Gelê Kurd, ji zilm û zordarîya dewleta Tirk gelek kişand. Ew zilm û zordarî di her xalê jîyanê da bê sînor bû. Nê ku tenê di alî tadê û heqaretê da, alî mirovatîyê û ehlaq da jî sinôrê wê tune bû.
Zilma ku salên borî li gundîyan dihat kirin, ji bo wan ji mirinê bêtir bû. Di wan deman da her gundîyek dixwest were kuştinê, bese ku ew zilm û zordarîya bêwijdanî li ber çavê jin û zarokên xwe û ciranên xwe nebîne.
Polês û leşkerên Tirk jî ew qelsîya gel dizanibûn û tade û exaretên xwe jî gorî wê qelsîyê dikirin. Ew zilm û zordarîya Gelê Kurd ji dewletê didît, heta îro jî ji alî ronakbîr û nivîskarên Kurd va zêde nehat rojevê û nehat nivîsandinê. Ez bawerim, ew zilma ku li gundîya dihat kirin wek tmijarekî piçûk dîtin û li ser wê yekê nedisekinîn. Îro jî arcaran wek bi ken û henekan di sohbetên taybetî da tên ziman, piştî ken û henakan şûnda jî tên ji bîr kirin.
Yên ku zêde tên rojevê, ew jî işkence û tadêyên heps û zîndanan û tiştên sîyasînin.
Halbûkî ji bo sîyasetê ev tişt jî gelek girîng in û gere tu car neyên ji bîr kirin, lê belê tiştên ku îro weke henek tên dîtin û em pê dikenin, gere ew jî werin nivîsandinê ku, bila zarokên Kurd bizanibin, gelê Kurd di bin zilm û zordarîyek çawa da derbas bû ye hata îro hatîye.
Ji ber wê yekê ev zilma ku min lê şahidî kirîye, heta ku tên bîra min ezê binivsînim. Mixabin nivîsandina min tenê ne bese, ez dixwazim yên ku di gundan da mezinbûne û wê zilmê bi çavê xwe dîtine, bila ew jî binivsînin ku, ew ji romannivîs û çîrokvanên Kurd ra bibin bingeh.
Dema ku ew tade û exaretên ku gundiya didit tên bîra min, bi rastî ez jî dikenim, lê wexta ku mirov tîne ziman, ji gelek teorîyên sîyasî zêdetir tesîrê li xwendevanan dike, bi taybetî li ser zarokan, zarokên li dervayî welat dijîn.
Piçûktîya min di gunda derbas bû. Hata roja ku min dest bi dibistanê kir, min tek peyvek Tirkî fêm nedikir, lê haya min ji kurdayetîya min jî tune bû. Min jî wek mezinan dizanîbû ku ez li Tirkîyê dijîm. Dîsa wek mezinên gund, qasî ku ji cendirmên Tirk ditirsîyam, ji ezraîl neditirsîyam. Ezrail, kingê ku di gunda yek bimirîya diket bîra me, lê cendirmeyên Tirk û kirinên wan her roj di bîra me da bûn. Ji ber wê yekê jî dema serê cendirmeyek, yan jî cemseyek esker ji jêrî gund va xuya bikira, mezin û piçûk, hemû mêrên gund berê xwe didan çîyê û heta ku dikaribûn, direvîyan. Kesî sebebê reva xwe jî nedizanibû. Hemû kesên ku direvîyan yek tiştek dizanibûn, ew jî, kî têketa destê leşkerên Tirk, tade û exaret didît û bîla bê sebep dihat işkencekirin.
Em di gund da bi zimanê xwe yê zikmakî diaxifîn, lê haya me ji qedexekirina zimanê me tune bû. Me herderê wek gundê xwe dihesiband, haya me ji cîyekî din, an jî cîyekî ji gundê me cûda jî nebû.
