Xwendevanên hêja, xuşk û birayê minên xoşewîst, di çend mehan vir da gelê Tirk û Kurd birayê me yên ku di bin dest û lingê barbarên Tirkan da dijîn, bi tundî û bi hişbêjîyek bê tixûb; ketibûn nav pêvejoya hilbijartina cînişên gel û Serokkomar, lê ew hilbijartin di roja 14’yê vê meha Gulanê da dûwahî dît, lê serketin nebû nesîbê dijberên desthelatdarîya Recep Tayyîp Erdoxanê Gurc. Di hilbijartina cînişên gel da, partîya AKP dîsa piranî ji dest xist bû karîn, ango bû îktîdar, hemû cînişên CHP’ê û serokê wê, li tev sexte Kurd û alîgirên Abdo û Selo, çepên Kemalîst, kefa destên xwe dalastin. Ango wan hêvî dikir ku piranîya dengan bigirin û werin ser şîyan bibin karîn, lê ew daxwazîya wan, ji wan ra bû xewn. Bi taybetî jî xwedêgiravî Partîya Çep a Kesk, ku ketîye dewsa HDP’ê, hêvî dikir ku bi sed parlamenteran bikeve meclîsê, bibe şîrikê CHP’ê, lê ew jî dîsa ji wê partîyê û ji hemû rêvebir û qedroyên wê ra bû xewn û demcame. Di hilbijartina Serokkomarî da jî kesek serneket, balam piranîya dengan dîsa bûn nesîbê Reco. Kemo girt 44, Reco 49. Ez bawer im di hilbijartina 28’ê mehê da Reco dîsa serkeve û bibe Serokkomar. Lê li gor bîrûbawerîya min, kî ku serkeve bibe Serokkomar û karîn ji gelê Kurd ra karekî baş nake. Dê dîsa rewş wekî berê bibe heman tas û heman serşok. Wekî gotina Tirkan jî, aynı tas, aynı hamam. Ango ew dîsa dîya me Kurdan gîrî bixînin, tiştekî mirovî nedin me; daxwvazî û pirsa me ya neteweyî, ê ziman û çanda hezar salan bavêjin paş guhên xwe û nepejirînin, dîsa bibin mêrkujên me, li ser laşa dayîka me cirît bileyîzin, kes û malbatên mayî jî li ser wê erda evrar û pîroz da bikin nav du agirên şere qirêj, derxînin bişînin ber çerxên metropolên xwe, jibo asîmîlasyon û pişavtinê. Jixwe qasî daxwazîyên xwe ev kara kirine, li tev ramyarîya Abdo yê me yê ku gelek bomikên me ew ji xwe ra kirine Xwedê, jibo pirsa Kurdistanê jî kirine felatkar, berpirsê yekhem û feylezofê cîhanê, li tev rêvebirên HDP’ê. Bi kurtasî, heya ku em Kurd dost û dijminên xwe ji hev cihê nekin, kesên wekî Abdo yê ku bi çil salan vir da mala xira kirîye ji xwe ra bikin Xwedê û felatkar, bi hezaran herin mala ku ew têda ji dayîk bûye, dîwarên wê malê maç bikin û axa wî dîwarî rêç-bikin bavên devê xwe û daqultînin, hinekî jî bibin bê şerm û fedî ji xwe ra bikin bazbend, bikin stuyê xwe, her sal rojbûyîna wî û ê Memê çolan bi hezaran kes va pîroz bikin, nabin civatek nûjen û şareza. Bi kurtî, heya ku em usa bimînin nezan, xeşîm, qûl û mirûdên hin kesan, ji dil nebin yek kulm, yek gîyan, nebin birayên ji hevra dilsoz û hezkirîyên hev, dê em ji Îblîsan ra bibin mirûd, her bimînin xulam û berdestên wan û çar dewletên har, barbar û mêtînkar.
