Mirin û Şabûn…
Di ser mirina (kuştina) Turgut Ozal ra bist sal derbas bû, lê hê ji kuştina wî nehat eşkere kirin. Loma îro tirba Ozal hat vekirin, ku pisporên Tirk ji termê wî raçinkek bigrin û sebebê mirina wî zelel bikin.
Gava ku min nûçeya ku di derbarê vê bûyerê da hatîye weşandın xwend, ew b“uyerên ku di nav bîst salên dawîyê da qewimîbûn, wek fîlmek di ber çavên min da derbas bûn.
Sal 1993, meh a Nîsanê bû…
Ez ji bo civînek li Enqerê bûm.
Civîn ji alî komeleke Kurd va hatibû amadekirin, û naveroka wê jî li ser çapemenîya Kurdî bû.
Di destpêka civînê da berê serokê komelê bi kurtayî axifî û pêşwazî li min û beşdarvanan kir, pişt ra jî ji bo axaftinê, mikrofon da ber min. Min hê dest bi axaftina xwe nekiribû, derê salonê vebû, keçikeke bi devken û rûken ket hundir. Keçika rûken, berê ji bo derengiketina xwe lêborîna xwe xwest û pişt ra jî wiha got; „gelî hevalan ez dixwazim mizgînîyek bidim we, Serokkomarê Dewleta Tirk Ozal mir“.
Piranîyâ beşdarvanên civînê jî wek keçika rûken civan bûn û ew jî wek wê bi mirina Ozal şabûn, şabûna xwe jî bi awayekî nîşan dan.
Çend xulekên me bi ken û şabûna beşdarvanan va derbas bû. Ji ber vê yekê min jî di destpêka axaftina xwe da ji bo mirina Ozal û şabûna beşdarvanên civînê, bi kurtayî wiha got; „Geli hevalan, divê mirov bi mirina tu kesi şa nebe, ew kes neyarê merîva be jî. Ji ber vê yekê ez wek we bi mirina Ozal şa nabim û şabûna we jî tu car fahm nakim. Berevajî ez bi mirina Ozal xemgîn im, ku min bi vê mirinê li dijberî dewletê, ew dewleta ku hûn bi mirina serokkomarê wî va şa dibin, pêwîstek mafdarîya xwe wenda kir.“
Bi rastî jî wusa bu…
Wê demê ez xwedîyê rojnama Azadîyê bûm. Her heftê da carek di derheqê min da daw û dozek wedibû. Loma her roj dema min ji rojnamê zêdetir li Dadgeha Ewlekarîya Dewletê (DGM) derbas dibû.
Di her daw û dozê da jî dozgerên dadgehê min bi karê terorîstîyê tawanbar dikirin.
Min jî her carê li dijberî wan, gotinên Ozal yên ku wî di derbarê federasyonê da anîbû ziman, nîşan dida û digot; „heger sedemê tawanbarkirina min ji bo Kurdan xwestina federasyonê be, Serokkomarê dewleta we jî qasî min sûcdar e.“
Di gotina xwe da Ozal çiqas xwedî armanceke cuda ba jî, wî dixwast ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd, hemû rê û rêbaz bên gengeşikirin.
Wê demê ew gotinên ku Ozal dianî ziman, ne tenê ji bo min, ji bo mafdarîya hemû kurdan pêwîstên giranbuha bûn û tesîra wan jî çê dibûn.
Lê mixabin di demek kin da ev gotinên Ozal bûn bela serê wî. Dewleta binerd vala nesekinî, Ozal kuşt û gotinên wî yên giranbuha jî, di roja ewil da, berî herkesi ji alî heval û hevalbendên wî va hatin terk kirin.
Piştî mirin ya jî kuştina Ozal, Dewleta Tirk careke din dîsa vegerîya ser sîyaseta xwe ya qirêj û gotinên wî jî bûn dîrok… Li herdu alîyan jî şûna dengê sîyasetwanan, dengê çek û rextan girt.
Di wê encamê da, bi hezaran gund û bajêr şevitîn…
Bi mîlyonan Kurd ji welatên xwe koçber bun…
Bi hezaran Kurd li kuçe û kolanan ji alî dewleta binerd va hatin kuştin.
Di ser wê rojê ra 20 salên dirêj derbas bûn.
Li dinyayê, li Tirkîyê û Kurdistanê gelek guhartinên balkêş çêbûn.
Dewleta Tirk guherî…
Redkirin û înkarkirina Kurdan bû dîrok…
Lê Kurd û Tirk hê jî di cîhê xwe da ne û li dijberî guhartinê çi ji destên wan tê, dikin.
Çawa ku bist sal berê Kurd bi mirina Ozal şadibûn, îro jî Tirk ne tenê bi mirina sîyasetwanên Kurd, ew, wek kurê Sirri Sakik bi mirina zarokên kurdan va jî şa dibin.
Ev yek jî dide xuyakirinê ku piranîya herdu alîyan jî îro ji hev ra tenê xwîn û mirinê dixwazin.
Tirk bi mirina gerîlayên Kurd şa dibin…
Kurd jî bi mirina polês û leşkerên Tirk…
Ferqa îro û bîst sal berê ew e, ku çeyî û xirabîyên herdu alîyan jî di cîhê xwe da namînin û zu belav dibin.
Jiber ku, bist sal berê internet hê tune bû…
Facebook û Twiter jî hê îcat nebibûn.
Îro kî çi dike û bi çi dikene, bi çi digrî û bi çi şa dibe, li ber çavan e…
Rreşî û rûpakîya herdu alîyan ji dûr va be jî bi hêsanî tê dîtin…
02.10.2012
ikramoguz@navkurd.eu