asena bûn, lê serkeftina wan gurên gewr heya çi wextê dom dike ez nizanim. Ji ber ku ez ne mirovekî şîrovekarê van karan û ramyarîyê me. Şîrovekarê bûyerên usa û ên ramyarîya cîhanê bi hezaran in. Ji ber vê yekê, ez nikaribim têkevim nav kar û barên ramyarî û şîrovekarîya gelşa şek û derbên leşkerî.
Ango hişê min nagîhîje kar û barê zalim, şeytan û kendxwarên vê cîhanê. Ji ber ku ew di zanîngeh û enstîtuyên şeytanan da dixwînin, fêre her karê xirab û kuştina mirov û hemû jîndaran dibin. Ezê kesîb û
reben di derîyê wan sazîyan da neketme hundur, nizanim ew li kuderêne. Ez di kozikan da mezin bûme, mamosteyê min jî dê û bavê min û gundîyên min bûn. Wan ji me biçûkan ra çîrok digotin, ji me ra qal û behsa biratî û yekîtîya biran dikirin. Di hişê wan da biratî cîyekî evrar û pîroz bû. Her bav û dayîkekî ji kurên xwe ra: “Eman, eman em ji we ra bibin gorî, hevdu hez bikin. Di nav xwe da şer nekin. Li hember hemû dijminan çoyên xwe bi hevra rakin, ku hûn serkefîbin” digotin.
Belê, hemû gundîyan ji zarokên xwe ra usa digotin, şîret li wan dikirin.
Dîya min û bavê min jî her roj ji me heft biran ra: “Ji hevdu hez bikin, eman em gorî hevdu gez nekin, neêşînin, her dem li hember dijber û pozberên xwe çoyên xwe bi hev ra rakin, ku hûn çoyê dijberên xwe nexwin û neyên kuştin” digotin, bi rastî jî em li hember neyarên xwe yek laş bûn. Ji ber vê yekê jî gelek kes ji me ditirsîyan. Ji ber ku dizanîyan em xudan heft çoyan in. Di warê şûr û tifîngan da dîsa dijberên me li hember xwe heft şûr û heft tifîng pejn û hesab dikirin, bi hêsayî nedihatin ser me.
Belê bê derew, di warê bîrûbawerîyên jîyanek rêkûpêk da cîhana me heft biran cihê cihê bû, me her yekî rengek û jîyanek taybet hez dikir, her bûyerek li gor zanîn û hişê xwe dinirxand, lê li hember dijmin û
neyaran dîtin û cîhana me û bîrûbawerîyên me dibûn yek. Me di nav xwe da şer dikir, lê di pevçûnên dijberan da em hemû yek laş bûn. Ango çawa ku mezinan digot “Xwîn nabe av”. Bi rastî jî usa bû, ez bi xwe
govanê vê rastîyê me, lê sed mixabin ku îro xwîna biran, xwîna me Kurdan bûye avek şêlû.
Belê xwendevanên xoşewîst, ez çira van tiştan ji we ra dinivîsînim?
Gelo sedem çî ye?
Helbet sedemek girîng heye jibo vê gelşê, ku ez serê we diêşînim demê we yên hêja distînim.
Ez ji we ra bibêjim, sedem bi tevahî ne yekîtîya me Kurdan e. Min li jor got “Xwîna me bûye ava şêlû”. Em bi piranî ji dijminan ra yar, ji hev ra jî neyar in, ku hûn vê rewşê jî bi çavên xwe ve dibînin.
Ji ber vê yekê ye ku sernivîsa vê nivîsa min pirsek herî girîng e.
Ango Yekîtî Çawa Pêkbê?
Bê derew ez li piştî 1974’an vir ve, ango li Cemsera Başûr, li ser erdê Kîşwera nav Awistûralya di nav kar û barê civakî, Kurdwarî, ramyarî û komeletî da qase hêz û zanîna xwe kar dikim. Di vî welatê herî dûr î welatê min Kurdistan, çiqas ku ji dest min hatîye, min jibo yekîtîya biratî kar kirîye, lê sed mixabin ku ew yekîtîya ku dilê min dixwast û dixwaze jî pêk-nehat. Raymezinên me, me ji xwe ra bira, an jî esl Kurd, welatparêz nabînin. Çito dibînin? Xayîn, ajan, şîrikên dijmin û dijminên xwe.
