Gotineke pêşiya ye, dibêjin „Tucarê têk diçe, dest davêje defterên kevn.“
Hinek siyasetvan û ronakbîr û rojnamevanên Kurd jî wek wan tucaran li defterên kevn digerin, da nav rûpelên wan ên kevn da, kirinên xwe yên salan berê dibînin û bi wan pesnê xwe didin. Di nav wan rûpelan kiryareke xirab hebe, jibo wan jî heval û hogirên xwe gunekar dikin. Li hemû kar û xebatên baş xwedî derdikevin, sebebê xeletîyên xwe jî heval û hogirên xwe nîşan didin.
Siyasetvanek dibêje; „Pêncî salê min di vê dozê da derbas bû, min di vî pêncî salî da tu xeletîyek nekir…“.
Hunermendek dibêje; „Min karekî din bikira nuha teqawut bibûm, lê disa jî dest ji hunermendîya xwe bernadim …“.
Ronakbîrek dibêje; „Di ser min da mêrxasek tune bû, karê ku min dikir tu kesî nekir…“.
Rojnamevanek bersiva wî dide û dibêje; „Belê rast e, lê mêrxasîya te bi saya min bû… „ Gotinên wan wusa direj dibin û diçin…
Lê kesek ji cîhê xwe ranabe û nabêje bavê min, çima, ji bo çi we karekî din nekir?
We ev karên xwe ji bo kê kirin û deyndarê we kî ne?
Heger ji van kar û barên we zirarek we hebe, ew jî kemasîya we ye, lewra kesî bi destê zorê ev kar neda ser milê we û ji îro şûn va jî nade.
Hata nuha tu kesî ji bo kesekî din karekî nekiriye û nake.
***
Ev tiştên ku di navbera ronakbîr û sîyasetvanên kurdan da tên munaqeşekirin, henekeka ku min salan berê bi hevalekî xwe ra kiribu anî bîra.
Rojekî ez û hevalekî xwe li cîyekî rûniştibûn û me li ser derd û kulên xwe sohbet dikir. Hevalê min gilî û gazinên xwe ji kurdîtîya xwe û ji hemû Kurdan dikir û hinek pirs li pê hev rêz dikir.
Digot, „Ev rewşa me wê çawa be?
Hata kingê emê di bin lingan da bipelixin?
Em bawerîya xwe bi kê bînin, ew pûç û vala derdikevin?
Pêşeroja me wê çawa be?
Li ser van gilî û gazinên wî, min jî henekên xwe pê kir û jê ra got „Hevalê delal min duh xewnek dîtibû, heger tu dixwazî ez wê xewna xwe bi te parve bikim. Tu yê di wir da bersiva van pirsên xwe jî bibînî.“
Bi gotinên min va rû û rûçikên wî guherî, bala wî hinek sivik bû û got; „De min neteqîne û zû xewna xwe bêje.“
Min dest pê kir û xewna xwe hinek xemiland û jê ra vegot.
„Di xewnê da Xwedê hêz û quwetek wusa dabû min ku, ne guleyên tivinkan, ne yê top û tankan, ne jî bombeyê balafiran tesir li min dikr. Ez ji serîkî Tirkîyê da ketim, di serê din da derketim. Min hemû leşker û polêsên Tirk yekoyek qir kir û dû ra berê xwe da Enqerê. Li wir berê çûm parlamentoya Tirk, hemû parlamenter, wezîr û serokwezîr jî kuşt û pişt ra derbasî Koşka Çanqaya yê bûm. Dest û lingên nobedarên ber derê koşkê û parêzerên Serokkomar girêda, Serokkomar û berdevkên wî kuşt û desthilatîya Tikîyê kir bin destê xwe. Bang li hemû nivîskar û nûnerên ajans û rojnameyan kir û ew hatin li Koşka Çanqayayê kom bûn. Ez derketim ser dîkê û li hizûra wan min damezrandina dewletek nû li dinyayê îlan kir. Bi hêz û quweta xwe ya Xwedayî va heval û hogirên xwe jî anî ba xwe û hukumetek nu saz kir…“
Min hê dawî li gotinên xwe neanîbû, hevalê min gotina min di devê min da birî û got; „Ez dawîya xewna te dizanim, te felankesê jî kir serokkomar, ne wusa ye?“
Li ser gotina wî ya dawîyê min dest ji xewna xwe, xewna ku hê nehatibu dîtin, berda û bersiva wî da. „Çima ez dîn im, bi serê xwe tenê dewleta Tirk hildiweşînim û dewletek nu ava dikim, paşê jî radibim mirovekî din tînim bi destê xwe dikim serokkomar û dikevim xizmeta wî, çima ez dîn im?“
Hevalê min li min nihêrî û gotina xwe ya dawîyê şûnda girt û got; „Rast e, heger dewlet te avakiribe, serokkomarî jî bêguman heqê te ye…“
Hinekên bêjin, ev xewn ji ku derket, xilasbuna me li benda xewna ma?
Na wele, bîlakîs em îro wek duh ne bindestî ne, hinek alîyên me hê bindest bin jî alîyek me azad e û em jî bi vê serkeftinê va dilşa ne.
Lê dema ku dor were muhasebeyê, mirov dikare bêje, li Kurdistana Bakûr jî gelek gavên balkêş hatin avêtin. Di gelek xalan da em Kurd xwedî maf û realita wan hate qebûlkirin. Lê dîsa jî ji bo serkeftinê ev yek tenê ne bes e. Ji ber wê yekê jî kes bi serê xwe tenê nikare bêje, „ez serketi me û gel jî deyndarê min e.“
Kî çi kiribe, serî da ji bo xwe, pişt ra jî ji bo heval û hogirên xwe û welatê xwe kirîye.
Bi hezaran Kurd di rîya tekoşînê da can û malên xwe dan. Bi hezaran kes, ji zar û zêçen xwe, ji axa bav û kalên xwe dûr ketin, di heps û zîndanan da man, ezîyet û tade dîtin.
Tu kesî ji bo kesî van derd û êş nekişandin. Şirîgtîya eş û derdên hemû Kurdan jî ji pirsgireka wan a netewî tên.
Ji ber wê yekê qelibandina rûpelên defterên kevn, birînên gelê Kurd derman nake, bîlakîs birîn bêtir kûr dibin…
Dermanê têkçûnê çî ye?
Gor raya min, es pozbilindî, dermanê wî jî nefsbiçûktî ze. Bes e ku Kurd li jiyana xwe binêrin, heger hebe xeletîyên xwe bibînin û ji wan dersan derînin. Wê deme ancax dikarin bi hev ra bimeşin û gavek pêşda bavêjin.
Girîngayî, xebatên bi salan nîne, encam e. Heger di encamê da serkeftin hebe, kes xeletîyan nabîne, xebata bê serkeftin pûç û vala nebe jî, kes li wê nanêre…
01.09.2006
ikramoguz@navkurd.eu