Gundî ye…
Di jîyana xwe da tenê bi 100 peyvan diaxife…
Dest, ji ew peyvên ku ji dê bavê xwe hînbûye, berdaye…
Bi çend peyvên tevlihev û bi tirkîyeke çilo pilo diaxife.
Bi nîv hevokeka ku ji derdora xwe bihîstîye, sîyasetê dike.
Xwe kurd, kesên jixwe cuda jî bi berbiçûyîna tirkîyatîbûnê tawanbar dike…
***
Sîyasetvan e…
Bi çend heval û hogirên xwe ra komelek ya jî partîyek ava kirîye…
Di nav gel da kar û xebateke girseyî nake…
Heta beşdarî hilbijartinan jî nabe…
Di mala xwe da, bi zar û zêçên xwe ra…
Di bin sîwana komel ya jî parîya xwe ya yekşaxî da tirkî diaxife û bi tirkî sîyasetê dike…
Di sale da carek ya jî du caran daxûyanîyek dirêj dinivîse û belav dike…
Di daxûyanîyên xwe da, xwe û partîya xwe kurd û kurdistanî…
Yên ji derveyî xwe, bi tirk û tirkayetîbûnê tawanbar dike…
***
Rojnamevan û nivîskar e.
Bi tirkî dixwîne…
Bi tirkî difikire…
Bi tirkî dinivîse…
Mîna tirkek dijî…
Ger ku hebe pirtûkên xwe bi trikî çap dike û difroşe…
Lê xwe wek rojnamevan û nivîskarek kurd dihesibîne…
Ji tirkbûna xwe nehayîdar e, ku dixwaze tirkan buguherine…
***
Ronakbîr û rewşenbîr e…
Bi peyvên bedew û bi hevokên xemilandî diaxife…
Bêguman, peyv û hevokên ku bi kar tine, tirkî ne…
Pozbilind e…
Jiber ku xwe zana dihesibîne û di ser pozê xwe ra tu kesî nabîne…
Ji gel û welatê xwe dûr disekine…
Li metropolên mezin dijî û bi çend tirkan ra cînartî û hevaltîyê dike…
Jibo ku silava wan neyê birîn, di mala xwe da jî axaftina bi kurdî lixwe qedexe dike…
Bi dengê bilind li muzîkê guhdarî dike, ku ew muzîk jî klasîkên rojavayî ne, dengê Zekî Mûren û Muzzeyen Senar e…
Di pênc salan da carê xwe dixemilîne û di ber derê partîya ku ji kurdan pêk tê û xwe wek partiyeke tirkîyayî dibîne ra derbas dibe.
Ger ku derfet hebe û rastî rêvebirên wê partîyê were, pesnê xwe dide û axaftina xwe bi çend peyvên kurdî yên tûj va dixemilîne…
Lêbelê berî hilbijartinê, navê xwe di nav navên berendamên şaredar ya jî gelwekîlan da nebîne, dixeyîde…
Xwe kurd û welatperwer, ew partîya ku jixwe xwe partîya Tirkîyayî dibine, bi tirk û tirkîyatîbûnê tawanbar dike…
***
Çend kurdên ku ji derfata tirk û tirkîyatîbûnê bêpar mane û hê nebûne tirk, ew ji ji sibê heta êvarê di qada civakî da hespên xwe dibezînin û şûrê xwe li ba dikin…
Hesp diwestin…
Şûr ko…
Dev û lêv zuha…
Telefonên zîrek jî germ dibin…
Ji nişkava telefon tên girtin…
Deng tên birîn…
Avakirina kurdistaneke azad û serbixwe di nîvî da dimîne, heta careke din…
19.06.2023