Li welêt û li Awropa jî, jibo vê gelşê gelek caran hin Rêber û serokên hêzên Kurdistanî hatin cem hev, bi hev ra civîn, semîner, panel û konferans amade kirin, çend caran di nav xwe da cure cure xwedêgiravî
yekîtî saz kirin, lê jîyana wan yekîtîyan dirêj dom nekir, di hundur çend mehan da dev ji yekîtîyê berdan, dîsa wekî berî bûn dijê hev, parçe, parçe man, îro jî rewş li ber çavan e. Tas tasa berê, serşok serşoka berê.
Her çiqas ku bi saya Amêrîka, piştî şerê Kendavê û xurandina rejîma Saddamê xwînxwar li Başûrê Kurdistanê rewş pîçekî hatîye guhartin, li wir hemû sazîyên dewletekî çêbûne jî, lê sed heyf û mixabin ku li wir jî heya roja îro yekîtîyek biratî çênebûye, îstîkrarek rêkûpêk cî negirtîye, artêşek neteweyî nehatîye damezrandin. Karê çandinîyê tune bûye, cî û deştên ax-berdar gîsin û kotan nabînin. Ajalvanî gelek kêm
bûye. Mîrzayên me êdî pêz û dêwêr xwedî nakin. Dewlet ji karsazê gelek sazîyên wekî aşxane, firotgehên pertalan, kesên xudan gelek hebûn û malan, qesr û qonaxan hwd bacê nastîne. Gor ku dibêjin betalî,
gendelî, bertîl, neheqî, zor li ser kesîb û belangazên Kurd bûye jîyana rojane û bext; caşên wexta Saddam di gelek cîyan da şîyan girtinê dest xwe, Mesûd Barzanî jî bi tenê serê xwe nikare wan ji wê navçê û kar û barên şêlênkarî, dizî, bertîl û gendelîyê dûrxîne.
Belê, dîsa li wir serokê Tevgera Goran Mistefa Beg, keça Îbrahîm Ahmed Hero Xanim, ku ew sitîya Kurd ketîye dewsa mêrê xwe Celal Talananî, xwe wekî Şabanûya Îngîlîzistanê, wekî serokê YNK dihesibîne, li tev partîya Îslamî bi hev re bûne xulamên Faris û Ereban, li dijê QDP dijminatîya xwe didomînin, li pêş yekîtîya biratîya wî parçeyê azad û Serxwebûnê bûne bela û qeda, bûne dîwarekî hesin karên xwe dimeşînin. Li parçeyê Bakûrê jî vî karî PKK û serperîştên wê dikin. Evana dijê Dewletek Neteweyî ne. Wana hişê daxwazîya dewletbûyînê avêtine sepeta gemarê. Jibo wan mîyada dewletên neteweyî tijî bûye ev yek. A duwem, dewlet-bûyîn amraz û hacetekî pest û zilm û zorê ye dibêjin û li dij Serxwebûn û Dewletê derdikevin.
Hero Xanim tîpîk feodalek wekî dîya Ebû Sufyan Hînde, xewna kezeb xwarin û xwîn-vexwarina malbata Barzanî û tol standinek usa dibîne, lê kurê wê Kubat ku ew cîgirê Serokwezîrê wî parçeyê azad e, dengek jê dernakeve. Nabêje “Dayê dev ji dijminatîya mala Barzanî berde, ew rojana derbas bûn çûn, şerm e, eyîb e, pîçekî fedî bike, îro di nav piranîya gelên cîhan da tol standin û qesas girtin bûye şermek mezin. Divê tu îro hemû gelên Kîşwera qedîm a Awropa bînî ber çavên xwe, kûr û dûr, bihizirî û bifikirî, ku wana di mêj da bi mîlyonan hevdu kuştibûn, îro jî hemû bûne bira; di nav xwe da tixûb rakirine, kes ji nasname û pasaporta kesî nanêre, rewş bi tevahî hatîye guhartin, di cîyê dijminatîyê da, cîyê biratî û hevaltîyê cî girtîye. Ew hemû pirs û pirsgirekên xwe di nav şert û mercên biratî û demokratîk da çareser dikin. Em Kurd jî hemû bira ne, bextê me hemûyan yek e, em di bin lingê sê nijadên har da tên pelçiqandin, tên kuştin, divê em hemû
hêzên xwe li hember dijminên xwînrij û barbar bikin yek” nabêje. Ku dibêje jî em nabîhîsim……..
