Mirov dema dîroka Kurda dixwîne û dişopîne, bêhevî û neçar dibe. Ji ber ku, bêdewletbûn û îxanetî dile meriva diêşîne. Kurd, di dîroka xwe da îxanetên mezin dîtin. Îxanetên dîrokî heta roja îro jî, li pey hev dubare bûne û dibin. Îxanetên navxweyî hê jî li çaralîyên Kurdistanê, bi awayên siyasî û çekdarî berdewam in. Ji dagirker û neyaran zêdetir, Kurd bixwe bûne neyarê hev.
Kurdan, pirrîcaran pişta xwe bi neyarên xwe va girêdan. Bawerîya xwe bi gal galê Olî û biratiya gelan anîne. Kîn û xêrnexwaziya, milletên dagirker nabînin û bi gotinên wan ên sexte û bi biratiya wan a bêpar bawer bûne.
Kurd bêplan û bêproje, bi stratejiya bêdewletbûnê da tevdigerin. Bi yekitî û biratiya millet û ûmmetê va xwe diwestînin. Ji bo dewletbûnê carcaran fersend jî ketin destê Kurdan. Di dîroka Kurdan da, belkî bi sedan raperîn çêbûne. Ji bê îtîfaqiyê qûweta wan negihîştiye asta dewletbûnê
Dagirkerên Kurdan perwerdeyî û xwendina bi Kurdî qedexe kirin. Ji xwendinû nivîsandinê hatin dûrxistin. Yên xwendin jî bi zimanê dagirkeran va asîmîle bûn. Bidûrxistina ulm û îrfanê, Kurd ji nasname û neteweyiya xwe dûr ketin.
Ji bo milletin dagirker, dewlet, ziman, nasnameya neteweyî qadeke pîroz e.
Helbet di dîroka Kurdan da gelek karên serkeftî û pîroz hene. Kurda di dîroka xweda tu car, li milletên bîyanî, îxanet nekirine. Herdem bi edlayî tevgerîyan e. Bi mêranî mafê xwe parastine. Her wiha xweşmêr û cengawer bûne.
Kurd bi milletên dagirker, wek Ereb, Ecem û Tirkan ra, bi biratî û dostî tevgeriyane. Mixabin, lê ew herdem bi neyartî û bêbextî li Kurdan nêrîn e.
Lê îro Kurd gere bi plan û projeye neteweyî tevgerin. Edî ne dema, xapandina bi biratiya gelan û ommetê ye.
Ji ber ku Tirk, Ereb û Ecem qet waxtekî nebûne dost û birayên Kurdan. Ew tim li pêşberî Kurdan bi itifaq in. Bi biratî û bi rengê olî Kurdan dixapin in. Kurd hejî bi gotinên wanên pûç û vala dixapin.
Lom, Kurd îro nêzîkî pêncî milyon in û li ser axa bav û kalên xwe bêçare û bêsitar in.
Kurd jî îro dikarin bi saya teknolojiyê doza milletê xwe û dengê xwe li dinyayê belav bikin.
Wek yekitîya Kurdan, dostên Kurdan jî kêm in. Lê pirsgirêk çi dibin bila bibin divê Kurd yekdeng bin û di her parçê Kurdistanê da, ji bo dewletbûnê plan û pirojeyê nû bidin ber xwe.
Kurda, ji alî dewlet û milletên dagirker heta roja îro tu car xêr nedîtin. Ji îro şunda jî tu car ji wan xêrê nabînin.
Çê an jî xirab, îro hinek xalan di rewşeke serkeftî dane. Weke mînak, Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
Hemû Kurd gere li van deskeftiyên xwe, bi dil û can xwedî derkevin.
Dem dema biratîya gelan û ommet nîne. Ji bêbextî û îxaneta Kerkûkê û heta erîşa iro li ser Efrînê didome, niyeta dagirkeran û gelen wan zelal bûn. Heta ji destê wan were tu car nahêlin Kurd bibin xwedî dewlet.
Loma ji bo Kurdan yek çare tenê maye. Ew jî heya ji destê Kurdan were, gere ji bo serxwebûn û dewleta Kurdistanê bixebitin. Ew xetayên ku bicaran hatine kirin, divê carek din neyên dubare kirin.
İro pênce milyon Kurd bixwezin û bibin yek, dikarin bibin xwedî dewlet.
Ji îro şunda bindestiya Tirk û Ereb û Eceman, ji bo Kurda şerm û rûreşiyek herî mezin e.
Jîyan bêpartî û bêserok, bê biratiya gelan û ometê dimeşe, lê bêdewlet êdî nameşe.
Ji bo dewlet bûnê, gava ewil daxwazeke hevpar û yekitîyeke neteweyî ye.
26.01.2018