Bi navê xwe yê Tirkî, „Karl Marx’ın Aşk Hayatı- Jîyana Evînî ya Karl Marx“ pirtûka Pierre Durand e.
Min ev pirtûk 40 sal berê, li Stenbolê xwendibû
Di ser darbeya 12ê Îlonê ra çend sal derbas bibû, lê bandora wê ya mayînde, di her xalê jîyanê da bi zelalî dihat dîtin.
Tirkîye bibû zîndaneke servekirî, zanîngeh jî ji derva weke leşkergeh xûya dikirin, ku polês û lesskerên li derdor û berdêrê zanîngehan pîyase dikirin, hêjmara wan ji ya xwendekaran zêdtir bûn.
Xwendekar di bin çavdêrîya polês û leşkeran da ji derîyên zanîngehan ra derbas dibûn… Akademîsyen bi tirs û xof dihatin di anfîyan da gotinên xwe yên ezber, ji xwendekaran ra vedigotin û derdiketin.
Ne pirsek dihate kirin, ne jî di navbera xwendekar û akademîsyenan da gengeşîyek derdiket.
Ji tirs û xofa ku sixurek di anfîyan da hebe, xwendekar bêdeng û bê pirs li gotinên akademîsyen guhdarî dikirin û dinivîsîn. Ger ku di derbarê vegotiona akademîsyen da pirsek wan heba, piştî dersê diçûn odeya wî/wê û li wir jê dipirsîn, ku li wir jî akademîsyen ji bo bersivdayînê dudilî dibû, navê pirtûkek ji xwendekar ra pêşnîyar dikir û şûnda dişand.
Pirtûkên ku bêhna sîyaset ya jî pirsgirekên cîvakî jê bihatana, jixwe nedihatin dîtin. Pirranîya wan qedexekirî, yên ne qedexekirî jî li herderê nedihatin firotan.
Jiber ku firoşker ji firotanê, xwendevan ji kirînê ditirsîya…
Di pirtûkxaneya zanîngehê da jî bi hezaran pirtûk bi navên xwe hebûn, lêbelê di nav refên pirtûkan da nedihatin dîtin. Dema ku xwendekarek ji wan pirtrûkan yek bixwesta, karkerê pirtûkxaneyê bi dengeke nizm digot; „Qeyda wê heye, lêbele di pirtûkxaneyê da nemaye…“
Li meydana Beyazidê li alî çepê zanîngehê û li paş mizgeftê dareke çinarê hebû, dareke kevn û mezin.
Li bin alîkî darê çayxaneyeke seyar, li alîyeke din jî pirtûkfiroşeke seyar cîh digirt. Pirtûkfiroş pirtûkên xwe li erdê radixist û bi buhayeke erzan difirot. Pirtûkên ku carek hatibûn xwendin, pirtûkên kevn û erzan, lêbele bi naveroka xwe dewlemend giranbûha… Loma firoşkarên wan pirtûkan jî bikirçîyên wan jî xwendekar bûn.
Di çûyîn û hatina zanîngehê da ez di her rojê da carek di ber wê darê ra derbas dibûm û li pîrtûkên li erdêraxistî temaşe dikir.
Roj tavî û germ, di navbera dersan da jî valahîyek heba, em çend heval ji anfîyê derdiketin û me berê xwe dida çayxaneya bin dara Çinarê…
Em diçûn li ser kursîyên li bin darê rûdiniştin, bi vexwarina çayê ra diketin nav sohbeteke kûr û dûr. Dû ra em radibûn hinek li derdora pirtûkên li erdêraxistî digerîyan, pirtûkeka ku bala me bikişanda dikirî ya jî ji bo kirînê ji hev ra pêşnîyar dikir.
Ji rojan rojek, ez di ber pirtûkên li edrdê raxistî ra derbas dibûm, pirtûkek bi nav û berga xwe va bala min kişand…
Bi navê xwe yê tirkî, „Karl Marx’ın Aşk Hayatı- Jîyana Evînî ya Karl Marx“.
Ji dûr va fikirim, ku pirtûk hebe hebe ji alî dijberek Marx va hatîye nivîsîn û weşandin…
Jiber ku wê demê ez jî şoreşgerekî tûj û tund bûm, ku şoreşgerên tûj û tundên wê demê jî tenê bi xewn û xeyalên li ser evîndarîya şoreşê va dijîyan…
Evîn û evîndarîyê ji bo xwe jî ji bo Marx jî mijûlîyeke vala ditîn, ku min jî di dilê xwe da gor wê nêrînê pirtûk nirxand.
Lê dema ku min pirtûk girt nav destê xwe û li berga wê ya pêşî û paşîyê mêze kir…
Nave nivîskar û kurtejîyana wî xwend, ez çi bibînim…
Nivîskarê pirtûkê Pierre Durand, nebîyê Marx e û jîyana kalikê xwe nivîsîye…
Kalikê wî Marx jîyaneke çawa jîya ye?
Bi kê ra û çawa zewicîye?
Piştî zewaca xwe têkilîya wî ya zayendi bi kê ra çê bûye û ew têkilî ji alî kê va hatîye zanîn û bi kîjan rengî hatîye veşartin?
Çend zarokên wî bûne û ji wan çend kes di dema zarokatîya xwe da mirin e?
Jibo ku di mala bavê xwe da li zarokan baş binêre, çawa jina xwe şandîya mala xezûrê xwe?
Bi xizmetkara xwe ra çawa razaye û lawê wî yê ku ji xizmetkara wê dibe, çima wek lawê Engels hatîye qeydkirin?
Marx û Engels kîngê jê ra dibêjin, ku ew ne lawê, Engels lawê Marx e?
Piştî xwendinâ wê pirtûkê, qasî teorîyên wî yên civakî, ez ji hûrgulîyên ji jîyana wîya taybet jî hayîdar bûm û min kesayetîya Marx jî nas kir.
Ji wê demê va min ji Marxê fîlozof bêtir ji Marxê însan hez kir.
Jiber ku di wê pirtûkê da propogandayeke sîyasî jî, tanîavêtin û berzkirinek nedihate kirin.
Nebîyê wî Marxê ku wek mîna me hemûyan li vê dinyayê zarkatî û xortanîyeke çawa derbas kirîye û di navsalîya xwe da, ji bilî karên xwe yên zanyarî jîyaneke çawa jîyaye, nivîsî bû…
Çima îro û careke dîsa ev pirtûk?
Di dema xortanîya xwe da min jî weke her keç û xorteke şorreşger Marx miroveke taybet û ji herkesi mezintir û cuda didît…
Îro li derdora xwe kesên ku xwe ronakbîr û rewşenbîr, zana û têgihîştî dihesibînin, dibînim, ku ew wek murîd û mîlîtanên 16 salî hê li pey şêx û serokan ketine û bi kelecan dibezin…
Di nav kûçe û kolanan da murîd şêxên xwe, mîlitan jî serokên xwe yên bêbask difirînîn…
Dû ra ji ketina wan a devûrû ra jî kerametek dibînin û pê xwe dixapînin…
18.01.2024