- Ev (em) rûdaw (16.10.2017) li dijî îrada pêkhatên Kerkukî û Kurdistanî ye.
- Destên siyasetmedarên hinek endamên Yekitiya Nisthimanperwerên Kurdistan di dagerkirina Kerkûkê (16.10.2017) de heye.
- Bûyera Kerkûkê sepandina siyasta nijadperestî ya dewleta Îraq e.
- “Dewletên iqlimî” (=dirawse: cînar) Kurdistanake serbixwe
- Hinek (=tozek) dersên bûyera Kerkûkê:
Di barê (=lê barêy) aborî de: karûbarê kiştûkalî, pişesazî, geştiyarî.
Di barê civakî (=komelgehî) de: wekhevî ya jin (=afret) û piya (=mêr).
Di barê siyasî de: yekitî, herwiha niştimanperwerî û netewperestî.
Di barê leşkerî de: yek artêş.
Di barê ewlekarî de: yek hêz.
Di barê Kurdistana dabeşkirî de: Stratejiyekî hevbeş.
- Kurd teqez nikarin (=netwanin) li gel dewleta Îraqê pêkvejiyana xwe bidominin, nexwe serxwebûn zerûrî ye.
- Bo vê armancê pêwistiya Kurdistana Başur bi hevpeymanekî bergir û gewretirîn
- Herwiha girîng e bûyera Kerkûkê bibe cihê lêkolin û dersên firewan.
- Zor zerûriye dadgehkirin û sizakirina ceş û “xiyanetkarên Kurd”; vazlêbûna kevneperestî û eşirtî.
(Dîsa bo damezrandina dewleteke serbixwe çi zerûrî ye?)
- Destpêkirina siyaseteke hemdem (=serdemyane), niştimanperwerî û netewperestî.
- Hemahengî ya nava hemû aliyên (=layenên) Kurd. Mînak: Yek alfabe (latinî), yek dîrok (mejû), yek artêş, yek hêza ewlekarî, yek xak, yek niştimanperwerî û yek desturî.
- Hemahengî ya nava hemû pêkhatên Kurdistanî.
- Wekhevî, herwiha dirustkirina dewleta sekulerî û demokarsî, avakirina prensîb (=”binkeya”) ya rûnkirinê.
- Siyaseteke netewperwerî bo dirustkirina stratejiyeke hevbeş ya nava Kurdistana dabeşkirî.
Dr. Celalettin Kartal, 10/2017