Di 19ê Îlona 1991an de, geştiyarên Alman cesedê mûmyayî a merivekî di nav qeşayên li Alpên Ötztal di navbera Avusturya û Îtalyayê de, dîtin. Mûmyaya herî navdar a îroyîn a li Ewropayê navê xwe deyndarê cihê ku lê hatiye dîtin, Ötzi ye.
Qeşayê bermahiyên Ötzi 5000 sal parastibûn. Ew navdarê Serdema Kevir e. Ötzi, mirovê ku dixwest 5000 sal berê çiyayên Alpên Tîrola Başûr ên îroyîn derbas bibe û nikarîbû.
Bi saya cemeda bêdawî, mûmyaya wî heta îro baş hat parastin. Tîmek ji Almanya, Italya û Avusturya niha têgihîştinên nû bi dest xistine û dibêjin ku Ötzi ji Anatoliyê ye.
Johannes Krause, serokê beşa Arkeogenetîkê ji Enstîtuya Max Planck li Leipzig (Almanya) û hevnivîskarê lêkolînê, dibêje: „Em gelek ecêbmayî man, ku me di genoma nû ya Ötzi de şopên şivanên zozanên Ewropaya Rojhilat nedît. Ji hêla genetîkî ve, ew dixûye ku bav û kalên wî rasterast ji Anatolyayê hatine.“
Heya niha dihat iddiakirin ku Ötzi ji Ewropayê Rojhilat û nêçirvan e. Lê niha hat îspatkirin ku ev ne nêçirvan e û genim çandiye û gund û bajar avakiriye.
Wê demê, pênc hezar sal berê, kî li Mezopotamya û Anatolyayê dijiyan?
Tirk nabin, ji ber ku ew hezar sal berê hatine Kurdistan û Mezopotamya yê.
Kî dimîne?
Rûniştevanên berê û yên niha kî ne?
Kurd, Ermenî û Asûrî.
Dibe ku Ötzi Kurd, an Asûrî an jî Ermenî be.
Pêwiste dîroka mirovahiyê ji nû bê nivîsandin!