Belê, di vî warî da li her çar parçeyên Kurdistanê rewş usa ye. Bê derew hemû Serok û rêberên hêzên Kurdistanî -ji bilî Mesûd Barzanî- dijê hev in. Yek ji yekî hez nake. Ew dibêje “Ez” ê dî dibêje “Ez”. Ango her yek xwe Şah û Qiralekî Kurdistanê dihesibîne. Bi taybetî jî Serok û rêvebirên PKK ji bilî xwe qet kesekî naxwazin bibînin. Evana di destpêkê da, ango 39 sal berê, berî ku êrîş bidin ser dijmin, êrîş dan ser birayên xwe, bi hezaran bira kuştin, xwe kirin felatkarê Kurdistan; lê di rastîyê da bûn xwînrijên birayên xwe, wekî birayê Padîşahên Osmanî. Kurdistan jî bêtir bê Kurd hîştin.
Birayên delal gelek gelek balkêş e, ku hûn jî dibînin, di weşanan da dixwînin, ew kesên ku her roj û her dem qal û behsa yekîtîyê dikin, ew jî hemû Serok, Rêvebir û alîgirên PKK ne. Di devê wan da Yekîtî û
Demokrasî qet kêm nabe, lê bi rastî ew ne dizanin demokrasî çî ye, ne jî dizanin yekîtî çawa çêdibe û çawa pêk tê.
Xwendevanên hêja, di hemû kar û barê yekîtîya kes û hêzên ramyarî da şert û şûrt hene. Du kes wexta ku dixwazin bi hevra bibin şîrik, ango hevpar, karekî bikin, berî ku destpêka kar bikin li kêleka hev, yan jî li dor masekî rûdinin, pêvejo û dema ku di nav da dijîn, bi hişekî zelal ve hesab dikin, dinirxînin, wekî biran li hev dişêwirin, bi gengeşîyek dûr û dirêj ve şert û şûrt û mercên xwe pêdan dikin, rebaz û peymanekî dinivîsînin, dest-nivîsên xwe jî davêjin binê wê hevhatinê, dûra bi hev ra destpêka kar dikin.
Lê gelo hemû Serok û Rêvebirên hêzên Kurdistanê çi dikin?
Bi taybetî jî Serperîştên PKK?
Serokê PKK Avdila Ocalan, roja ku derket meydanê, cara yekemîn ji hemû heval û alîgirên xwe ra:”Dijminê yekemîn, Axa, Beg, Mîr, Şêx, Seîd û serokê hêzên Kurd, yên ku wekî me li cîhanê nanêrin, wekî me nahênijin divê ew li holê rabin” got û destpêka birakujîyê kir; bi hezaran Kurd da kuştin,dûra revîya çû Şamê, ket bin şîyana Hafiz Esad û birayê wî, li wir bi fermana wî, hevalên wî li Erûh’yê li hember hukma Roma reş tifîng teqandin, xwedêgiravî destpêka şerê Rizgarîya Kurdistan kirin, lê wî şerî mala gelê Kurd xirab kir; nêzî 6 mîlyon Kurd li ser erdê bav û kalan dûrket, Kurdistan vala, erdnîgarî jî tarûmar bû, bi deh
hezaran ve jî xort û keçên azeb cangorî bûn, hêj jî dibin.
