Di dawîya yekemîn şerê cîhane da, bi dehan miletên bindest azad bûn. Li çar alîyê cîhanê gir û piçûk dewletên nû hatin damezrandin. Ji wan dewletan piranî îro bûne xwedî bêşesazî û teknolojî yê.
Lê wê demê kurd jî dikarîbûn bibin xwedî dewlet. Mixabin, kurd ji bawerî û biratîya omedê nebûn. Kurdan ne dixwestin li dijî Imparatorîya Osmanî û Farisan şer bikin ne jî împaratorîya Osmanî û Farisan dostanî û biratîya kurdan qebûl dikir. Wan miletê kurd wek hemalê omedê didîtin.
Wê demê dewletên Emperyalîst jî pişta xwe dan kurdan û bi cetwelê erdnîgarîya kurdan, bi peymana Skeys-Pîcot kirin çar parçe. Bi wê pîvanê bi dehan dewletên Ereb hatin ava kirin.
Tirkan bi piştgirîya kurdan li serhedê dijî Rûsya yê şer kirin û sedhezar xortên kurdan dan kuştin.
Kurdna li tirkîyê di dewerên din jî piştgirîya tirkan kirin. Lê kurdan ne ji bo dewletbûnê ji bo omedê şerkirin.
Piştî şerê cîhanê jî Tirk, Ereb û Ecem, li ser peymanên nû bihevkirin û berê xwe dan kurdan. Ferman li ser fermana rakirin û pirîcaran bi komkujîyên mezin bi dehan hezaran kurd kuştin.
Kurd bi bawerîya biratîya omedê hatin xapandin û bûn lîstokê çar dewletên dagirker.
Di dema, duyemîn şerê cîhanê da dîsa hinek miletê bindest azad bûn. Wê demê bi serokatîya Qazî Mihemed û bi alîkarîya Mele Mistefa Barzanî, di sala 1946an da Komara Kurdistanê li paytextê Mahabadê hat damezrandin. Salek şûnda bi destê Rusya yê ew jî têk çû.
Piştra bi alîkarîya NATOyê dewletên heremê li dijî kurdan CENTO avakirin. Di sala 1975an da bi destê CENTOyê û bi navê peymana Cezayîrê bi alîkarîya endamên NATO û Pakta Varşovayê kurd kuştin.
Îro dîsa wek şerê cîhanê yekemîn û duyemîn li Rojhilata navîn da şer diqewême. Çavê hemû welatên cîhanê li ser rojhilata navîne.
Lê rewşa kurdan ne wekî demên berêye. Bi alîkarîya Amerika û dewletên hevpeyman li Başûrê Kurdistanê û li Rojava yê Kurdistanê bi sedhezaran çekdar hene.
Başûrê Kurdistanê di sala 2017an da referanduma ji bo serxwebûna Kurdistanê lidarxist û ji sedî 94 dengê kurdan girt. Di dîroka kurdan da cara yekemîn bû ew referandum çêbû. Kar û zerara wê li alîyekî, lê cara yekemîn bû ji bo miletê kurd tiştek dîrokî û serkeftî bû. Hemû dinya dengê kurda bîhîst û pê hesîya.
Lê mixabin çend sale ji alîyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, qala referandûmê jî nayê kirin. Ew jî bi her avayî zerarê dide daxwaz û dengê miletê kurd.
Şerê îro li rojhilata navîn diqewime, carek din firsendê dide miletê kurd û ew bikaribin bibin xwedî dewlet. Lê ew jî girêdayî yekitî û yekrêzîya miletê kurd e. Her çiqas tekilîyên kurdan bi cîranê wan ê dagirkeran ra hebe jî gerek pişta xwe li wan girê nedin. Ji ber ku dîrok li ber çava ye û dagirker tu car nabin dostê miletên bindest, bi taybetî jî nabin bira û dostên kurdan.
Şerê îro li rojhilata navîn wek şerê sêyemîn ê cîhanê ye. Îran û Tirkîye dixwazin, deskeftinên kurdan d têk bibin. Ew wek hercarê bi fêlbazîyên xwe yên dîrokî bi kurdan ra dilîzin. Heger ku kurd bi wan bixapin, tu car nabin xwedî maf.
Kurd jî gerek di sîyaseta xwe da berî her tiştî mafên bi destxistie, biparêzin û bînin rojeva cîhanê. Sîyasetmedar û rêveberên kurdan jî berî her tiştî gerek mafên xwe yên neteweyî derxîn pêş û bi cesaret bin û di warê dîplomasîyê da her roj bînîn ziman.
Îro dost û hevalên miletê kurd pirin. Wek Amerîka, Fransa û dewletên din. Ew li başûrê Kurdistanê û li rojavayê Kurdistanê ne. Heger ew qûwet nebin di nav seetekî da dewletên dagirker ewê koka kurdan biqelînin.
Loma gerek kurd xwe bi xwe bibin dost û birayên hev. Li her parçekî yekitî û yekrêzîya xwe çêkin. Piştra bi hêz û qûwet bi yekdengî doza mafê xwe yên neteweyî bikin.
Kurd, gerek bawerîya xwe bi biratî û koletîya omedê û bi îdeolojîya partî û sîyasetmedarên dagirkeran neynin.
Kurd kîngê ji dost û biratîya dagirkeran xwe xilas bikin wê gavê ewê bibin milet û xwedî dewlet.
20.01.2024