Min dibistana seretayî li gund xwendibû.
Pişt ra li gund dibistana navend, li dervayî gund jî derfeta min a xwendinê nebû.
Salek şûnda em koçberî bajarê Erzirumê bûn û min li wir, li dibistana ku navê wê yê tirkî 23 Temmuz Ortaokulu bû, dest bi xwendinê kir.
Mektep li semta Qersqapîyê, di navbera çar taxên ku bi feqîrîya xwe dihatin zanîn, hatibû avakirin.
Ew tax jî Tosya, Weyîs Efendi, Kumludere û Deli Ömer Taralasî bûn.
Niştecîhên hemû taxan jî bi pirranî ji Sunî û Elewîyên Kurd ên ku ji gund û bajarokên Erzirumê koçber bibûn, pêk dihatin.
Yên ku xwe tirk dihisabandin, ew jî dîsa kesên ji gundên derdora Erzirumê yên nêzik bûn.
Sal 1976 ya jî 77 bû.
Civak gor reng û dengê sîyasetê dabeş bibû.
Çepgir û rastgir…
Kurd û Tirk…
Sunî û Elewî ji hev dûr û di kozikên xwqe da cîhê xwe girtibûn.
Heta xwendekarên di dibistanên navendî da dixwendin, ew jî gor nêrînên mezinên xwe, navek li xwe dikirin, bi kesên nêzîkî xwe ra kom dibûn, di nevabera xwe û kesên ji xwe dûr ra jî sînorê xwe dikişandin.
Kurdên Elewî bi tewayî çepgir…
Kurdên Sunî jî di navbera çepgir û rastgiran da cîh digirtin, ku bi herdu awayî jî ji koka xwe diqetîyan.
Ez jî bi çepgiran ra tevdigerîyam, lêbelê di warê kurdayetîyê da jî pirrî caran tenê dimam.
Jiber ku xwendekarên Elewî xwe kurd nedihesibandin, Sunîyan jî tirsê nasnameya xwe vedişartin.
Lê kesên mîna min nû ji gund hatibûn, bixwestibana jî, nikarîbûn xwe vebişêrin. Jiber ku axaftina me ya bi tirkî, em didan dest û bi peyva “kiro” dihatin bi nav kirin.
Gor hevalên xwe ez salek mezin û bejndirêj, ji alîyeke din va jî qasî zanebûna xwe ji sîyaseta kurd hayîdar bûm. Bi hinek xwendekarên kurdên ku wê deme di zanîngehê da dixwendin ra têkilîya min hebû. Jibo ku ez bixwînim, pirtûk û kovarên ku diket deste wan, bi min ra jî parva dikirin.
Loma li cem hevalên xwe û li dibistanê jî, min kurdbûna xwe venedişart. Hinek hevalên min her çiqas ji hebûna kurdan hayîdarbana jî, ji hebûna kurdî hayîdar nebûn. Hinekan jî kurdî meraq dikirin û wateya hinek peyvên tirkî ji min dipirsîn û min jî kurdîya wan ji wan ra digot.
Ji rojan rojek em di dersgehê da bûn û dersa me jî vala derbas dibû.
Ez û hevalên xwe yên nêzîk, em li rêza alî pencerê kom bibûn û me bi dengeke nizm sohbet dikir.
Pencereyên dersgehê li alî taxa Weyîs Efendi mezê dikirin.
Li ser dîwarên xanîyan sloganên bi tirkî û kurdî, ku li ser hev û li bin hev hatibûn nivîsandin bala me hemûyan dikişandin.
Sloganên ku bi tirkî hatibûn nivîsandin, herkesî dixwend û gor zanebûna xwe ew şirove dikirin, lêbelê tu kesî ji yên bi kurdî tu tiştek fam nedikir.
Qasî ku tê bîra min ji wan siloganan çend hebên wan ev bûn…
Ji Kurda ra azadî…
Bijî 1 Gulan…
Bimre koletî, bijî azadî…
Di binê her sloganê da jî navê komel ya jî partîyek cîh digirt, ku ew jî, “Rizgarî”, “DHKD” û “KAWA” bûn.
Hevalên min wateya slogan û şanenava (îmze) di bin sloganan da cîh digirt, ji min dipirsîn, min jî dîsa gor zanebûna xwe bersiva wan dida.
Heta wê deme min ji xwendekarên ku di zanîngehê da dixwendin û tekilîya min bi wan ra hebû, navê Rizgarî, DHKD û DDKDê bihîstibû, lê ji navê KAWAyê bêhayîdar bûm.
Dor hatibû wateya peyva KAWAyê û ez jî di bin giranîya wê da mabûm.
Difikirîm, ku çawa di nav mijarê da bihelînim û jê derbas bibim.
Lê hevalêkî me yê şerûd ketibû pêsîra min û sere carê digot; “Oro te hertişt ji me ra wergerand, lê wateya KAWAyê ji me ra negot, ew çî ye?”
Ji du alî va ketibûm tengasîyê.
Ji alîkî va min jî wateya KAWAyê nizanîbû, li alîyê din va jî nedixwest ji alî hevalên xwe va nezan werim hesibandin.
Di ber xwe da difikirim, lêbelê ji bo bersiveke watedar tiştek nedidît.
Dû ra weke bêçare, herdu kiteyên ku di peyvê da cîh digrin, ji hev veqetand û got; ew jî ji du peyvan pêk tê û wateya wan jî ka wa (o nerede) ye.
Hevalên min di bersiva min da mantiqek neditibûn, lêbelê ew jî bêçare wergera min rast qebûl kirin û gotin, “gelo ew jî hêzek nû ye, ku hê naxwaze navê xwe rasterast li bin sloganên xwe binivîse…”
Ji wê rojê pê va kîngê navê KAWA bibinim û bixwînim, xwe di dibistana 23 Temmûzê û di nav hevalên xwe yên wê demê da dibinim û wergera min a herî ewil a ku ji wan ra kiribû tê bîra min.
Navê hinek hevalên min neyên bîra min jî rû û rûçikên wan ên pîr û pak tên ber çavên min…
28.09.2022