Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel berpirs û serokên partiyên kurdan yên Bakurê Kurdistanê civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de herî dawî ligel Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, Serokê Fexrî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Burkay, Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bucak, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî ya Beşdarî (KADEP) Yuksel Avşar, Serokê Giştî yê Partiya Doz û Azadiyê (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu, Serokê Partiya Kurdistanê (PAKURD) Îbrahim Halil Baran û Cîgirê Serokê Giştî uî Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Tirkiyeyê (PDK-T) Cemşid Firat li Hotela JW Marriottê civiya.
Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak wiha got: “Birêz Barzanî derbarê mijara Başîkê de got, wî hevdîtin ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir û gotiye leşkerên Tirkiyeyê bo perwerdeya leşkerî li wê herêmê ne.”
Bucak anî ziman hevdîtina Barzanî ya bi partiyên Kurdan gelekî girîng bû û wiha domand: “Di civînê de birêz Barzanî behsa pêvajoya çareseriyê, xendeqan li Bakurê Kurdistanê û çend mijarên din kir. Di vê mijaran de got çi bikeve ser milê me em amadene bikin.”
Serokê PAKURDê Îbrahim Halil Baran jî da zanîn, Mesûd Barzanî, behsa leşkerên tirk ên li Başîkê, krîza aborî û siyasî ya li Herêma Kurdistanê û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir.
Îbrahim Halil Baran wiha got: “Birêz Barzanî got ew rijd in di mijara şerê li dijî DAIŞê de û herwiha tevahiya dewletên di hevpeymaniya li dijî DAIŞê de jî wê mijarê de rijd in.”
Serokê PAKURDê ragihan Serok Barzanî derbarê xendeqên li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine kolandin de jî wiha gotiyê: “Serok Barzanî got, şerê xenqeqan tenê zererê dide sivîlan. Barzanî ew minak ji jiyana xwe da: ‘Di dema xwe de me dikarî em Rewanduzê bidest bixin, lê bavê min Mele Mistefa Barzanî destûr neda. Mele Mistefa Barzanî got, heger em Rewanduzê bidest bixin pêwîst e em pêdîviyên wan ên jiyanî peyda bikin. Em dê bi wî awayî zererê bidine gel.”
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê di civînê de amaje kir hin alî naxwazin pêvajoya çareseriyê bidome û derbarê vê yekê de jî wiha got: “Roj hat min destê xwe da kesên Enfal û Qetlîama Helepçeyê kirin. Min ev yek ji bo Kurdistaê û gelê Kurdistanê kir. Bila hemû kurdên li Bakurê Kurdistanê dijîn vê yekê baş bizanin û baş fêm bikin. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû partiyên Kurdan di pêvajoya çareseriyê de muxatab bên dîtin û divê hemû kes çi dikeve ser milan pêk bîne.”