Xwendevanên hêja ez vê gelşê pirr dirêj nekim, lewra hûn ji min nêziktir bûn govanê hilbijartina Tirkîye yê. Ez bawer im we di vê gelşê da ji min zêdetir nûçeyên radîo û têlewîzyonan guhdar kirîye, tevahîya çapamenîya Tirkîye yê, şopandîye, nivîs û şîroveyên gelek nivîskarên rojnaman xwendîye, gotinên ramyarîdaran, ango sîyasetmederan guhdar kirîye. Ji ber ku ez ji Tirkîye yê û ji welatê xwe Kurdistana bindest, 18.000 kîlometre dûr im. Mecala mina şopandına çapamenîyên Tirkîyê yê, bûyer, nûçe û qewimandinên wê û ên Kurdistanê tune. Bibexşînin ez di vê warî da bedbext im. Herwaha, ez vê gelşê bêtir dirêj nekim, serê we neêşînim. Lê divê hûn ji xwe bîhrnekin, her gel layîqê kîjan sazûmanê ye, dê bi wê sazûmanê bê hatin kirin. Jixwe hemû gelên Rojhilata Navîn û hemû welatên ola Îslamê layîqê doliwgerîna faşîzmê û monarşîyê; em Kurd jî lîyaqî xulamtî û bindestîyê ne. Ji ber ku me dost û dijmin ji hev cihê nekirîye, her tişt li hev qelibandîye, kirîye gîrmîya kilê, ango şorbe (Ev gotin, gotina me Kurmancên Dêrsimê ye. Kil, ew kesê ku zarokan sunet dike, ji wî ra dibêjin) û aşûra Elewîyan. Ez bawer im sedema vê rewşa me, a yekhem ola Îslam e, a duhem jî ne yekîtîya me ye. Lewra em jibo ola Îslamê ji dijminan ra bûne tîr-kevan, şûr-mertal, kêr û xençer, tifîng, top, tank, jibo wan dikevin şeran tên kuştin, jibo xwe jî (Her çiqas ku çend serîhildan bûne jî. Naxwazim qal û behsa wan bikim) tiştekî nakin, tenê ji hev ra neyar. Bi vê tevger û bi vî rengî va jî, serkeftina me ya jibo dewletbûnê xewn e li parçeyê Bakûr. Divê êdî gelê Kurd vê rastîya xwe zanibe, rojekî bi zû hişê xwe bîne têke koda serê xwe, bibe govanê şaşî, qencî û bedîya xwe. Divê hemû Kurdperwerên Kurdistanê bi hevra bibin bira, dost kî ye, dijmin kî ye, ji hev cihê bikin ku rojekî bi zû di bin destê sê nijadên hov û har, çar dewletên xwînxwar da rizgar bin, bibin xudan dewlet û dezgeh, di nav hemû dewletên demokratîk û şarmend, ên cîhanî da cîyê xwe bigirin, bibin endamê Rêxistina Yekîtîya Gelên Cîhan, dev ji ol û bawerîyên dijminên xwe berdin, dagerin ser bawerî û eslê xwe yê qedîm, ê bav û kalan.
Belê, xwendevanên hêja, bi vê hêvîya dilê keserkêş, ez jibo vê babetê ji we ra destpêka helbesta xwe bikim. Helbest gelek direj e, lê ez hêvî dikim hûn bi xemdarî bixwînin û biecibînin. Ev daxwazîya vî Rizê keserkêşê welêt û xemdar û dilêşê vê rewşa ku em Kurd di navda ne…..
Bangek Ji Dil
Tirk ji me gelê Kurd ra
Dibêjin “Em bira ne
Mihamed û Şêr Alî
Me û we ra çira ne
Bi şewq û cemala wan
Cîhan tev ronî dibe
Yek heyv e, yek jî roj e
Bi wan dibe şev, sibe
Em Îslam in her şikur
Endamê ometê ne
Hez dikin em ola xwe
Rêwîyên cenetê ne.
Em bûne wek goşt, neynok
Ji hev em cûda nabin
Em ku ji hev cûda bin
Dê kafir dijmin şabin
Me keç û xort dane hev
Em xinamî, lêzim in
Ol, Xwedêyê me yek e
Cûdaxwaz jî xeşîm in
Dijminên me jî Kafir
Yewnan, Rûs û Bûlxar in
Ermenî û Îngîlîz
Ew jî ne dost, neyar in
Divê Kurd birayên me
Vê rastîyê zanibin
Em Tirk û Kurd bira ne
Kafir me ra yar nabin
Xaçparêzên cîhanê
Dijminê ola me ne
Li tev ola Mûsewî
Ne dostê me û we ne”
Bomikên me Kurdan jî
Van derewên Tirkên har
Bi yekser bawer dikin
Wana xwe ra dikin yar
Lewra ji dil naxwazin
Bixwînin dîroka xwe
Him tiral û çav kor in
Nizanin rastîyên xwe
