Ev slogan ji alî çepên radîkalên Tirk va dihate gotin. Tirkîtîya wî wuha ye: Hak verilmez alınır! Raste, di civatek bê edlayî û ne wekhev da kes mafê kesî bi hêsanî nade kesî.
Mirov an jî hinek qeflên civatê mafên xwe yên bindest ancax bi daxwaz û tekoşînê dikarin bistînin û bikarbînin. Bê daxwaz û bê xebat tu kes sernakeve. Lê serkeftin di her şert û mercan da bi destê zorê jî nabe. Daxwazên maqul û meşrû carcaran bê zor û bê şer jî tên cîh…
Ji despêka damezrandina dewleta Tirk vir da, li Kurd û Elewî û karkerên Tirk neheqîyên gelek mezin hatin kirin. Ne hewceye ku em van neheqîyan yek û yek binivsînin. Kesên ku li Tirkîyê dijîn û rejima Tirk nasdikin, van hemû neheqîyan dizanin.
Kîngê ku gelê Kurd ji bo mafên xwe yên netewî daxwazên xwe anîn ziman, zilm û zordarîya ser wî qat bi qat zêde bu. Ne ku dayîna mafên wî, hebûna wî jî hate înkarkirin.
Ji vî zilm û zordarîya rejima Kemalîst, qasî gelê Kurd Elewî û karker û xebatkaran jî para xwe girt.
Bir û bawerîyên Elewîyan jî wek mafên gele Kurd hatin înkarkirin. Zar û zêçên wan jî gor bîr û bawerîyên olî yên serdest hatin perwerdekirin.
Di dîroka dewleta Tirk da cara yekemîn e ku AKP guh da daxwazên Kurd û Elewîyan. Hebun û cudayetîya wan bi fermî qebul kirin û ji bo bikaranîna mafên wan hinek gavên girîng avêtin.
Lê mixabin muxalefeta herî mezin jî îro ji wan dibînin.
Kîngê ku hinek daxwazên Kurdan tîne cîh, pranîya Kurdan dijî wê derdikevin û dibên „AKP me dixapîne û bi hinek tiştên piçuk me ji doza me durdixîne“.
Gava kû ji bo daxwazên Elewîyan gav davêje, Elewî radibin pê, daxwazên xwe ji bîr dikin û ji bo têkçuna rejima Kemalîst li çokên xwe dixin û hêsran dirijînin.
Dema ku AKP ji bo kêmbuna desthilatdarîya ordîya kemalîst hinek gavên demoqratîk davê, hem û karker û xebatkar û çepên Tirk dikevin millê hev û li dijî AKPê bi xwinmêjên xwe ra dibin yek û dijbertîya wê dikin.
Raste, AKP ne partîyek demoqrat, ne jî partîyek pêşverû ye. Lê AKP pêşeroja xwe di têkçuna kemalizmê da dibîne û ji bo vê yekê jî hîmê kemalîzmê dilerizîne. Çepera derdora kemalîzmê teng dike. Bi dijberên neyarên xwe ra îtifaqan saz dike û ji bo armanca xwe ya pêşerojê, carcaran gavên bê dil jî davê je.
Kurd û Elewî û çepên Tirk çi dikin?
Ew jî pêşeroja xwe berdane, hê bi sloganên xwe yên kevnar paşeroja xwe da dijîn. Bi dijbertîya AKPê roj bi roj ji daxwaz û armancên xwe durdikevin û gav bi gav nezikî kemalîzmê dibin.
Lê nizanîn ku parastina kemalîzmê ji bo AKPê dawîya îqtidarê be, ji bo wan zilm û zordarî ye…
21.02.2010
ikramoguz@navkurd.eu