Qasî ku tê bîra min, berê di gundan yekî tiştek bidizîyaba, kal û pîr li ba hev kom dibûn û di derbarê dizîyê û diz da wiha digotin; „Ew jî li bav û kalên xwe çû ye. Ew bi malbatî ji bavê berê da diz û çilpiz bûn“.
Hûn dê bibêjin, diz diz e, lê çilpiz çîye?
Bi rastî ez jî mana wê nizanim.
Ev çend roj e, li ferhengên Kurdî dinihêrim, lê di ti ferhengekî da rastî vê peyva çilpiz nehatim.
Jiber ku, „diz û çilpiz“ qalibek ji qalibên vegotina zimanê Kûrdî ne.
Ew qalibên ku mîna vê mînakê ji du peyvan pêk tên, di piranîya wan da peyva yekem xwedi wate, ya duyem jî bi tena serê xwe bêwate ye.
Lê dîsa jî mirov dikare gor wateya ku tê bikaranîn, beranberîyek jê ra bibîne.
Jiber ku ev qalib di her zimanî de hene û mirov di dema zarokatîya xwe da û ji dê û bavê xwe hîn dibe.
Loma zimanzan jî di derbarê qalibên ziman da dibêjin, ku ew xemla ziman in û di wan da mantiqên veşartî cîh digrin…
Lê ger ku mirov di vî qalibî da peyva çilpiz gor mantiqê xwe jî wateyek jê ra bibîne.
Mirov dikare peyva „çilpiz“ peyveke yekbûyî qebûl bike û ji hev veqetîne.
Wek „çil“ û „piz“…
„Çil“, ji kesên çav birçî ra tê gotin, ew kesên ku zikê wan têr be jî cavên wan herdaim birçî û li mal û milkên xelkê ne…
„Piz“ jî, ji bo kesên bêşerm û pozbilind tê bi kar anîn.
Wek tarîfa zimanzanan, dibe ku ew mantiqê veşartîyê ku di vî qalîbî da cîh digre jî, çavbirçîbûn û bêşermîya diz be…
Mesela her çar wezîrên AKPê jî wusa ye.
Ew jî hem bi malbatî diz in, hem jî bêşerm û pozbilind in, ku ne ji dizîtîya xwe, ne jî ji kesên derdora xwe şerm dikin.
Di mal û odeya wan a razanê da bi mîlyonan dolar tên dîtin.
Dîsa jî şerm nakin, di ekranên televîzyonan da be jî, li çavên mîlyonan dinihêrin û qala xêr û xêratan dikin.
Ji dizan yek dibêje; „Ew pereyê ku di nav qutîya solên min da derket, ji bo xêr û xêratan hatibû berhev kirin. Me bi wan peran zanîngeh û mekteb ava dikir.“
Yekî din jî dibêje; „Ez wezîrê asayîşê me, memûrê di bin destên min da kar û xebatê dikin, çawa bi dizî li axaftina min û lawên min guhdarî dikin.“
Serokwezîr Erdoxan jî li wezîrên xwe yên diz xwedî derdikeve, dizîtîya wan vedişêre û dibêje; „Xêrnexwaz û neyarê me pir in. Ew bi neyarên me yên bîyanî ra bûne yek û bi hev ra êrîşî me dikin.“
Erdoxan ne qala diz û çilpizan, ne jî qala pereyê ku di qutîyê solên wan da hatîyê dîtinê dike…
Kî çi bike û çi bibêje, Erdoxan wan kirin û gotinan ji derveyî xwe, bi xewn û xeyalên xwe yên veşartî va girê dide û dibêje; „Hûn jî dibînin, hemû neyarên me bûne yek, rê li min girtine û nahêlin ez ji bo we gaveke rast bavêjim“.
Rast e, qasî ku alîgirên Erdoxan hene, ew qas jî neyarên wî an jî dijberên wî jî hene. Wan do jî dijbertîya Erdoxan dikir, îro jî dikin. Lêbelê kirin û gotinên wan diz û çilpizîya wezîr û zarên wan ji holê ranake…
Ew kesên ku Erdoxan wan wek neyar bi nav dike, ew jî ne xerîb in.
Ji destpêka desthilatîya Erdoxan vir da ew şirîkên wî yên herî baş û bi rûmet bûn.
Sedem vê yekê heta do jî Erdoxan pesnê wan dida û ji bo wan digot; „Heta niha tiştên ku ji me dixwestin, me ji wan kijan neanî cîh.“
Navê şirîkê wî yê bi rûmet heta roja îro, Bizava Xizmetê, rêber wê jî Seyda Efendîyê qedirbilind bû.
Ji salan vir da Seyda hûrik hûrik dixwest, Erdoxan jî bi tûrik tûrik dida…
Erdoxan şev û roj digerîya û pesnê Seyda dida, Seyda jî ji bo Erdoxan dua li ser dua dixwand û ji çavên xwe hêsirên derewîn dibarand.
Ne Erdoxan tûrikê Seyda kêm dikir, ne jî Seyda diz û çilpizîya wezîrên wî didît.
Roj hat rovîyeke reş di navbera Erdoxan û Seyda ra derbas bû, destmêja wan şikîya û şirîkatîya wan qedîya.
Erdoxan dest ji pesindanê berda, Seyda jî duayê xwe birî.
Navê bizava Seyda bû çete, navê Erdoxan jî bû zorker…
Erdoxan îro diz û çilpizê xwe daye alîkî û li şopa Seyda û çeteyên wî digere, Seyda jî ji kerba li çokê xwe dixe û ji dûr va nifira dike…
Bi guregura Erdoxan û bi nifirên Seyda bêrika diza tijî, ya gel jî roj bi roj vala dibe…
23.12.2013
ikramoguz@navkurd.eu