Carcaran mirov dixwaze ji qirêj û gemarîya civatê û ji derd û kulên jîyana rojane durkeve. Lê daxwaz tenê ne bes e. Mirov nexwazê jî hinek caran bêhemdi, xwe di nav wê qirêjîyê da dibîne. Lewra tekîlîyên civatê û jîyan, qasî başî û paqijîyê, qirêj û gemarîyê jî di nav xwe da disitirînin.
Ji ber vê yekê ye ku daxwaz tenê çare nine, gere mirov xwe jî têkilîyên civatê jî dur bixîne. Wek Robînson mirov xwe nikaribe bavêje doravekî jî, dîsa jî bixwaze dikare bi saetan an jî bi rojan ji xwe ra jîyanek bê derd û kul û paqij avake.
Di demên wusa da ez xwe davêjîm mal. Di oda xwe da rudinêm û dest davêjim coputera xwe. Kilam û stranên Şahê Dengbêjan Şakiro yên ku di computera min da qeyd kirîne, hemuyan dijmêrim û vedkim. Bi wan kilam û stranên wî va ji xwe ra jîyanek bê sînor ava dikim û ji hemû têkilîyên rojane durdekevim.
Dema ku Şakiro dest kilam û stranan dike, ez çavên xwe digrim û bi wî ra dikevim rêwîtîyê, rêwîtîya dirêj û dîrokî…
Şakiro dest bi “Delalîyê” dike û dibê;
„Ax Delalyê hêy hêy,
Sibeye min ji te ra nego di rê da ha di rê da, tu rabe çava bişêne birya pê da pê da
Emê destê hev duh bigrin bimeşin ber gola mirad a gilî û gazinên xwe bikin bi avê da
Emê kaxizeîk binivsînin ji Canibî Xaliqê Alemê Rebê Jorîn di Xwedê da
Ji xwe ra bavên gola hêşîn delxê di barê da…
Belkî ji ba Xwedê da miradê miradxwaza biqedî ne, mirazê min û te da bi tevahî,
Meha Remezanê Şeva Leyle-tul Qedir, di mala bavê piş perdê da herê lê…
Sibeye vê sibengê li me sur a sibê bîhna bê tê hêê…
Ezê ji pişta konê mala bavê keleş a fetilîm narîna min ji jêr tê hê…
Kawa min a kubar û nazik û nazelîn fenanî kehêla ji kehêlê diyarberda,
Pêsîr û rext serî bi rişme, merî gemek ji gemê dîyarbekir lê bixîne,
Zînekî Şamê namilê bîne, rimek ji tavê dest xwe bixîne hêy hêy,
Lingê xwe bikê rikêfê destê xwe bavê dizgînê
Di kerawîyê va, di seqawîyê va, çar buhurê Çawirma Xelîl Axa va
Xwe bavê zozana , zozanê me Xamirpêtê herê lêêê…”
Bi kilama “Emro” va ez ji Zozanê Xamirpêtê radibim û berê xwe didim Çemê Muradê, pişt ra xwe davêm etegên Çîyayê Sinê û Sinêgê nav berf û qiraxê…
Bi kilama “Qazê” va, carek din bi rê dikevim, Bingöl, Şuşar û Takman, welatê me Serhedê digerim, li çîyayê Şahwelat konan diçikînim…
Bi Kilama “Saliho” va, wek bayê başur banz didim, diçim ser gola Wanê, bi qayix û gemîyan va dighîjim Tetwanê… Ji wir xwe davêm heps û zîndana Dîyarbekir nav girtî û mahkumên dewletê…
Dema ku dest bi klama “Neçîrvano” dike, demsal diguhure, dibe bihar. Radibim li hespê “ Bozî Rehwan“ sardibim, beşlîka Romê davême mile çepê, cotek Tajîyê reşê xezalî davêjim merezê, bi Şemo yê sîwarê Çacanî Kavrêşî Çavreş ra berê xwe didime bêlanê bilind, derdikevim nêçîra Xezalan…
Bi Kilama “Serayê” va, dem dibe zivistan. Cemaat sazbuye, Mîr û hakim li serê cemaatê runiştine pesnê dost û yarên xwe didin. Ez wan yek û yek guhdarî dikim. Pişt ra kum û kolozê xwe xar dikim û tênê pesnê Seray a Memed Axa didim…
Dawîyê da radim berê xwe didim koşk a Surmelî Mehmed Paşayê Millî û li wir dibim mêvan. Bi roj û şevan di nav cemaata Surmeli Mehmet Paşa da cîhê xwe digrim, pêşbirkîya di nav Evdalê Zeynikê û Gulê, Gula File da derbas dibe, guhdarî dikim.
Dema ku Ewdalê Zeynikê di dawîya kilama xwe da; „Temo lawo mirin çêtir e ji feqîrîyê“ dibê, mirov çawa ku ji xewnên şêrîn hişyar dibe, rêwîtîya min a bi kilam û stranan va jî bi wî awayî diqede…
Heger hun jî dixwazin rêwîtîyek wusa bikin, ne hewce ye xwedî mal milk bin.
Ji bo vê rêwîtîyê çen d kilam û deng û awazên Şakiro bes in…
- 05.2010
ikramoguz@navkurd.eu