Roja 26’ê Adarê, ji bo min û Navkurd’ê rojeke taybetî bû.
Li bajarê Bielefeldê, bajarê ku piştî koçberîya min a ji welêt ji min ra derê xwe vekiribû û 8 salên min di kûçe û kolanên wê da derbas bibû, ji alî Bingeha Laleş di meclîsa bajêr da civîneke hatibû lidarxistin.
Beşdarên civînê, Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet û Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê yê Berlînê Dilshad Barzani bûn.
Ji bilî wan ew kesên ku, (rojnamevan, nivîskar û ronakbîrên Kurd û Alman) demek berê ji alî Wezareta Peşmerge bi belgeya spasnameyê hatibûn xelatkirin û Kurdên li bajarê Bîlefeldê dijîn, beşdarî civînê bibûn. Civîn ji alî hin televîzyon û rojnameyên Kurd û Alman va jî hatibû şopandin.
Di civînê da Birêz Helgurd Hikmet, li ser navê Wezareta Pêşmerge spasîya xwe ji kesên ku hatibûn xelatkirin ra kiribû û belgeya spasaemeyê dabû wan.
Ji wan kesên hatibûn xelatkirin yek jî wek xwedî û berpirsîyarê malpera www.navkurd.net’ê ez bûm.
Mixabin ez beşdarî civînê nebûm, jiber ku îmkana min a çûyînê nebû.
Çend roj berî civîne, bayê derê biharê li min xistibû û bêhna min çikandibû, qidûmê min şikandibû. Ji bo rêwîtîyê mecala min nema bû ku ez bikevim serê rê û beşdarî civînê bibim.
Sedem vê yekê birayê min, Siraç Oguz gihîşte hawara min. Ew di şûna min da wek nivîskarê Navkurd’ê beşdarî civînê bû û belgeya spasnameya ku dabûn min, ji destê Birêz Helgurd Hikmet girt.
Ez beşdarî civîn û merasima xelatdayînê nebûm, lê belê dilê min li wir bi wan ra û li seranserî Kurdistanê jî bi pêşmergeyên qehreman ra diavêt.
Ji bo xelatkirana bi belgeya sipasnameyê berî hertiştî ji Cenabê Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, ji Wezareta Peşmermege, ji Berdevkê Wezareta Pêşmerge Birêz Helgurd Hikmet, ji Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê yê Berlînê Birêz Dilshad Barzani, Serokê Bingeha Laleş Birêz Khalat Shex Morad û ji hemû Peşmergeyên Qehreman ra spas dikim.
Spasname ji rûpelek kaxizê pêk tê, lêbelê ji bo
min û Navkurd’ê xelateke neteweyî û belgeyeke Siravbêhempa ye, nîşana neteweperwerîyê ye.
Ji bo vê yekê bi navê xwe û bi navê malpera www.navkurd.net’ê careke din, ji Serokatî ya Kurdistanê û bi taybetî jî ji hemû Peşmergeyên Qehreman ra spas dikim û di rêya serxwebûna Kurdistanê da serkeftinê dixwazim.
27.03.2017
ikramoguz@navkurd.net