Rabûye lêhiyek
Di rê da ye
Wek tsunamiyek dîn û har
Û tê!
Torin û neviyên dayikên Tirkî nizanin
Û qîz û lawên Kurdî famnakin
Di rê da ne
Û tên!
Tên, wek bahoz û brûsk
Bi hemû hêza xwe
Lê ne wek gulleyên bê navnîşan!
Şareza ne,
Dem û wext çi dixwaze
Û agahdar in ji adres û navnîşanan
Xwenda û zana ne
Wek hemdemiyên xwe!
Binêrin
Amed û Mahabad!
Temaşe bikin
Hewlêr û Qamişlo
Û Silêmanî û Colemerg!
Ji çar alî Kurdistan
Rabûne, qîz û xortên can pola
Di govendek hemdemî de
Dest bi dest
Mil bi mil
Di zîqrek niştîmanî de
Bi hevra ne!
Û bi dahol û zirne
Bi kilam û stranên hezar salî
Di hilperkî û govendek niştîmanî de
Li ser piyan in
Û tên!
Ji nifşa zaroyên dayikên Tirkî nizanin
Ji generasyona 1968 û 1978an
Tika û rica ye!
Bi keresteyên rizyayî
Avahiyek nû çê nabe êdî
Hewce ye rê vekin em
Û asteng nebin li pêşiya lêhiya ku rabûye!
Dizanim
Wenda nekir me!
Dizanim
Ji walahî û bîra dîrokê de
Rûpelek nû vekir me
Rûpela canfidayên Kurdistan!
Hatin kuştin em
Riziyan li zindan û sûrginan
Û bi hesrata xaka pîroz
Êdî westiyan!
Şikestîn em
Kûr in birînên me
Derman nabin ew
Dizanim!
Lê dîsa jî tika dikim
Nebin asteng li pêşiya
Lehî û tsunamûya ku ji welat rabûye
Û tê!
Ew dikarin
Bizivirînin çerxa dîrokê
Û bistînin tola kal û pîrên xwe
Hem jî bê çek û sîleh
Bi rê û şêweyek hemdemî
Û bi tevgerek sîvîl û medenî!
Ew dikarin
Nebin asteng li pêşîya lêhiya dîrokî!