Gundîyê me jî wek kesên herêmê murîdê mala Şêx Said bûn.
Yên xwedî bîr û bawer, di ware olî da li pê mala Şêx diçûn û ji gotinên wan dernediketin. Di navbera wan û cînarek wan da pirsgirêkeke civakî derketaba, berî dadgehê xwe davêtin mala Şêx û ji bo çaresrîya wê pirsgirekê alîkarîya wî dixwastin.
Şêx jî gor şert û mercên xwe civînek saz dikir û di derbarê wê pirsgirekê da kî tiştek bizanibîya, wan guhdarî dikir û pişt ra biryara xwe dida. Ew biryar bê qewl û qirar dihat cîh û tu kesî îtiraza wê nedikir.
Di nav murîdan da mirovên bê bîr û bawer jî hebûn.
Wan jî murîdîtîya xwe bi awayek din dianîn cîh.
Havîna tirpanên xwe didan ser milê xwe û berî zevî û mêrgên xwe diçûn bê pere û bê pûl ji mala Şêx ra paletî dikirin, berê merg û zevîyên wan, paşé jî vedigerîyan yên xwe diçinîn. Carcaran mêrg û zevîyên wan hişk dibûn, zirar û zîyaneke mezin didîtin, lê dîsa jî xem nedikirin.
Payîza pez û dewarên mala Şex di navbera xwe da belavdikirin û hata biharê xwedî dikirin ku ji vê yekê ra “pûtî” digotin.
Di salên şêstî da, ji gundê me jî hinek kes, wek hercarê dîsa bi tirpan û dirmixên xwe va berê xwe dabûn ber bi gundê Şêx û ketibûn serê rê. Wê salê di nav wan kesan da apeke min jî hebû.
Koma gundîyên me bi hevaltî ji gund derketibûn, di mêrga Şêx da, sedem kersekek rêxa di nav pênîr da, pevçûbûn û wek neyar vegerîyabûn gund.
Gor gotina apê min, ew terin di mêrga Şêx da gîha diçinin. Rojek ji bo taştêya sibê tirpan û dirmixên xwe datînin erdê û tên li ser lasên gihê rudinên. Sifra xwe radixin û dest bi xwerinê dikin. Di sifrê da nan û mast û penîr…
Apê min di nav parçeyek penîr da kersekeke piçûk dibîne. Destê xwe dirêjî perçê penîr dike, hêdîka digre, bi dizîka dûr davêje ku bila bîzê kesî jê neyê.
Ji gundîyên me yek penîravêtina apê min dibîne û bi hêrs jê dipirse:
– Ew çi bû te avêt?
Apê min;
– Tişt nebû, tenê perçeyek penîr bu“.
– Çima?
– Di nav da kersekek rêx hebû, loma.
– Tu şerm nakî penîrê mala Şêx davêjî.
– Malxirab, di nav penîr da kersekek rêx hebû, loma min avêt.
– Rêx be jî rêxa mala Şêx e û teberik e. Tu şerm nakî wî teberikê digrî û davêjî erdê.
– Kero, madem rêxa mala Şex jî teberike, ha binêre Şêx wa ye li ber çem tahareta xwe digre. Here gûyê Şex jî bixwe, ew jî ji bo te teberik e.
Li ser vê dîyalogê, gundîyê me ji cîhê xwe radibê û êrişî apê min dike.
Paleyên din dikevin navbera wan û wan ji hev vediqetînin.
Li ser dengên wan Şex misînê xwe yê avê datîne erdê û tê ba wan. Di derheqê munaqaşa wan da ji paleyên din agahîyê digre û pişt ra ji wan ra dibêje;
„Hey malxirabno, rêx û teberik, ewqas jî nabe. Bi rastî exmeqîya wusa jî zêde ye!“
Li ser van gotinên Şêx, gundîyê me ji Şêx û apê min lêborîna xwe dixwaze, lê ji wê rojê şûnda bi apê min ra neyartîyê dike û pê ra naaxife.
Ji wan salan vir da, di civata me da jî gelek tişt hatin guhartin.
Tê da kêmasî û xeletî hebin jî, civat pêşda çû.
Tesîra Şêx û melan kêm bûn.
Tarîqatên olî jî ji wê pêşveçûnê para xwe girtin.
Mixabin, di şûna tarîqatên olî da, tarîqatên nû peyda bûn.
Bi navên mezin û bi navên giran.
Bi îddiayên pûç û vala.
Îro tu kes ne gotinên wan, ne jî kirinên wan rexne dike. Ew çi dibêjin bila bibêjin, gotinên wan wek ayetên muqeddes tên qebûlkirin, kirinên wan jî wek ferz û sunet…
Duh Şêx û melan qedera murîdan dinivîsand, îro jî serok û rêber rê didin ber wan…
Wek wan bijî dibî murîd, wan rexne bikî û ji wan dur bisekinî, bersiva xwe distînî bi hers û sirûd…
Çi bêjim, bila Xwedê me me ji wan ji Şêxên wan xilas bike…
17.07.2011
ikramoguz@navkurd.eu