Di sala 1979 da li bajarê Agirîyê ji bo gelê Kurd serkeftinên baş diqewêmîn. Ji wan serkeftina yek jî bidestxistina şaredarîya Agirîyê bû. Şehîd Orhan Aplaslan bi rajeyek mezin wek şaredarê Agirîyê hatibû hilbijartin.
Piştî hilbijartinê ez ҫûm di şaredarîya Agirîyê da xebatîm. Gelek dost û hevalên minên hêja li Agirîyê hebûn. Ji wan yek jî hevalekî bi nav û deng, tekoşer şehîd Metîn Aksoy bû. Min şehîd Metin Aksoy di sala 1976 an an jî di destpêka sala 1977da li navҫeya Bazîdê naskiri bû. Cara yekem li Bazîdê di civînekî da, wê demê xwendekarê li Zanîngeha Erziromê, rehmetli Hesen Sarî me bihev dabû naskirin. Heta wî demê min navê wî pir caran bi jêhatbun û tekoşerîyaî wî bihîsti bû. Roja ku min ew naskir, ez gelek kêfxweş bibûm. Dikarim bibêjim, di wê demê da yê ku di nav hevalan da herî zêde dihat hezkirin, Metin Aksoy bû. Ji ber ku di kar û xebatên xwe da, xortekî jêhatî, xwedî soza xwe û mêrxas bû.
Dema ez diҫûm Agirîyê, her hal min Metin Aksoy didît. Di sala 1979an da, êdî ez xebatkarê şaredarîya bajarê Agirîyê bûm. Pir kêfxweş bibûm, ji ber ku ketibûm nav refên hevalên nû. Ew hevalên min di nav xeyalên xwe da didît, êdî bi wan ra bûm. Her roj û demên min bi Metin û hevalên din ra derbas dibûn.
Bi taybetî bi şehîd Metin Aksoy ra rû bi rû gelek bûyeran bibûm. Heta roja 12ê Îlona sala 1980yî gelek rojên me yên ҫê û xirab bi Metin Aksoy ra derbas bûn.
Şehîd Metîn, pir caran min ji tengasî û bûyarên xeternak xilas kiri bû. Wê demê her roj, bi kuştin û mirinê derbas dibûn. Rojên tarî bûn. Min di wan rojan da him mêrxasîya wî, him jî fedakarîya wî bi çavên serê xwe dît. Bi rastî mirov fedakarî û duristbûna wî nikare di nivîsînîek da bîne ziman.
Beguman hemû şehîdên Kurdistanê wer şêr û piling, leheng û mêrxas bûn. Ji wan yek jî şehîd Metin Aksoy bû. Di nav civata gelê Kurd da, pesn û mêrxasîya şehîdan tên kirin. Ew şehîd ketin û ji me ra mîratek bêhempa hîştîn.
Îro di ser şehîdbûna Metin Aksoy ra çil sal derbas bûn. Lê em ҫiqas pesnê wî bidin jî têr nake. Ji ber ku xewn û xeyalên Metin jî, mîna her Kurdek dewletxwaz, doza serxwebûna Kurdistanek azad bû. Şehîd Metin Aksoy, şexsîyetek welatperwer û Kurdistanî bû. Armanc û têkoşîna Metîn jî, şer û berxwedana wî jî, ji bo xilasbûna miletê Kurd bû.
Ji bo rûmetîya şehîdên Kurdistanê, ji bo xewn û xeyalên wan, pêwîst e em herdem qala wan bikin û wan bibîrbînin. Divê şehîdbûna wan lehengên Kurd, ji alî hevalên ku wan nasdikin bên nivîsandin. Jiber ku, jîyana her şehîdê Kurdistanê bi serê xwe parçeyek ji dîroka gelê Kurd e. Bibîranîna şehîdên Kurdistanê, ji bo pêşeroja miletê Kurd dibe wek tav û ronahî. Bi xwedîderketin û bîranîna şehîdan, nivîsandin û axaftina li ser şahidbûna van ji bo herkesî ferze. Ji ber ku em bûne şahidê, şehadeta wan şehîdên birûmet. Heta em sax bin divê em wan ji bîr nekin û kar û xebatên wan bînin ziman. Metin Aksoy jî, ji bona azadî û serxwebûna miletê Kurd şehîd ket. Ji bo doz û serkeftina miletê Kurd, bi şehadeta xwe dîroka miletê Kurd da cîh girt.
Şehîd Metin Aksoy, mirovekî dilsoz û lehengê doza miletê xwe bû. Di roja 12ê Îlona sala 1980yî da, bi sedan hevalên xwe ra li Agirîyê hat binҫavkirin. Di zîndanê da, ji destê xwînxar û kujerên Tirk, îşkenceyên herî giran dît. Piştra bi birînên wî yên bê derman, ew awêtin hepsa leşkerî ya Erziromê. Di wê zîndanê da em gelek heval di qawûşek da bûn. Bê tedawî û bê derman, rewşa Metîn roj bi roj xerab dibû. Rojek ew rakirin nexweşxaneyê, ji wî roja reş şûnde me edî şehîd Metin Aksoy nedît. Ҫend roj şûnda me xebera wî ya reş bihîst ku, ew roja ku ҫûye nexweşxanê ketîye nav refê şehîdên Kurdistanê.
Ez bibîranîna şehîd Metîn Aksoy, şehîd Orhan Alpaslan, rehmetî Hesen Sarî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînim. Hemû şehîdên Kurdistanê rûmeta gelê Kurd in û ew qet nayên ji bîrkirin.
Metin Aksoy 40 sal berê, ji bo Kurdistanek azad û serbixwe canê xwe ji dest da û di nav lehengên Kurdan da cîhê xwe girt.
Ew jî îro di nav refên şehîdên Kurdistanê da li ser axa pîroz difire.
23.10.2020