Wî li Şamê ferman derxist, ji alîgir û mirûdên xwe ra şand Awropa û: “Divê hûn li wir Meclîsa Neteweyî a Kurdistanê damezrînin” got, heval û alîgirên wî yekser ketin nav kar û barê damezrandina Meclîsa Neteweyî, jibo vê gelşê nûçe li cîhanê belav kirin, li Rûsya yê, li Qazakistanê, li Kirgizistan û Azerbeycanê, li Amêrîka û li vir Awistûralya, di nav Kurdê van welatan da hilbijartin çêbûn, gelek kes bûn parlamenterê wê meclîsa totik. Li vî welatê ku ez ev e 47 sal in têda dijîm, du car hilbijartin çêbû. Cara yekem Kurdekî Dêrikê, cara duwem jî Kurdekî Gêxîyê bû parlamenterê wê meclîsa nav Meclîs (!) lê jîna wê meclîsê bû roj û danek, bû raz li holê rabû, çû kuderê kesek nezanî.
Belê heman usa, îcar dûra di meclîsa Tirkîye yê da hin bûyer qewimîn, ji ber wê yekê çend parlmenterên esl Kurd revîyan derketin çûn Awropa, vêca dîsa bi fermana Pêşeng Ocalan ve li wir “Parlamentoya Derveyîyê Welêt a Kurdistan Li Awropa” hat damezrandin, Yaşar Kaya yê dilovan jî kirin Serok. Li wir jî bi qîrîn qal û behsa yekîtîyê kirin, lê yekîtî, mêkîtî jibo gel dîsa bû xewn û demcam, lê ew peyvika di devê Apo î yan da qet kêm nebû, heya roja îro jî di devê wan da bûye benîşt dicûn, dûra pif dikin bi ziman dikin nepox, ango balon diteqînin, dengekî zişt û nexweş, bîhnek genî derdikeve holê, mirovan bêkêf dike.
Belê, xwendevanên hêja, yekîtî bi xoşmêjîyek usa ve çênabe. Ji ber ku min li jor got, şert û mercên yekîtîyê hene. Gelê Kurd bi yek rengî ve ne homojen e. Gelê Kurd wekî xasbaxçekî gulistan, kulîlkên reng bi rengîn e. Divê ev rengana dijê hev nebin. Bîhn û rengên hevdu hez bikin, bipejirînin. Yek ji yekî dî ra:”Ez ji te bêtir xweşik im, bîhna min ji ê te xweşiktir e” nebêje. Lê sed mixabin ku Apo î yên me bîhna xwe ji bîhna hemû kesan xweşiktir dibînin, xwe dikin gul, nêrgiz û binefşa bihişta olên Semawî û xwe li ser çîyayê Qafê da jî pejn dikin, li wir xwe wekî Xwedê dibînin, ji bilî xwe her kesî jî wekî torta lingên xwe dihesibînin, ku ev dîtin û tevger, ne tevgerek biratî û maqûl e. Ev hiş û tevger xeserek mezin dide Tevgera Rizgarîya Kurd û Kurdistanê. Ew dixwazin hemû hêzên Kurdistanî di bin sîwana wan da cî bigirin, hemû fermanan jî, ji wan bistînin, ku va daxwazî û karekî usa ne daxwazî û karekî baş e. Îro li cîhanê ji daxwazîyek usa ra “Daxwazîyek dîktatorî û faşîst” tê gotin, ku qet kesek sazûmanek dîktatorî û faşîst naxwaze.
Ango divê hemû kesên Kurd, hevdu Kurd û bira bibînin û ji hev ra rêzdar bin. Ji bilî Ola Îslamê, -ku ev Ol jibo gelê me yê kesîb û reben bûyê dijminê yekem- di her warî da rexneyê şaşîyên hevdu bikin jibo duristkirinê û rêyek rast û serkeftinê. Yek ji yekî dî xwe mezintir, zana û fîlozof nebîne. Divê her Kurd ji kesê zana, dirist û dilsoz ra rêzdar be, wî hez bike, ji xwe û ji gelê xwe ra rêşan bibîne. Lê de werin binêrin hemû Apo î yên me ne usa ne. Her yekî wan xwe wekî Albert Einsteîn zana, wekî Rustemê Zal jî pelewan dibîne û dihesibîne.
