Li bajarê Bursayê pêlekanên dibistanekê bi sloganên nijadperestî va hatine xemilandin.
Xemla bi tirs û xof…
Ew zarokên ku diçin wê dibistanê, her roj wan sloganan dibînin, dixwînîn.
Ji wateya sloganan jî xuya ye ku, di nav xwendekarên dibistanê da kesên ku bi eslê xwe tirk nînin jî hene û li nav dibistanê ya jî li derveyî dibistanê bi zimaneke din diaxifin.
Ew jî ji %100 zarokên kurd in.
Jiber ku hêjmara niştecîhên kurd, di van salên dawîyê da li bajarê Bursayê jî zêde bûye û piranîya wan jî eqreba û hembajarîyên hev in. Dema ku werin ba hev, bi hev ra di nav mala xwe da û bi zarokên xwe ra kurdî diaxifin.
Ew zarokên kurd ên ku diçin wê dibistanê, bê guman bi dîtin û xwendina wan sloganan va ditirsin.
Zarokên tirk ya jî yên ku hatine pişaftin û êdî xwe wek tirk dihesibînin, ew jî bi dîtin û xwendina wan sloganan va ewqas serbilind dibin.
Ew slogan çi ne, ji bo kê hatine nivîsandin, werin em berê li wan binerin.
“Dilimiz kimliğimizdir. – Zimanê me nasnama me ye.”
“Dilimizden utanmayalım! – Ji zimanê xwe fêdî nekin!”
“Ya Türkçe konuş ya da sus! – Ya bi tirkî biaxife ya jî huş be!”
“Türkçe’nin bir eksiği yok, ya sizin? – Kêmasîyeke tirkî nine, lê ya we?”
“Türkçe, ağzımızda ana sütü gibi temiz olmali! – Tirkî, dive di devê me da mîna şîrê dê pagij be!”
„Türkçe dilinize batmasin! – Bila tirkî di zimanê we ra neçe!“
Yusuf Özmen wêneyê pêlekanên li dibistana Navîn a Ramazan Okur kişandîye û li ser hesabê xwe yê twîtterê parva kirîye.
Yusuf Özmen bixwe mamoste û sekreterê darayî yê sendikaya perwerdehiyê (Egitim-Sen) ya şaxa Bursayê ye. Di derbarê wêneyê ku bixwe kişandîye û parvakirîye da wuha dibêje; “Dema ku min ev sloganên ku li ser pêlekanên dibistinê dît û weneyê wan kişand, di dema 12ê Îlonê da slogana ku li girtîgeha Amedê nivîsandî bû, ‘Türkçe konuş çok konuş! – Tirkî biaxife zêde biaxife!’ hate bîra min.
Li cihê ku gelek pêkhateyên etnîkî bi hev re bijîn, ev gotina ‘bi tirkî bipeyivin an jî bêdeng bimînin’ bi tena serê xwe faşîzm e.”
Piştî agahdarîya Yusuf Özmen, parlamenterê HDPê yê Êlihê Rüştü Tiryakî ev mijar birîye rojeva parlamentoya Tirkiyê, ku li wir were gengeşîkirin.
Herwiha Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê jî li ser vê mijarê bi daxuyaniyek bertek nişan daye, ku di daxuyaniyê da ev bûyerek „nîjadperestî“ hatîye şîrovekirin.
Dema ku mirov li dîroka Tirkîyê û li helewesta tirkan binêre, dibîne ku ev bûyer ne ya ewil ne jî ya dawîyê ye.
Tenê gor demê û bi rengekî cuda hatîye dubarekirin.
Wek mînak.
Di sala 1925an da, ji bo pişaftina kurdan bi navê Şark İslahat Plani programek tê amadekirin û di benda 17 ya wê pilanê da wuha tê gotin; “… Divê axaftina Kurdan ya bi kurdî bê qedexekirin û ji bo ku jinên kurd jî bi tirkî biaxifin, dê seferberîyêk bê îlan kirin…”
Di sala 1938an da Abidin Özmenê ku li Amedê wek soraxvanê (müfettiş) giştî wezîfedar, ji bo rêvebirên dewletê raporek amade dike û di rapora xwe da wuha dibêje; “… Ew kesên ku em dixwazin di nav civaka tirk ta werin helandin, divê em bi qedexekirina kurdî wan zimanê wan ên rojane jî biguherînin…”
Piştî darbeya 27ê Gulanê, Serokkomarê Dewleta Tirk, Cemal Gürsel li bajarê Amedê û li rûyê mêze dike û ji wan ra rasterast dibêje; „Tû bike rûyê her kesê ku ji te ra dibêje tu Kurd î. Miletekî bi navê kurd tune ye. Hûn hemû tirk in. Fêmdar bin. Li dijî kesên ku dixwazin welêt perçe bikin, bibin yek. Ev miletê ku Ziya Gökalp jê derketîye nikare kurd be, ne welat, hemû rojhilatê Tirkiyê jî tirk e…”
Ev sîyaseta nijadperesta kul i ser hîmê red û înkarkirina kurdan hatîye ava kirin di dema 12ê Îlonê da jî dîsa bi awayeke din didome. Rêvebirên dewletê bi qanûna ku bi hêjmara 2932an tê zanîn, axaftina bi kurdî li her derê qedexe kirin.
Sedem wê yeke ew dê û bavên ku tirkî nizanîbûn, di hevdîtina zarokên xwe yên di girtîgehan da, di cîhê xwe da bê deng disekinîn, tene li rûyên zarokên xwe mêze dikirin û bê axaftin şûnda vedigerîyan.
Îro jî li Bursayê, di dibistaneke navendî da nijadperestîyê dikin, sibê jî dê li dereke din û bi rengeke din nijadperestîya xwe dubare bikin.
Xuya ye, heta ku koka kurdan ji binî va neqele dawî li nijadperestîya tirkan jî nayê.
Lê tişta girîng ew e, ku divê kurd li hemberî vê nijadperestîyê çi bikin?
Anegorî nêrîna min, tene du rê li ber kurdan ma ne.
Ji wan yek kirina gilî û gazinên bi tirkî…
Ya din jî berxwedana bi kurdî ye.
Herçiqas ji kirina gilî û gazinên bi tirkî dengekî bilid derbikeve jî, ew karekî sivik û di encamê da jî bê fayde ye.
Lê berxwedana bi kurdî karekî xeternak û barekî giran e.
Jibo hilgirtina wê jî bîr û bawerîyeke xurt, hest û helwesteke neteweyî pêwîst e.
Mixabin, li cîhê ku barê sivikê ku dengê bilind jê derbikeve, hebe, tu kes di bin barê giran da xwe nafetisîne…
13.11.2022