Di sîyasetê da, du car du, di bin hin şert û mercan da ji çaran zêde dibe.
Heger ku şert û merc nebin, an jî kêm bin, ji duduyan jî kêmtir dibe.
Siyaset karekî civakî û karekî hevpar e.
Kesên ku di civakekî da dijîn, (jin an mêr) bi awayeki sîyasetê dikin, lê belê her kes nikare bibe sîyasetvan.
Ji bo sîyasetvan sê tişt pêwîst in.
Sermaye…
Cesaret…
Xeter…
Sermîyanê sîyasetvan fikr e, raman e, pêşnîyarên ji bo çareserîya daxwazên gel in.
Ji bo hewldana sîyasetê, ji sîyasetvan ra cesaret lazim e.
Ji ber ku rîya sîyasetê rêyeke xil û xar e, tê da merhaleyên kin û dirêj, astengên kur û bilind he ne, rêwîtîya sîyasetê, rêwîtîyeke xeternak e.
Ji bo vê yekê pîvana sîyasetvanîyê jî, mezinbûn û piçûkbûna hewldana wî ya bi xeter e.
Sîyaset jî wek karê tîcaretê, bi danûstandinê birêve diçe.
Sîyasetvan jî gor danûstandina xwe ya bi civakê ra û gor xebata xwe bi ser dikeve, an jî têk diçe.
Wek kar û zirara ticaretê, di sîyasetê da jî serkeftin û têkçûn birayê hev in, îhtimala serkeftinê çiqas be, ya têkçûnê jî ewqas e.
Sedem vê yekê sîyaset karekî xeternak e, ji bo sîyasetvan qasî fikr û ramaneke rast û durist, cesaret jî ewqas pêwîst e.
Sîyaseta bê fikr û raman, wek tîcareta bê sermîyan e.
Çwa ku bi du sê, tucarên destvala danûstandina tîcaretê nebe, bi sîyasetvanên destvala û bêcesaret jî sîyaset nabe, bibe jî, encama wê têkçûn e.
Di vî warî da bi dehan nimûne hene û hemû jî di nav pence salên dawî da qewimî ne.
Ew nimûneyên jîyayî jî nîşan didin ku, heger şert û merc tunebin, an jî kêm bin, yekitîya di nav partî û partîkokan da were sazkirin, encam ji hêjmara wan kêmtir dibe.
Bi awayeke din, du car du, di navbera yek û sisîyan da encam dide.
Yekitî, peyvekî baş û dilkêş e.
Helwesteke pozitiv nişan dide.
Lê belê, heger ku bi partîyên bi hêz û li ser bingeheke girîng were avakirin, encam dide.
Mixabin yekitîya di nav hêz û partîyên bêmecal û bêtesîr da tu tişteke pozitif dernakeve, jiber ku ew, bi helwestên xwe yên negatîf, yên pozîtif jî ji mecal da dixînin.
Sedem vê yekê, mirov dikare bibêje, sîyaset jî wek tîcaretê, pêşkêşî û daxwaz, hinek risk û cesaret, hinek jî sermaye hebe, serkeftin jî wê bibe.
Lê belê yên ku di bazarê da ji xwe ra cîhek nedîtibe, bi şirîktayîya partîyên wek xwe jî nikare cîhekî bigre…
Sîyasetvanê ku bi fikr û ramanên xwe bawer be, di bazara sîyasetê da hebûna xwe, bi rengê xwe û bi cûdatîya xwe cîh bigre, gavên xwe bi cesaret bavêje, wê gavê dikare di demeke kin da jî bi ser bikeve.
09.05.2017
ikramoguz@navkurd.net