Vana li ku rûdinin rexneyê kesên ku wekî wan li cîhanê nanêrin dikin. Bi taybetî jî bûne dijminê Berrêz Mesûd Barzanî. Hemû alîgir û weşanên van li ser Mesûd Barzanî û Partîya wî QDP’ê verdişin, buxdanên wer davêjin ser Mesûd Barzanî, ku merov ecêb-mayî dimîne, bi navê wan fedî dike, şermezar dibe. Li gor wan Mesûd li pêş yekîtîya biratî û Kongreya Neteweyî asteng e, ew naxwaze Kongreya Neteweyî were
damezrandin. Lê bi rastîyê da ev derewek bi doçik e. Asteng, berî her partî û rêxistinek Kurd û Kurdistanî PKK, PYD, YNK û Goran e. YNK û Goran li dijê Serxwebûna Kurdistanê ne. Ew hevalê rejîma Xumeynî yê zalim û paşverû, Malîkî yê Şî î ne. PKK û PYD jî ji van ne kêmtir in. Heta pênc gav li pêş van in. PKK û xulamê wê Salî Muslim, ew û hemû rayedarên partîya wî PYD Dewletek Neteweyî naxwazin. Li gor serperîşt û rêvebirên van partîyan -çawa ku min li jor got- dewlet amraz û hacetê zor û pestê ye. Ango li gor bawerîya serokê PKK Avdila Ocalan dewleta gelê Kurd, jibo dewleta Romê şûr û xençerek pîj û tûj e, li
paş pişta wê dewleta barbar. Bi rastî jibo min ev gotin û daxwazî gelek balkêş e. Camêr vê raman û daxwazîya xwe qet ji dewleta Tirk, Ereb û Faris ra nabêje. Hetta piştgirtîya dewleta gelê Fîlîstînî û 200.000 devşîrmeyên Tirkên Qibrise digire, jibo wan dewletek neteweyî wekî şîrê berê dîya wan helal dibîne.
Belê, jibo vê dîtin û bawerîyê jî yekîtîya biratî çênabe. PKK ne şert û mercên yekîtîyê dizane û ne jî Kongre ya Neteweyî çawa pêktê dizane. Bibe ku rind dizane, lê hevsar di dest dijmin da ye, astengan derdixîne pêşîya yekîtîya biratî û damezrandina Kongre ya Neteweyî.
Ango çawa?
Binêrin serperîştên PKK Kongreyek çito dixwazin
1- PKK, ji 600 nûnêrên Kongreyê, 300’î tenê jibo xwe dixwaze ev yek. A duwem sedî da deh kontejan jî jibo çepên Tirk.
2- PKK: Divê di Kongreyê da qet partî û kesek qal û behsa Kurdistanek Serbixwe û Dewletek Neteweyî neke. Eger di Kongre yê da partîyek an jî nûnêrek qal û behsa van herdu tiştan bike, divê tav de ew partî, an jî ew kesê nûnêr di Kongre yê da were avêtin, ango derxistin.
3- Serperîştên PKK dibêjin “Divê di Kongre yê da Avdila Ocalan wekî Pêşengê Neteweya Kurd were pejirandin”.
4- Serperîştên PKK: “Di Kongre yê da çi biryar têne girtin, divê kesek wan biryaran bibe girava Îmraliyê, Ocalan wan biryaran bixwîne, di ber çavên xwe da derbas bike, dûra ew ya bibêje “Erê” yan jî bibêje “Na”
û red bike.
5- Divê di nav hemû endam û nûnêrên Kongre yê da nîvî jin bin”. –Ev daxwazek gelek baş, daxwazîya hemû Kurdperweran e-
6- Divê Kongre bi rêvebirîya karê sîstemek hemserokî ve bimeşe”.
7- Divê ew kesên ku ji PKK dûrketine, li tev ew kesên ku li dijê ramyarî, ango sîyaseta PKK bangeşî, ango propaganda dikin, di Kongreyê da neyên dîtin”.