Çîrok û kilamên ku li ser Şêx Said, Neboyê Keleş, Rizayê Xalit, Seyîdxanê Kerr, Yado û ew kesên ji alî deweletê va hatibûn dardakirin û kuştin, me jî guhdarî dikir û di dilê xwe da piştevanîya wan jî dikir, lê belê ji şerê wan û dewletê jî zêde tişt fêm nedikir. Şerê di navbera wan û dewleta Tirk da derbas bibû, me wek şerê di navbera eşîran qewimîbû, didît. Sedemê alîgirîya me jî, neyartîya me ya li dijberî dewletê û hêzên dewletê bû. Her çiqas xêncî leşker û mamostêyên mektebê me tu mirovek devletê neditiba, ew jî ji bo naskirina dewletê ji me ra bes bûn.
Di piçûktîya xwe da ez gelek caran rasti zilma dewleta Tirk hatim, lê ji wan tiştên ku du caran qewimîbûn, tu car jî bir nakim. Ya yek, ez hê heft an jî heyşt salî, dem jî, meha gîha çinînê bû. Ber bi nîvroyê çawa ku çend cemseyên eskêri ku ji dûr va xuya kirin, di nav gunda wek fizildûman rabû, qêrîn û gazin dest pê kir. Kî ji mala xwê derdiket, bi lez û bêz berê xwe dida çîyê. Serê xwe dikir ber xwe, li paş xwe mêze nedikir û hata jê bihata direvîya.
Çawa ku em pê hesîyan, wek zarokên gund em jî bi hevra ketin pê mezînan û revîyan. Hinekê me bê sol û bi lingê pêxasî, hinekên me jî bi kiras û derpê…
Nav seatekî da, di nav gund da bi navê mêrtîyê tu kes nema. Gund vala bû. Kesên ku direvîyan, dixwestin xwe zû va bavêjin ber bextê newal û şikeftan. Bi saet û rojan li wir diman, heta ku cemsê eskerîyê ji gund derketin û berê xwe dan bajêr. Hinek jî çûyina cemse û leşkeran bidîtana jî, bi şev û rojan li derva man.
Ya duduyan jî bi salan şûnda, carek din cemseyên eskerî di nîvê şevê da avêtibûn ser gund, der dora gund girtibûn. Tu kesek fesala revê nedîtibû û hemû mêr di gund da mabûn. Bi destê sibê ra leşker ketin nav mala û hemû gundîyan ji malên wan derxistin, jin û zarokên gun li alîkî, mêr li alîki gund yekoyek kirin rêzê. Di navbera wan da çemê gund derbas dibû. Li der dora mêran esker ref bi ref sekinîbûn, tivingên xwe ber bi mêran dirêj kieibûn û tilîyên xwe avêtibûn ser tetikên tivingên xwe. Hemû mêrên gund tazî û rût kiribûn. Berê wan ber bi gund, ber bi jin û zarokên wan. Wê rojê hemû mêrên gund ji sibê hatta êvarê, li ber çavên jin û zarokên xwe bi gelek qeydeyan zilm û heqaret dîtin.
Ew zilm û zordarîya ku di wan her du rojan da hatibû kirin, weke çîrok her dem di gun da dihat vegotin. Sedem vegotinên li ser wan rojan, gelek mêr û jinên gund ji hev dixeyîdîn, hinekê wan jî bi hevra qilf û henekên xwe dikirin.
Kingê ku pirsgireka di navbera Gelê Kurd û Dewleta Tirk da didome, were rojevê, ji bo zilm û zordarîya wê, ew tiştên ku serê gundîyan da derbas bibû, wan weke mînak tînim ziman.
Ez jî di salên 80’î da ketim hepsê, min jî gelek işkence û zilm û zordarî dît. Ew işkenceyên ku li min hate kirin, îro, wek zilma ku di gund da hatibû kirin, nayên bîra min. Kingê ku hevalekî xwe yê gund bibînim, an jî behsa gund li ba min were kirin, ew zilma ku gundiyan didît, wek şerîda fîlmek li ber çavên min da derbas dibe. Dilê min xemgîn, neyartîya min a li dijberî dewletê jî bi hêz û xurt dibe…
25.01.2006
ikramoguz@navkurd.eu