Salên 90’î, li Turkîyê, di hemû mîtîng û meşên karker û xwendevanên çep da sloganek gelek xweş dihat avêtin. Ew slogan wuha bu:
„Susma, sustukça sira sana da gelecek!“
Mirov dikara vê sloganê wuha wergerîne zimanê Kurdî:
„Bê deng nemîne, çiqwas bê deng bimînî, ewqas dor zu tê te!“
Lê belê Tirkîtîya wê sloganê li guhê mirovan daha xweş tê. Ji ber ku ew ji bo Tirkan dihat avêtin û orjinala wê jî Tirkî ye.
Bi daxwaza girtina AKP’ê, rastîya vê sloganê carek din hate îspatkirin…
Heta îro kîngê ku daxwaza girtinê ji partîyek Tirk ra hate xwestin, ji çapemenîya Tirk heta nivîskar û siyasetmedarên Tirk, ew çeteleya partîyên hatine girtinê derdixin û dibêjin; „Tirkîye wê bibe goristana partîyan“.
Lê bi girtinên partîyên Kurd, tu dengek ji van camêran dernediket. Ê dengê xwe derdixistin, pirranîya wan jî rêvebirên partîyên Kurd rexne dikirin û bi dengeki digotin; „Bila ew jî gor şert û şûrtên Tirkîyê bixebitin û realîta Tirkîyê bidin ber çav û cûdakarîyê nekin“.
Dozgerê dadgeha bilind ya Tirkîyê Abdurrahman Yalçinkaya di derheqê AKP’ê da dawe vekir û gor doznameya wî AKP bûye nîvenda tawanîye û divê bê girtin.
Abdurrahman Yalçinkaya ji bo doznameya xwe, gotinên Ewdila Gul, Teyîb Erdoxan, Bulend Arinç û gotinên nêzîkî 70’ê kesen din sebeb nîşan dide.
AKP, ku hilbijartina dawîyê ya ku di sala 2007’an da pêk hat, ji % 50 rey histandîye û îro bi serê xwe tenê Tirkîyê îdare dike.
Kesên ku ji alî dozger va tên tawanbarkirin, ji wan yek Serokkomar, yek Serokwezîr, yê din ji serokê parlamentoya Tirk yê kevn e.
Gor dozger sûc û guneyê wan jî, xebatên wan ên ji bo guhartina pergela rejima kemalîst e…
Bi rastî min dixwest ku ev îddiayên dozger rast bin. Lê ew îdiayên wî jî wek gotinên kemalîstan wir û valan e.
Lewra Erdoxan û Evdile Gul jî di derbarê hîmê rejimê da wek dozger û parêzgerên dewleta kemalîst difikirin.
Ew Erdoxan ne ku, duh heta ku jê dihat bi dengekî bilind digot; „Ez DTP’yîyan tu carî qebûl nakim û bi van ra nayêm ba hev, heta ku ew PKK’ê terorîst îlan nekin.“
Berîya daxwaza girtina AKP’ê dozgerê ku îro ji alî Erdoxan va tê rexnekirin, ji bo girtina DTP’ê jî dawe vekiribû û di derheqê DTP’ê da wek Erdoxan xeber dida.
Erdoxan jî duh bi wan gotinên xwe yên ji bo DTP’ê digot, piştgirîya dozger dikir ku karê dozger hêsan dikir.
Îro jî, wî dozgerî rexne dike û îdiayên wî yên ji bo AKP’ê di doznamê da nivîsandîye, bêhiquqî nîşan dide û wek şervanên demoqrasîyê doza demoqratîyê dike.
Lê Erdoxan jî, wek mamosteyê xwe yê bi nav û deng Erbakan, Erbakanê ku ji bo „Susurluk“ê fasa fîso digot, dereng ma.
Heger Erdoxan û Cemil Çiçek, li dijî leşakeran piştgirî bidana dozgerê Wanê Ferhat Sarikaya…
Heger Erdoxan li ser daxwazên serokê baroya Amedê Sezgin Tanrikulu, daxwazên ji bo zimanê Kurdi, „Ji mirovê ezeb ra berdana jinê hêsan e“ negotiba…
Ew gotinên xwe yên îro ji bo dozgerê dadgeha bilind ra dibêje, duh ji bo îdianameya wî ya di derheqê DTP’ê da nivîsandibû, bigota û bi gotinên xwe piştgirîya dozger nekiriba, dor îro nedihat wî û partîya wî…
Lê ew û rêvebirên AKP’ê hê jî dikarin derengmayîya xwe telafi bikin.
Ew jî ne bi gilî û gazinan…
Bi gavên demoqratîk û bi cesaretê va dibe…
15.03.2007