Êdî bese lo Kurdo
Hişê xwe bîn serê xwe
Bibe hişmend, şareza
Naske dost dijminên xwe
Tirk û Ereb û Faris
Her dem dixwapînin me
Dibêjin “Em bira ne”
Dêrs dikin namûsa me
Namûsa me, warê me
Bira ew Kurdistan e
Ser erd û bin erdê wê
Zêr, zîv û gulistan e
Dijmin dişêlînin wê
Talan dikin her tiştî
Êdî bes e, kor nebe
Bibîn wî şûr û xişt î
Diêşîne dîya me
Tev bavê me dikuje
Bûye gurê zik birçî
Hestîyên Kurd dikoje
Em û Tirk, Ereb, Faris
Ne ji dê û bavkî ne
Hemû cîhan dizane
Em kî ne û ew kî ne
Em Arî ne, Tirk Moxol
Ereb Samîyên hov in
Tirk Îslamên vê rojê
Devşîrmeyên bêbav in
Jibo ola Îslamê
Wan ra nebêjin “Bira”
Ew ne bira dijmin in
Mala me kir’ne xira
Vana bo ola Îslam
Dixwapînin me Kurdan
Nexwapin bes e bira
Bi derewên namerdan
Îslam ola şeran e
Dirijîne xwîna sor
Bîne bîhra xwe Kurdo
Wê Enfala Şehrîzor
Wexta ku artêşên wê
Ketin Amed, Hewlêrê
Bi hezaran Kurd kuştin
Bi şûr, xençer û kêrê
Ji bîhrnekin birano
Ev rastîye bawer kin
Nû va dagerin Zerdeşt
Bibin Zerdûş, dil şakin
Nûjen kin Zend Awesta
Jibo vê dem û çaxê
Bibin Dîyakoyê Şêr
Rizgarkin hûn wê axê
Ew ax evrar, pîroz e
Nav jî xweş Kurdistan e
Ser erd û bin erdê wê
Zêr, zîv, nift û bostan e
Ew axa bav û kalan
Ketîye bin ling, destan
Çar dewletên har xwînmêj
Dişewtînin rez, bostan
Li ser wê axa evrar
Rûniştine hov û har
Dîmatîyên wê jî em
Bi gîrî dikin hewar
Êdî bes e birano
Naskin kî ye dost, dijmin
Bibin xudan fam û hiş
Guh bidin gotinên min
Vê rastîn û vê rewşê
Bibînin hûn bi çavan
Li gor şertên cîhanî
Bi lez zû bavên gavan.
Ji dil gazî we dikim
Dibêm “Bira Kurdino
Ji hev ra bibin bira
Eslê Medan, merdino”
Ev banga Riza Çolpan
Jibo Kurdên Kurdevîn
Eger ew guhdar nekin
Wan ra xenîm bibe jîn
Hêvî dikim guhdar kin
Hemû Kurd birayên min
Nas bikin dost û dijmin
Dê her şabe dilê min
Êdî bi destûra we
Biray minên xoşewîst
Bes e evqes gotin, bang
Lewra min tiştek nehîşt
Ji we ra got heqîqet
Lê ji derewan jî dûr
Tika dikim ji bi dil
Bihizirin hûn kûr, kûr
Ku rastîyê fêr bibin
Nas bikin dijminê xwe
Dagerin heqîqetê
Bibînin mirazên xwe.
Bi a Xwedê
Têbinî:
Xwendevanên hêja, xuşk û birayê minên Kurd, ev ristên minên heft kîteyî, ku we li jor di çarînan da xwend, ewana di kûrahîya dilê minê kul û xemoşgirtî, di nav pênc pejnên minên wekî ava çavkanîyên Minzûr paqij û zelal da derketin, min jî ev hest û pejnên xwe ji we xuşk û biran ra rijandin ser kaxiza sipî reş kir. Hevî dikim hûn biecibînin. Dîsa ji dil hêvî dikim hin xuşk û birayê minên oldar û Îslamperest nexeyîdin. Lewra naveroka çarînan, ev bawerîya min e û ez di heqê ola Îslamê da bawerîyên xwe dinivîsînim, divê xuşk û birayê minên Îslam Kurd nexeyîdin, dilên xwe teng nekin, ji her celeb ray û raman ra rêzdar bin. Ev şert û mercê her mirovê şareza ye, divê herkes bê tirs û fedî, birûbawerîyên xwe bibêje, binivîsîne, lê divê bi şikl û zimanekî paqij û maqûl, bê tada û bê dijûn, kes kesî neêşîne. Ev rewş jibo her mirovî şert e. Ku mirov usa bawer û tevger neke, nabe xudan tolerans, nabe mirovekî xoşdîtinî, nabe mirovekî maqûl, di warê rast-zanînê da jî sernakeve, di nav civatê da jî dê bibe mirovekî bed, nezan, eşîm, qeşmer, pêkenok û bê hêja. Hêvî dikim xwendevanên van ristên min wekî daxwazîya dilê min bin. Bi vê hêvîya dilê kul û keserkêş. Bimînin di nav xêr û xweşîyê da.