Ambasadorê Amerîkayê yê Iraqê Zalmay Xelîlzad çend roj berê li Hewlerê, di merasima vekirina ofîsa Tîma Jinûveavakirina Herêmê li Kurdistanê de behsa hevpeymaniya Kurdistanê û Amerîkayê kir û got; „Rast e ku tenê çiya dost û penaya Kurdan in, lê belê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê jî pêbendiyeka demdirêj digel xelkê Kurdistanê heye û ji vir şûnda jî hevpeymaniya me dê hevpeymaniyeka demdirêj be û Xwedayê mezin bila xelkê Kurdistanê û hemî xelkê Iraqê pîroz bike û biparêze.“
Rast e, bi sed salane ku Çiyayên Kurdistanê bi Kurdan ra dost bûn, starî li Kurdan dikirin û ji neyarên wan diparastin. Kurd kingê biektana tengasîyê, berê xwe didan çiya û di paşlê çîyan da ji xwe ra jîyanek nû ava dikirin û ji bo tekoşîna mafên xwe, xwe ji nû va amade dikirin.
Ew Çiya, carcaran Zagros, carcaran Cudî, carcaran jî Ararat û Sîpan bu. Çîya sar bûn, asê bûn, bê dar û bê war bûn, lê ji Kurdan ra ne bêbext bûn, wek Tirk, Faris û Ereban.
Ji ber vê yekê ye ku gelê Kurd bi rûmet li Çîyâyê Kurdistanê nihêrîye û dost û hevaltîya xwe û çîyan bi klam û stranan, bi helbest û çîrokan va xemilandîye û anîye ziman. Kilam û stranên li ser çol û çîya tên gotin, di nav zargotin û edebiyata kurdan da xwedî cîyeki gringin û gelek în. Lê qasî ku di helbesta xwe ya bi navê Rev da Edo Dêran(*) dost û hevaltîya Kurd û çîya tê da anîye ziman, kêmin. Edo Dêran, di wê helbestê da ne tenê starîya çiyan, di derheqê bêbextiya cendiraman da jî wuha dibê;
„Ser meda girtin
Berbangeke kûr
Em du bira bûn
Emê destê vala
Isdêrk huldişîyan
Dîkê subê hê xewdabûn
Em du bira bûn
Ketibûn pey belengazîya xwe
Derketibûn serê çîya
Çîya ne bê bext bûn
Mîna cendirma
Pêxasbûn
Birçîbûn
Û belengazîya me ra
Vekiribûn hemêza xwe ne mezin
ÇÎYA
Sîha me bû me ra heval
Yek jî çîyayê bilindê por sipî
Me zanibû
Çîya ne bê bext bûn
Mîna cendirma … „
Haya Ambasadorê Amerîkayê yê Iraqê Zalmay Xelîlzad ji helbesta Edo Dêran nîne, lê belê, tê xuyakirin ku wî jî gelê Kurd baş naskirîye û, wek qasî çîya dixwaze bibe dostê kurdan…
Ji ber vê yekê ez bi van gotinên Xelîlzad gelek kêfxweş bum. Lê dîsa jî, ew ji hemû teredûtên min ra hê nabin derman…
Ji bo îspata dost û hevaltîya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê mirov dikare gelek tiştan bijmêre. Ev panzdeh salên dawî da Kurdên Başûr bi alîkarîya wan gelek gavên hevbeş avêtin, ji bo bingeha dewleteke serbixwe, xwe her alîda amade kirin. Lê dîsa jî ji bo dostanîya demdirêj, bi kêmasî hê salek lazim e. Kingê gor biryara gelê Kurd, Iraqî û Amerîkîyan, hata payîza 2007’a referanduma Kerkûkê çebê û Kerkuk têkilî herêma Kurdistanê be, wê demê şûnda mirov dikare bi hêsanî bêje dostî û hevaltîya Kurd û Amerîkîyan jî dostî û hevaltiyek demdirêj e, wek ya Kurd û çîyan…
05.03.2007
* Ev helbest, ji teref huquqnasê Kurd Abdurrahman Alaca bi navê Edo Dêran hatîye nivîsandin û salên 60’î da di kovara Yeni Akiş’ta hatîye capkirin…