Di civata Kurdan da hemû Kurd dikarin şivantiyê bikin, le tu car nikarin bibin serşivan. Ji bo serşivantîyê huner û cesaret lazim e.
Ji bo şivantîya pez û dewarên gund kes li serşivanan nagere. Li wir sînorê şivantîyê, sînorê derdorê gund e. Cîyê pez çêrandin û şevînê, ji serîda tê zanînê û tehlûkeyên hebin, ew jî ji pêş da tên texmîn kirin.
Serşivantî, ji bo pez û dewarên celep, pez û dewarên ku bi mehan li serê çîyan dimînin û bi şev û roj di bin êrişe gur û hurçan da, diz û çilpizan da dijîn, lazim e.
Serşivantî, kêmasî bi alîkarîyan du kesên alîkar va, ku ji wan ra dawaco dibêjin, mimkûn e.
Dawaco, alîgirên serşivan in, gorî şert û şûrtê ku serşivan dide pêşîya wan ve, bi rê ve diçin, gorî hunerê serşivan karê xwe dikin. Muamela ku dawaco ji serşivan dibînin, wê yekoyek li ser pez û dewar dicêribînin.
Her şivanek jî nikare gorî dilê xwe serşivantîyê bike, ji bo serşivantîyê ajotin û xwedîkirina pez û dewar tenê ne bese, gelek şertên din jî hene ku, ji wan ra jî huner û cesaret lazim e.
Gor tarîfên celepçîyan, serşivanê herî baş ewe ku navbera zevî û mergan da, di sînorê gund û bajaran da pez û dewarên xwe, bê qeza û bê bela derbas dike, tu zerarê nade wan.
Serşivanê baş ewe ku, piştî xoyêdanê, pez û dewarê xwe dikare tî bibe ser avê û bikaribe tî şûnda bîne.
Serşivanê baş ewe ku, bi zimanê pezê xwe diaxife û gori hunerê xwe wan bi rêve dibe û wan ji gur û hurçan, ji diz û çilpizan diparêze.
Ev tişt jî, ne bi darê zorê, ne jî bi hêrs û qêre qêrê dibe.
Tilsima vî karî, huner e, hunerê şivan e.
Ew huner carcaran fîtikek baş e, carcaran jî dengê bilûra bi hostayi ye.
Dengê bilûra şivan ya bi hostayî aqil û hiş ji serê pez dertîne, wan gêj dike û li dora şivan dicivîne.
***
Têkilîyeke wusa di nav civatên hemdem û modern da nayên dîtin. Ne dengê bilûra bi hostayî, ne jî cesareta xam, bes e. Ji bo rêvebirîya civatê, zanîn û xebatek durist jî lazim e. Ev du tişt ku bi mirov ra tune be, mirov ne dikare xwe, ne jî dikare civatê idare bi rê ve bibe.
Gelo rewşa civatên paşdemayî jî wusa nin?
Ji bo rêvebirtîya rêvebirên wan, huner û zanîn, yan jî fîtik û dar lazim in?
Bi rastî dema ku mirov li der dora xwe dinihêre, dikare bi hêsanî bêje ku, ji bo civatên paşdemayî ne huner û zanîn, ne jî dengê bilûra bi hostayî pêwîst e.
Di destê kê da darê hesin, di devê kê da fitikeke tîz hebe, ew gorî kefa dilê xwe mirovan ji pez û dewar hêsantir bi rêve dibe û wan gêj dike û li der dora xwe dicivîne.
Ji ber wê yekê ye ku kemasîyên di nav gelê bindest û yên paşdemayîn da hene, tişên pîşadî nînin. Ew çiqwas bi darê zorê, bi rê ve biçin jî, tu car nikarin qedera xwe ya bêyom biguherînin.
Ji bo guhartinê, aqilê kamil û metodên zanyariyê lazim in.
Ew jî li ba Kurdan nînin…
17.03.2007
ikramoguz@navkurd.eu