BDP’ê îro biryara vegera parlamentoyê girt. Tê zanîn ku BDP, bi berendamên serbixwe beşdarî hilbijartina 12’ê Hezîranê bibû û ji wan berendaman 36 kes hatibûn hilbijartin. Ji wan yek jî Xetîp Dicle bû. Sedem iptalkirina hilbijartina Xetip Dicle, BDP’ê jî ji bo beşdarbûna parlamentoyê biryara boykotê girtibû.
Piştî hilbijartinê di vî warî da, navbera BDP’û AKP’ê da gelek danûstandin jî çêbûn. Lê mixabin li hev nehatin û pişt ra jî betlana parlamentoyê dest pê kir, vegera wan jî hata îro ma.
Ji piştî hilbijartinê vir da, daxwazên ku BDP’ê ji bo beşdarbûna parlamentoyê dabû pêş, ji wan tu yek nehate cîh. Lê gelek guhartin çêbûn, hem li alî Tirkan hem jî li alî Kurdan….
Ew guhartin çi bûn?
Piştî hilbijartinê, têkilîyên ku di navbera PKK’ê û dewletê da didomîyan, hatin birîn.
DTK’a yê Xweserîya Demoqratîk ilan kir, dawîya wî neanî.
Hevdîtina Abdullah Ocalan, bi abûqat û malbatîyên wî ra hat birîn. Bi vî awayî têkilîya Ocalan û PKK’ê jî qetîya.
PKK’ê bi êrişa xwe ya Ferqînê va biryara agirbestê bi yek alî îptal kir.
Ji êrişa Ferqînê vir da, li gelek dewerên Kurdistanê bûyerên çekdarî qewimîn. Di wan bûyeran da xêncî poles, leşker û gerîlayên Kurd, gelek kesên sivîl jî hatin kuştin.
Li hinek bajarên Tirkîyê bombe teqîyan, hinek kesên bê sûc û bê guneh ji cane xwe bûn.
Dewleta Tirk careke din dest bi şerê qirêj kir, bi balafir û top û tifingên xwe, careke din dest bi bombebarankirina gund û çîyayên Kurdistanê kir.
Dewleta Tirk, li dijî şaredar û rêvebirên BDP’ê dest bi operasyonan kir û hata îro sê şaredar û bi sedan rêvebirên BDP’ê avêt heps û zîndanan.
Têkilîyên Tirk û Kurdan hatin birîn, di navbera wan da bîr û bawerî nema.
Bi taybetî li Kurdistanê careke din dîsa ket bin atmosfera şer..
Bi destpêka şer va, navbera Kurdên Bakûr û Başûr sar bû, xebata ji bo Konferansa Kurdistanê ji alî Mesud Barzanî va hate rawestandin.
Bi awayekî din, gor rojên piştî hilbijartina 12’ê Hezîranê hem ware sîyasî hem jî ware civakî da rewşa Kurdan îro daha xirab e.
Lê dîsa jî biryara ku BDP’ê îro ji bo vegera parlamentoyê girtîye, dereng be jî, çêtir e.
Wek gotineke Tirkan, vegera ji zirarê dereng be jî, kar e.
***
Gundîyek me hebû, nave wî Îlyas bû. Lê herkesî jê ra Xalê Eylaz digot.
Xalê Eylaz xwedîyê mêrg û zeviyê mezin bû. Çinîn û rakirina merg û zevîyên wi ji bo wî derdeke giran bû. Di gund da pale nedidît, lewra herkes berê merg û zevîyê xwe diçini, wext bima karê paletîyê dikirin.
Xalê Eylaz ji bo çareskirina derdê xwe dermanek dîtibû. Bi baran titûna Tekelê anîbû, kî jê ra paletî bikiraba, di şûna peran da titûn da wî.
Wek tê zanîn, di salê 70’ê yî da, ji bo gundîyekî cixarekêş titûn ji peran bi qimettir bû. Perê wan heba jî bi h^sanî titûn nedihat dîtin. Sedem wê yekê gundîyên cixarekêş ji bo xatirê titûnê kar û barê xwe dihîştin, diçûn ji Xalê Eylaz ra rojek du roj paletî dikirin. Bi saya titûnê hem gundî bêcixare nediman, hem jî mesela merg û zevîyên Xalê Eylaz çareser dibû.
Havîn û payîz derbas dibû, rojên zivistanê, yên dirêj dest pê dikir. Xalê Eylaz jî wek gundîyên din, dihat li oda gund, li dora soba germ rûdinişt, lingê xwe davêt ser hev, kolozê xwe li ser serê xwe xwar dikir û pesnê xwe û hunerîya xwe ya bazirganî dikir.
Digot; „Mala Xwedê ava be. Min îsal jî merg û zevîyê xwe ji erdê rakir. Li alîkî bi saya titûna tekelê kêmasîya paleyan nekişand, alîyê din jî heqê wan bi titûnê dida û bi firotina titûnê jî kar kir.“
Gundîya jê dipirsî; „Te pakêta titûnê bi çi hesap dikir?“
Xalê Eylaz; „Çim ez karê xwe nizanim, pakêta titunê bi 35 kuruşa dikirî, ber heqê paletîyê da jî bi 25 kuruşa hesap dikir. Bi saya titûnê hem mêrg û zevîyê xwe ji erdê rakir, hem jî serê pakêta titûnê da 10 kuruş qezenç kir“ digot û bi vî gotina wî pilqîn diket nav gundîya, dengê ken û henekên wan diçû erş û ezmanan…
Nuha mesela vegera BDP’ê ye. Li ser girtina biryara boykotkirina parlamentoyê da çar meh derbas bû. Di nav van çar mehan da tu daxwazek BDP’ê nehate cîh. Di rewşa Kurdan da xêncî tirs û xofa destpêkirina şer tu guhartinek baş jî çênebû.
Xalê Eylaz hesabê titûnê şaş dikir, serê pakêtê da 10 kuruş zirar bikira jî, mêrg û zeviyên wî li erdê nediman.
Bi hesabên DTK û BDP’ê va çar meh derbas bû.
Ne mesela hilbijartina Xetîp Dicle çareser bû, ne jî wekîlên girtî hatin berdan.
Serda, bi sedan keç û xortên Tirk û Kurd hatin kuştin, bi hezaran Kurd hatin girtin.
Lê dîsa jî biryara vegera wan baştir e, bese ku ji şaşî û kêmasîyên xwe yên borî dersek bistînin û wan careke din dubare nekin…
28.09.2011
ikramoguz@navkurd.eu