Roja 17’dê Kanûnê, roja Ala Kurdistanê ye. Ev roj li hemû milletê Kurd û Kurdistanê pîroz be. Îro gerek li çar parçeyên Kurdistanê û li diaspora yê, gerek hemû kurd li vê rojê xwedî derkevin û li malê xwe, Ala Kurdistanê hilbidin û vê rojê pîroz bikin.
Ji ber ku, Al, sembol û rengê neteweyî û nîşana hebûna milletan e. Ala Kurdistanê jî sembol û rengên Kurda ye.
Ala Kurdistanê ji 7000 hezar sal berê bi ronahî û tîrêja çanda Arya û bi 2775 sale bi têma Nevrozê hatiye neqşandin. Xwedîderketina Ala Kurdistanê, li xwedî derketina kûrahîya dîrokê û li çanda Kurdistanê ye.
Îro dîsa Al wek herdem, nasandina milletan da nişana herî baş û girîng e. Al di nav organizasyonê navneteweyî da nûnertiya milletan û welatan e. Millet, bi Alên xwe têne naskirin.
Kurd gerek ji bo dîrok û paşeroj û kewneşopiya xwe li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.
Ala Kurdistanê li bakurê Kurdistanê di sala 1920’ta, ji Komela Teali Kurdistan (Kurdistan Tealî Cemiyetî), komek daxwaziya serxwebûn a Kurdistanê dikirin, bi navê Komela Dezgehên Civatî Kurdistan damezrandin û (Kurdistan Teşkilati Ictima-i Cemiyeti) ji wan cûda bûn. Wan bi dil û can Ala rengi qebûl kirin û bi tevahîya endaman pejirandin.
Tê zanîn ku Ala rengin di sala 1920 da li serhildana Koçgiriyê da hatiye bikaranin.
Di serhildana di sala 1925’an da di bin Serokatiya Şêx Seîd Efendî da, li bajarê Muşê, bi fermandariya Şêx Abdulah Melakanî ketêne nav navça Varto yê. Û navçe girtine û şerwanên Kurda, cî bi cî Ala Kurdistanê li ser Qonaxa Hikûmetê bilind kirine.
Di sala 1927’an da roja 5 ê Çiriya Peşîn, bi çend şexsiyetê, neteweperwerên wek, Celadet Ali Bedirhan, Kâmuran Ali Bedirhan, Nuri Dersimi, Ekrem Cemilpaşa, Memduh Selim, Xoybûn tê damezrandin. Xoybûn, Ala Kurdistanê di parêze û lê xwedî derdikeve.
Di sala, 1927-1930’yî da Serokê serhildana Agirî, îhsan Nurî Paşa li ser Çiyayê Agirî Ala Kurdistanê bi destê xwe diçikîne.
Ala Kurdistanê, 17’dê Kanûnê di sala 1945’an da li Komara Kurdistanê li Paytextê Mahabadê, bi destê Qazî Mihemed hatiye hildan.
Qazî Mihemed, berya şehadeta xwe, Alaya rengîn, radestî General Melle Mistefa Barzanî dike. Lê wesiyet dike û dibêje, gerek tu bi dil û can, Ala rengîn biparêzî. Ew Ala orîjînal, îro li Kurdistana Başur e û hejî tê parastin.
Di sala 2004’an da, roja 17 dê Kanûnê Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryar girt û, ev roj wek Roja Ala Kurdistanê îlan kir. Bi girtina vî biryarê, li çar parçê Kurdistanê û li diasporayê, Kurd li Ala xwe, bi zanayî xwedî derdikevin û bi ruhê neteweyi diparêzin.
Bi taybetî gerek millete Kurd, Ala xwe, bi ruhekî niştimanperwerî û bi zanayî li zarokên xwe bidin naskirin û hezkirin.
Ala Kurdistanê ji çar rengan pêk hatiye.
Li ser rengê spî, ji rengê zer 21 tîrêj hatine holê.
Roj, paşeroj û kûrahî ya dîrokê û direfşa pîr û paktiya Kurdistanê dike.
21 Tîrêjên Rojê, tê wateya roja 21 ê Adarê, cejna Newrozê û sala nû nîşan dide.
Reng | Wate |
Kesk | Suriştî û xwezaya Kurdistanê |
Sor | Xwîna Şoreşgerên Kurdistanê |
Zer | Ronahî û Azadî |
Sipî | Aşitî |
Hinek partiyên Kurda bêhestiyar, dijberî Ala Kurdistanê derdikevin. Gerek ew herdem bên şermezarkirin.Her Kurdek gerek Ala xwe nas bike û bide naskirin. Di bin her şert û mercan da lê xwedî derkeve. Jiberku Ala rengîn di xalekî da reng û hebûna milletê Kurde.Lê mixabin iro li Kurdistana Bakur pir kes, wateya Alê û girîngiya Alê nizanin. Ala rengîn, di nav Kurdên bakur, bi piranî di nav gelda baş nayê naskirin.
Hezkirina Ala rengin, gerek di nav erkê neteweyîda di cîhê yekemîn de bê girtin
Jiberku, Ala rengîn nîşana hebûna miletê Kurd e, ew şan û şerefa milletê Kurd e.
Ala Kurdan
Ronahiya dil û çav,
Diyariya dê û bav
Pêsîra wê roj û tav
Spehitiya ax û av
Ala Kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer
Dr.Kamûran Alî Bedirxan
15.12.2016
siracoguz@web.de