8- Divê Kongre heq bide hin çepên Tirk, wekî kesên Sendîqa Dîsk, Kesk û hin kesên din, ku ew jî nûnêrên xwe bikin nav Kongre yê”.
Belê xwendevanên xoşewîst, birayê minên Kurd, bi kerema xwe de hûn bibêjin, bi daxwazî, hiş û xoşmêjîyek usa ve Kongreya Neteweyî çawa tê damezrandin?
PKK dewletê naxwaze. Dewlet ji gelê Kurd ra “Kix e, amraza pestê ye” dibêje. Ala ya Kurdistanê, pirr rengî û pirr dengîyê napejiîne, gelo yekîtî û Kongreya Neteweyî çawa pêk bê? Bi rastî hişê min qet nagîhîje hişê van û ê Îslamperestên Kurd.
Belê, 1400 sal in ku Ola Îslamê em kirine xulamê Tirk Ereb û Farisan, ew radibin rojbûyîna dijminê gelê xwe bi sed hezran ve pîroz dikin. Li milê dî ev e 32 sal in ku PKK li ser wî erdê pîroz şerekî qirêj didomîne. Di nav vî şerê 32 salî da zimanê dayîkê kuşt, rêzgirtin û îhtîram li holê rakir. Keç û kurên Kurd ji dîya xwe, dapîr, bapîr, apên xwe ra, zarokên biçûk jî ji hemû mezinan ra destpêkirin “Heval” gotin û dibêjin. Bi rastî PKK bi vî karî ve rêzgirtin jibo mezinan, evînî jibo biçûkan li holê rakir, bira kir dijminê biran. Ez bawer im
dixwaze hemû Kurdên Bakûrê bike Tirk. Jixwe bi mîlyonan ve bûne jî
.
Belê, li alîkî PKK vî karî dike, lê di alîya dî da jî Huda Par û hin rêxistin û kesên din bûne xulamên dijmin, bi derewan mêjîyên gel li nav hev dixînin, di meşanda alaya dijminan dikin destên xwe radikin.
Hemserokê HDP berrêz Selahaddîn Kevirhesin, li ku rûdine qal û behsa biratîya Kurd û Tirkan û Tirkîyebûnê dike. Di hilbijartina 7’ê Tîrmeh û yekê meha Çirîya paşin da, di hemû meydanên bangeşîya hilbijartinan da jî, ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdoxan ra: “Dê em te nekin Serok, te nekin Serok” digot û gewrîya xwe didirand, lê dûwahî li ber çavan e; wî Serokî çi anî serê Kurdan. Necamêr, Gurcê bêbav heft hezarî zêtir xort, keç, jin, bûk, zarok û pitêkên hundur derguşan, kalên 80-90 salî gîşt kuşt, nêzî mîlyonek kes jî li ser erdê bav û kalan rakir, kir koçeber bêwar û bêmal hîşt, gelek bajar û bajarokên Kurdistan serhev-binhev kir, kir pag; lê qet kesekî ji Apo î yan û berrêz Selahaddîn û hevalbendên wî ra: “Lo ji we ra çi Serokatîya Erdoxan? Hûn çira li pey dijminên xwe dimeşin û dixwazin herin bikevin meclîsa wan? Eger daxwazîya we ku Tirkîyebûyîn e, ma hûn çira dev ji vî şerê qirêj, ê 32 salî bernadin? Çira hûn keç û xortên azeb û xwîn dîn tiz dikin ku ew cok û erxan bikolin, dewleta zalim û xwînmij jî wan cok û erxan ji ciwanan ra bike gor? Çira hûn evqas mirovên me didin kuştin, mal û warên me wêran, erdnîgarîya me jî bi destê dijmin didin tarûmar kirin, bajar û bajarokên me didin ber top û tankên dijmin? nabêjin. Bi rastî ecêbek giran e, hişê mirov tê sekinandin jibo vê bêdengîyê.
