Mirov zindîyek beşerî ye û di nav civatê da mezin dibe. Başî û xrabîyên xwe, rastî û xeletîyên xwe ji derdora xwe distîne û gor orf û adêtên civata xwe dijî.
Di biçuktîya xwe da di bin tesîra dê û bavê xwe da dimîne. Wan ji xwe ra wek model digre. Rabun û runiştina xwe, xeberdana û rêveçuna xwe wek wan dike.
Pişt ra di bin tesîra heval û hogirên xwe da dimîne. Bi wan ra radibe û rudinê. Ji wan tiştên nu hîndibe. Ji alîkî va hinek tiştan ji wan distîne, hinek tiştan jî dide wan. Ew tişten bi hev ra parva dikin, di piçuktîya xwe da ji dê û bavên xwe û ji malbatên xwe girtine.
Dema perwerdetîyê da jî di bin tesîra mamoste û sîstema perwerdetîyê da dimînin. Gor sîstema perwerdetîyê digîhîjin.
Di civatek da sîstema perwerdetîyê bi çi awayî be, yên ku di wir da perwerde dibin, ew jî bi wî awayî digîhîjin û gor wê sîstemê dijîn. Di pêşeroja jîyana xwe da çii karî bikin gor zanayî û tecrubeyên xwe yên ji pêşîyên xwe girtine, dikin.
Medrese xwendibin dibin mele û cemaatê wek melên xwe birêve dibin.
Mekteba leşkerî da xwendibin, dibin serleşker û leşkerên di bin qumandarîya xwe wek yên berê peywirdar dikin.
Kîjan karî dikin bila bila bikin, mirov bi çi awayî perwerde bibin, gor wê sîstemê di civatê da wezîfa xwe tînin cîh. Yên ku ji wê sîstemê durbikevin û tişten baş an jî ne baş bikarbînin, cudayetîya xwe di nav civatê da nikarin dur û dirêj bidomînin. Yan wek şert û şurtên civatê xwe diguherînin, yan jî civatê dur dikevin.
Guhartina civatê ancax bi guhartina sîstema perwerdetîyê va mimkun e. Guhartinên rojane nexwaşîyên civatê çareser nake û dibe sebebên nakokîyên nu.
Ji ber vê yekê ye ku du-sê salan da carê serleşkerê ordiya Tirk tê guhartin, lê ew nexweşîya di nav ordiyê da peyda buye, naqede.
Berê di deh sala da carê dest davêtin ser parlamentoyê û rêvebîrîya welat digirtin bin destên xwe.
Tê dîtinê ku di van salên dawî da her sal ji bo darbeyek nu plan û program hatine çêkirin.
Yek têkçuye, yekî din hatîye amadekirin.
Ji bo van dek û dolabên ordîyê xêncî hinek oldar û demoqratên liberal deng ji kesi jî dernayê. Çepên Tirk çavê xwe ji van kirinên ordîya ra girtine û ji sibê hata êvarê partîya AKPê rexne dikin û Erdoxan wek dîktator îlan dikin.
Kurd jî ji sibê hata êvarê bi Îmralîyê ra meşkulin . Carcaran ji bo tiştên din firsendê bibînin, wê badilhewa derbas dikin û wek çepên Tirk Erdoxan û partîya wî ji bo rejima kemalist tehlukeyek mezin dibînin.
CHP û MHP kar û barên xwe yên sîyasî hîştine û abuqatîya ordîyê dikin.
Yên wek Mumtazer Turrkone jî diben bvila AKP ordîyê belake û ji nuva ordîyek damezrîne.
Ev pêşnîyarek başe, lê bi kê va.
Gelo ew mirovên ku çekên leşkerîyê li xwe kin û bibin qumandar, ewê ji yên îro çetir û demoqrat bin?
Ne bi çuyîna Başbux, ne jî bi guhartina ordîyê nexwaşîyên Tirkîyê derman dibe. Ji bo Tirkîyek demoqrat û aştîxwaz yek çareyek tenê heye.
Ew jî guhartina sîstema perwerdetîyê ye.
25.01.2010