Li tirkîyê dîsa dem dema hilbijartinê ye. Ji bo gelê kurd hilbijartînên meha adarê pir girîngin. Ji ber ku, hijbijartinên, muxtar, encûmen û şaredâran ne.
Lê kêmasîya herî mezin, li Tirkîyê û li bakurê Kurdistanê, partîyên ji bo miletê kurd û bi kurdewarî sîyaset bikin tunin.
Dema mirov sîyaset û hebûna partîyên bi nav kurd jî dişopîne matmayî dibe. Pênce sal e bedelên girîng û bêhempa hatine dayîn. Lê hêjî ji bo berjewendîyê miletê Kurd tu tiştek bi dest û çav bê xûyakirin nebû ye. Ew hemû ji sîyaseta şaş û ji kêmasîya kurdan û partîyan tê.
Mixabin, partîyên kurdan ji ziman û netewa xwe dûr, pênce sale di bin bandora partî û rêxistinên tirkan da ne. Hinek ji wan bê qûwet û bê hêz, hinek jî bi hêz û xwe xwedîyê pênc mîlyon dengan dibînin. Lê ferqa wan ji hev tûne ye. Ji bo milet kurd daxwazên wan jî hema hema wekhev in. Li dijî xwdîdewletbûna miletê kurdin.
Bitenê doza demokratîzekirin û yekparîya Tirkîyê dikin. Hinek dibêjin komara federal û demokratîk, hinek jî dibêjin hema sade komara demokratîk. Minakên wek dewletên Ewropayê didin. Lê kes mînakek wek Îraq û Başûrê Kurdistanê nade. Bi qanûnî îro li Iraqê, komara bi navê miletê Ereb û miletê Kurd hatîye damezrandin. Yanê komara felan û bêvan na, gerek komara bi navê miletê Kurd û Tirk were daxwazkirin.
Lê mixabin dîrok pir baş rava dide ku, ne Tirk dikarin bibin demokrat nejî dibin xwedî komarekî demokrat. Lê xwedêgiravî partîyên kurdan, tenê xwe bi xwe, ji bo biratî û daxwazên komara demokrat dixapînin.
Piranîya wan partîyên bê hêz li Kurdistanê, hema bi çend kesan li Bajarê Amedê bi yek bûro û bi çend belavkirina belavokan sîyaset dikin. Tiştên ecêb ewe ku, li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê rêxistineke wan partîya tune. Car caran li Amedê bi kurdî daxûyanîya didin. Zimanê wan tirkî ye. Piranîya endamên meclîsa wan bi kurdî nizanin. Li ser sosyal medyayê bi zimanê tirkî propaganda û bi gotinên vala sîyasetê dikin. Lê gotinê mezin dikin û rastîya xwe nadin berçavan. Kesên wan reqne bikin wan jî bi xîyanet û tirsonektîyê sûcdar dikin. Li ba miletê Kurd tu bandor û qûwetekî wan nemaye. Tiştê ecêbmayî navê hemûyan bi peyva demokrat û bi navê Kurdistanê bi dawî dibe.
Lê dîsa jî gerek mirov heqê wan nexwe. Di salê da çend caran, bi çend kesên ziman tirk berê xwe didin, başûrê Kurdistanê bi fotoyek him hevalê xwe, him jî xwe dixapînin. Ji ber ku, bi serdana başûr jî bi tewnek qûretî, xwe bi bandor bi hêz dibînin.
Ew partîyên doza komara demokratîk û xwedî pênc mîlyon dengî dibînin, ew jî li ba gelê kurd xwedî bandor in. Lê daxwazên wan jî ji bo komara demokratîk û dijî derketina dewlet û netewa kurdan e.
Derd û kulê sîh mîlyon kurdên bakurê Kurdistanê ji bîr kirine, bi daxwazên neteweyî wek partîkî kurd tevnagerin û sîyasetê nakin. Rasterast li dijî dewletbûyîna kurda derdikevin. Lê di bin yasa û qanûnê netewa dewketa tirkên nijadperest, sîysetê dikin û yasayê komara Tirkîyê diecibînin.
Îro rewşa miletê Kurd li bakurê Kurdistanê ne baş e. Ji ber ku rasterast qet partîkî ji bo mafên kurdan sîyasetê nake.
Eger ku partîyên kurdan ji bo miletê kurd, sîyasetê bikin û îtifakan çêbikin, ewê sedî sed li hemû bajaran û li navçeyên Kurdistanê herdem biserkevin.
Mixabin, hemû partîyên bi navên kurdî hê jî îdeolojîk tevdigerin. Ne bi daxwazên neteweyî dikevin hilbijartinê ne jî biserdikevin. Bi partîyên çepgir û rastgirên tirkan îtifak dikin û dixebitin.
Loma îro jî Kurd nayên ba hev û bi hest û bi xwestinên neteweyî tevnagerin.
Miletê kurd doh girêdayî eşîret û terîqetan bû, îro jî girêdayî partî û komelan e.
Pênce sal berê serokeşîr bega bi hev nedikirin, îro jî serokên partîyan û partî bi hev nakin. Her yek bi tewnekî ketine bin bandora dewleta Tirk û mala kurdan roj bi roj xirab dikin.
Ji bo hinek erd û zêran serokeşîr diçûn paytextê paşayê Osmanî. Îro jî serokên partîyan û rêbertîya wan ji bo kursîkî parlamentoya komara kemalîst berê xwe didin Enqerê…
Partîyên bi nav kurd ji bo berjewendîyên xwe, di rê ya komara xil û xwar da bi dil û can dimeşin. Ya herî xirab jî ewe ku, miletê kurd bê wate û bê gune, tewşo meşo li pê xwe didin meşandin.
20.02.2024