Sal 1988, demsal bihar.
Adar nîvî, newroz nêzîk dibû…
Gul û sosin dipişkivîn…
Xweza jîndar dibû,
erd û ezman bi gul û sosinan va dixemilîn
û mizgînîya Newrozê didan.
Babilîskek rabibû ji Bexdayê,
ewrên reş kom dikir, li ser axa qedîm.
Bi gujeguja ewran va, ezman diqelişî,
fizildûman radibû ji erdê.
Halepçe dinalîya…
Behna sêva dihat ji kûçe û kolanan.
Zarokên ji qedera xwe bêhayîdar,
di nav hêsirên çavên xwe da,
li sêvên kesk û sor û zer digerîyan.
Xewnên li ser sêvan didîtin,
di hembêza dê û bavên xwe,
di paşila kalik û pîrikên xwe da
Can didan…
Ji bêhna sêvên tirş û tahl!..
Pênc hezar can…
Jin û zarok, qîz û xort,
kalemêr û pîrejinên Kurd,
li kûçe û kolanên Helepçê…
pişta xwe dabûn erdê sar,
serê xwe danîbûn ser kevir û daran.
Di ronahîya rojê da ketibûn xewa kûr,
xewa mirinê…
Dinya kerr û lal…
Mirovahî bêdeng û ji dûr va
li kuştina xwe temaşe dikir.
Halepçe wêran…
Di nav mij û dûmanê da
tenê bêhna sêvan dihat,
bêhna sêvên tirş û tahl…
Kornwestheim, 15.03.2021
ikramoguz@navkurd.net