Jîyan bi bîr û bawerîyên xurt va dest pê dike û bi bîranînên ku tu car nayên jibîrkirin va jî dixemile û didome.
Bi taybetî, ew bîranên ku mirov bibîranîna wan ra xwe di nav nav xewn û xeyalên derbasbûyî da dibîne, bi wê dîtinê ra şahidîtîyê li berebezîya bextewarî û xemgînîya xwe dike…
Ez jî îro di hestên xwe da wê berebezîyê dibînim…
Di alîyek dilê xwe da digirîm, di aleyeke din da jî dikenim…
Ken û girîyên di kurahîya dil da û bêdeng…
***
Di nîvê demsala payîzê ra kar û barên gundîyan êdî kêm, demên wan ên vala jî zêde dibû.
Heta nîvê demsala biharê, dema wan, biroj li ser xanîyan, êvaran jî li odeyên ku jê ra digotin oda mêran, derbas dibû.
Li gundê me, ji odeyên mêran yek jî odeya mala kalikê min bû.
Ew ode ji bo nifşek mêrên gund, cîhê lihevkombûn û axaftinê, cîhê lîstika kişikan, guhdarîkirina li dengbêj û çîrokvanan bû.
Ji bo min jî ew ode, dibistaneke civakî bû, dibistana min a herî ewil…
Di sar û sermaya rojên zivistanê da, dema min jî di wê odê da û bi xwendina Quran ya jî Mewlûd û Nubara Piçûkan va derbas dibû.
Evaran jî diçûm, li kuncikeke wê odê da bêdeng rûdiniştim, li gotinên mezinan guhdarî dikir û bi ken û henekên wan ra jî dikenîyam.
Dem dihat ji cîhê xwe radibûm û ji mezinek ra tasek av dibir, dem dihat di çûyînê da solên mezinan li kêleka hev rêz dikir û li ber wan dest girê dida.
Di bin çavan ra li rû û rûçikên wan ên ku ji derd û kulên jîyanê qurçimîbûn, temaşe dikir û qurçimên li ser rûyê wan dijmart, ku ew îro jî bi nav û qurçimên rûyên xwe li ber çavên min in û ew axaftinên wan ên ku bi ken û henekên xwe va dixemilandin û ji hev ra dikirin, îro jî di guhê min da olan didin.
Loma ew ode bû dibistana min a ewil û bingeha kurd û kurdayetîya min…
Hiş û hişmendîya min li ser wê bingehê kemilî.
Di dema xortanîya xwe da ez jî bêhemdê xwe ji wê bingehê hinek dûr ketim.
Rastî bayê sosyalîzmê hatibûm…
Ew bayê ku li seranserê dinyayê rabibû û fizildûman ji erdê radikir, di ser gelek welatan ra û bi gujeguja xwe ra derbas bibû û heta Kurdistanê hatibû.
Yê ku li ber wê bayê diket, simêlê xwe yê palik badida, pozê xwe bilind dikir û xwe zana û mezin didît.
Ez jî di nav wê fizildûmanê da mabûm, mîna herkesê ku hê îro jî dibêje, “min rê û rêbaza xwe ya sîyasî bi zanayî hilbijart…”
Di nav mij û dûmanê da û bi kelecan li kesên rîdirêj û simêlboq digerîyam.
Bi hilweşandina dîwarê Berlînê ra dawî li fizildûmanê hat, mij û dûman jî bela bû.
Ew rîdirêj û simêlboqên ku ez lê digerîyam, di bin kawilên dîwar da man.
Çavê min vebûn û ez bixwe hatim…
Piştî dem û demsalên wendayî, ji nû va li bingeha hiş û hişmendîya xwe vegerîyam.
Careke din dîsa min berê xwe da dibistana xwe ya ewil…
Ode vala bibû…
Şênahîya odê û rûkenîya ew kesên ku ew ode şên dikirin, bibûn bîranînên ji dema zarokatîya min.
Bi taybetî apê min ê Xiyas û ken û henekên wî yên bêsînor…
Ew jîyana xwe ya kin jî bi ken û henekan va derbas kir.
Kesê ku ji henekên wî para xwe negirtiba û pê nekenîyaba, tunebû.
Carcaran Xwedê jî bi pêxamber û melayîketên xwe va ji henekên apê min para xwe digirt.
Piranîya henekên xwe, dema ku kişik dîlist, dikir, ku jixwe nîvê jîyana wî jî li ber textê kişikan derbas dibû.
Cîhê herduyan jî bihûşta rengîn û li wir jî lîstika wan herdem kişik be, apê min û Mele Mahmûd tu car bi navê hev bang li hev nedikirin.
Apê min ji Mele Mahmûd ra digot, „Dîno“, Mele Mahmûd jî ji apê min ra digot, „Garê“.
Di nav civaka gund da Mele Mahmûd bi ulmê xwe, apê min jî bi lîstika xwe ya kişikan va navdar bû.
Rojek ji rojên zivistanê ew û apê min dîsa li ber textê kişikan rûniştibûn û bi hev ra kişik dilîstin.
Ew bi qilf û henekan lîstika xwe didomandin, kesên di civaka odê da jî li wan temaşe dikirin û bi qilf û henekên wan dikenîyan.
Mele Mahmûd di her hemleya xwe da digot; “mîn îro bira te birîye, êdî tu kes nikare te ji destê min bigre…“
Lê weke hercarê apê min bi herdu hespên xwe va êrişê peya û fîl û ferzê Mele Mehmûd dikir û bi hemleya xwe ya dawîyê ra dikenîya û digot; „Ew Xwedayê ku di dema afirandinê da aqilê ku bike serê te, jibîr kirîye, bixwe jî were, nikare rê li ber hespên min bigre…“
Qilf û henekên wan ne tenê li ser lîstika kişikan wan bû. Ew li ser zanîn û nezanîyê da jî bi ken û henekan diketin rikê hev.
Mele Mamûd kîngê pesnê ulmê xwe bida, apê min di ber xwe da dikenîya û digot, “ulmê ku ketibe destê dînan…”
Mele Mahmûd diqahirî, dikenîya lê çi bigota, apê min tiştek bi gotina wî va girê dida û mîna rûnê helandî derdiket ser.
Êvarek ji êvaran dîsa herdu ketibûn rikê hev û li ser zanebûn û nezanîyê henekên xwe bi hev dikirin.
Apê min jê ra pêşnîyarek kir û got; “Dîno, nuha tu ji cîhê rabî, herî li hewşûya pêşîya odê û di tarîyê da li kîjan alî mêze bikî, ez ji vir va dizanim ku berê te li kîjan alî ye…”
Bi pêşnîyara wî ra Mele Mahmûd jixwe bawer ji cîhê xwe rabû û berê xwe da hewşûya odê. Derbasî hawşûyê bû û bi dengeke bilind qêrîya, “Garê ahan ez di tarîyê da sekinîme û tu jî nuha bibêje ka berê min li kîjan alî ye?”
Bi pirsa Mele Mahmûd ra apê min jî bi dengeke bilind û bi ken bersiva wî da û got; “Dîno, ma ez nizanim, berê te weke hergav nuha jî li ser alî kîrê te ye…“
Bi bersiva apê min ra dengê Mele Mahmûd, bi dengê Mele Mahmûd ra jî pilqînî kete nav civaka odê û bi kenê wan ra ode ji cîhê xwe hecîya…
22.11.2022