Ev roj, ji alî Kurdên welatperwer û dewletxwaz va li seranserî dinê tê pîroz kirin.
Al, nîşana milet û sembola dewletê ye.
Ala Kurdistanê jî sed sal e, ji alî Kurdên neteperwer va wek nîşana miletbûnê tê bikar anîn.
Hukumeta Herêma Kurdistanê jî Ala Kurdistanê wek ala fermî bikar tîne.
Dîroka Ala Kurdistanê dîrokeke dûr û dirêj nîne.
Destpêka sedsala 20an, bi awayekî destpêka avakirina sazîyên Kurdan e.
Ji vir nêzikî sed sal berê, di sala 1920an da li Îstenbolê ji alî ronakbîrên Kurd va Teşkîlat-i Îçtîmaîye Cemîyetî tê avakirin. Ala Kurdistanê jî ji alî wê teşkîlatê, bi reng û şiklê xwe yê îro wek Ala Kurdî tê qebûl kirin.
Celadet Alî Bedirxan di gotareke xwe ya di Hawarê da hatîye weşandin da ala Kurdistanê dide nasîn û di derbarê wê da dibêje:
„Her milet xwediyê alekê ye. Al nîşana milet û welat e. Tevayiya heyîna miletan di ala wan da civiyaye. Al namûs û rûmeta miletan e. Her milet di cejn û şahîyan da kesr, xanî û kûçeyên xwe bi ala xwe dixemilîne. (…() Lê ala miletê Kurd jî, li ser dilên zarokên wan de hilandî ye.
Ala kurdan, ji jor ber bi jêr va, ser hev, sor, sipî û keks e, di nava wê de roj diçûrise.“
Di Rojnama Kurdistan ku, di dema Komara Mehabadê da hatîye weşandin, di hêjmara wê ya 9an da axaftina keçeke Kurd, Îşret Azmî hatîye belavkirin. Îşret Azmî di wê axaftinê da Ala Kurdistanê bi van çend rêzên li jêr cîh digrin, tarîf dike:
„…Ey Ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîşana bilindiya Kurdistanê!…
Rengê te yê sor şahid e ku tu bi xwîna Kurdan hetiye hilgirtin.
Rengê te yê sipî nîşana dilpakiya Kurda ye.
Rengê te yê kesk jî delîla ciwaniya axa Kurdistanê ye…“
William Aegleton jî di derheqê Ala Kurdistanê ya li Mehabadê hatîye bilindkirin da weha nivîsîye:
„Di Gulana 1944an da rêxistina Komele, bi alîkarî û hevkariya hevalbendên xwe yên li Iraqê, ala Kurdistanê ya netewî amade kirin. Ev al ku ji sê xetan pêkhatî bû, her xeteke wê rengek bû. Li jorê sor, li navê sipî, li jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî awayî bi vajî qulubandineke rengên ala Îranê, ala Kurdî hatibû çêkirin. Li ser alê roj -ku sembola Kurda ye- û li kêleka rojê du simbilên genim, li pişt wan jî çiyayek û pênûsek hebû.
…Serê sibeha meha Çileya Paşîn a 1946an bû. Tav diçûrisî, rojeke xweş bû…. Ji gundên dorê gundî û serokeşîr hemû hatibûn Mehabadê. Meydana Çarçirayê tijî bûbû. Papûra ku ji herdû seriyên bajêr digihîşt qada Çarçirayê bi alên Kurdî û bi flamayên sor û sipî û kesk hatibûn xemilandin…“
Musa Anter jî di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948an da li gel Yusif Azizoglu û çend Kurdên din danîne, dike û dibêje;
„Kesên ku di wê rêxistinê da cîh digirtin, sondek dixwarin. Ji bo sondê destê xwe didan ser Ala Kurdî û çekekê û sonda xwe dixwarin. Wezîfa amadekirina alê jî li ser min bû. Ez çûm Kapaliçarşiyê min ji her yekî nîv mîtro, çar reng qûmaş kirîn. Al îro jî tê zanîn. Sor, sipî û kesk, li navê jî rojek zer. Sembola reng û roja li ser alê jî weha ye; Sipî, aşîtî ye. Sor, xwîn û şoreş e. Kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê netewî yê Kurdan Zerdûştî ye….“
Dr. Kamûran Alî Bedirxan jî di siîra xwe ya bi navê Ala Kurdan, Ala Kurdistanê tarîf dike û bi van peyvên zêrîn wuha dixemilîne:
Ala Kurdan
Ronahiya dil û çav;
Diyariya dê û bav;
Pêsîra wê roj û tav,
Spehitiya ax û av
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.
Kehremanê ceng û şer;
Kiblegeha mê û ner;
Cayegahê can û ser
Afitaba dar û ber
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.
Rêviya xortan û mêr,
Mihreba mizgeft û dêr
Şahê evd û şahê şêr
B’reng û bihn e zîv û zêr.
Piştî van gotinan ne hewece ye mirov tiştekî din bibêje.
Bila roja Ala Kurdistanê li Kurdên welatperwer û dewletxwaz pîroz be!
17.12.2018