Belê xwendevanên hêja, qet kesek van pirsan ji Apo î yên me, Selahaddîn Kevirhesin û hevalbendên wî pirs nake. Yên ku pirs bikin jî ew jibo wan: “Ewana hemû xeşîm, nezan in, xayîn in, hevpar û şîrikên
dijmin in” dibêjin.
Bi rastî jî rewş usa ye. Li gor bawerîya min serperîşt û alîgirên Apo rêya xwe şaş kirîne, bûne dijmina Mesûd Barzanî û kesên ku rexneyê kar û barên wan dike. Li pêşîya yekîtîya biran bûne asteng, bela û qeda.
Gelo çi wext hiş were serê serperîştên PKK û serokê wanê ku di girava Tîlmûnê da ye?
Gelo çi wext hiş were serê vî gelî, ev gela dost û dijminê xwe ji hev cihê bike, dev ji nezanî û wê rika xwe ya bizin î û bawerîya Ola Îslamê berde?
Hêvî dikim, berê ku ez bimirim, gelê Kurd dost û dijminên xwe ji hev cihê bike, berê xwe bide Rojavê, Kîşwera qedîm Awropa, ji gelê Awropa ra bibe dost, bibe heval. Lê eger ku dixwaze bibe xulam, bila bibe
xulamê gel û kesên zana û pêşverû. Kes û gelên serwext û demokrat bi hêsayî mirovan nakujin. Lê wexta ku bikûjin jî mirovan parçe parçe nakin, naêşînin. Gulekî berdidin nav mêjîyê te, te yekcarekî da bêdeng
dihêlin. Lê Tirk Ereb, Faris usa nakin. 1400 sal in rewş li meydanê, li ber çavan e. Evana mirovan wekî pez û dewar bi şûr û kêrê ve parçe-parçe dikin. Jin, zarok, pitik ciwan, kal nabêjin. Kesên ne Îslam jibo wan gawir û kafir in. Qetla wan ji Ola Îslamê ra helal e.
Qet ji di bîra min da naçe. Bavê minê dilovan her dem ji min ra: “Kurê min gûyê guxuran naye xwarin”. “Ji qirikan ra nebe heval ku nîkulê te bi gû nebe” digot. Bi rastî jî ev gotinana di cî da ne. Gelo em Kurd
ji kê ra heval in û ewkê kê…………..
Hêvî dikim gelê minê reben û belengaz, di van gotinan da rastîyan bibîne, dost û dijminên xwe ji hev cihê bike, dev ji biratîya Tirk, Ereb û Farisan û ji bawerîya Ola Îslamê berde. Eger ku Ol ewqas pêwîst e, bila dagere ser Ola xwe ya qedîm a Zerdeştî
Bi hêvîya daxwazîya vî dilê bi kul û xemoş-girtî ve, ez bi helbestekî ve dûwahî bidim nivîsê. Jixwe min serê we jî gelek êşand, demên we stand. Bibexşînin, ev xûya min e, gelşan dirêj dikim. Nizanim bi kurtî binivîsînim.
Dev Ji Îslamê Berde Kurdo
Xwedêyê min Roj e, ez nas nakim Xwedêyekî dî
Ew ji min ra nan û av, oksîjen hewa, tav û sî
Ew e min û we dijîne, dide jîn û gîyanê
Ew e dilan şa dike, li vê dinê û cîhanê
Ew ku nebe tune dibe her zindî, jîn û jîyan
Ew ku nebe tarî û reş e, zulmat e ev cîhan
Ne dijî mirov, ne nebat û ne jî dijî ajal
Ne he dibe qesr û qonax û ne jî kozik û mal
Nebêjin hûn kî ye ew û kî ye afrandêrê wê
Ew ku nebe her tune ye xuşk û bira, bav û dê
Ew ev e felsefe ya Kurdê qedîm Zerdeştê Kal
Riza dibêje “Dev ji Îslamê berde tu heval”
Dê tu bijî wekî mirov, kamran, dilşa, bextewar
Dê tu ji bîrbikî gîrî û şîn, derd, kul û hewar.
Ew helbes di roja 16-7-2016 da min nivîsî.
Silv û rêz.