Çil sale partî û rêxistinên Kurd, bi neyartî û ixanetê hevdû tawanbar dikin. Îro Kurdên Bakûr bi piranî li dijî hev, pirsa birûmet û bêrûmetîyê bikar tînin. Hê jî li kesên ku wek wan nefikirin bi çavê neyartîyê li wan dinihêrin û bi pirsen bê edeb tawanbar dikin. İro di navbera Kurdên Bakûr de, rûmet û bêrûmetî derketiye qada herî bilind.
Îro jî wek herdem ji bo hilbijartinên li Tirkiyê û ji bo wekîlên parlemena Tirkiyê şerê hev dikin.
Li ser malperên nav Kurd û ziman Tirk, bikaranîna gotinên bêpîvan ji bo Kurdên murîd bûne mode. Wek tê famkirin ku partîyen Kurd jî ji bo berjewendiyê xwe û ji bo xatirê iqtîdara xwe ji gotinên murîdên xwe ra bêdeng in.
Ya ku nayê famkirin helwesta ew kesên ji xwera dibêjin rewşenbîr û ronakbîran in. Bi piranî gava fikren xwe eşkere dikin, dixwezin herkes wek wan bifikirin. Her yek dibe alîgirê partiyek û ji murîdên partiyan zêdetir gotinên bêrûmet ji hev ra dikin.
Di dema hilbijartinên 24ê Hezîranê de ew peyvên nebaş, di tekili û navbera rewşenbîrên Kurd da jî zêde bûn. Bi giranî li ser sosyal medyayê û li ser malperên parti û rêxistinan de li dijî hev heqaretên mezin ji hev ra anîn ziman.
Hilbijartin qediya, Tirka Serokdewletê xwe û parlementerên xwe hilbijartin. Di encama hilbijartinê da ji bo Kurdan tiştek bikar nehat û qezencek jî çênebû.
Kurdên ji bo parlamena Tirk bûn berendam, hatin hilbijartin jî li ser serê Kemalê kor û li ser rûmeta milletên Tirk son dixwin, yên mayîn jî bihatana hilbijartin wê sondê dixwarinEw Kurdên ku li ser navê Kemalê Kor û komara wî sond bixwe, ew wekîl jî ji kîjan partiye be, bila bibe gelo çi ferq dike. An jî ferqa wan, wekîlên Tirka çiye û çiqas dibin wekîlên Kurdan?
Ez bi dîtina xwe dibêjim, ew wekîlên li ser nav û netewa Tirk sond dixwin, ew parlamenterê Tirkan in û bêrûmet û bêqîmet in.
Heyfa milletê Kurde, ji bo wekîltiya dewleta Tirk, divê di navbera Kurdan de nebe sedemên gengeşiyên qirêj. Qedera milletê Kurd bi hilbijartinên Tirkiyê va girêdayî nîne.
Hilbijartin hema li hemû welatê cîhanê, di nav milletin azad û bindest da çê dibin. Di nav van milletan de kes birûmetî û bêrûmetîyê hevdû tawanbar nake. Ji bo hilbijartinên dewleta dagirker tawanbarkirina bi ixanetê malxirabiya herî mezine.
Sedem vê yeke ye ku rewşa Kurdên Bakur rewşekî xirab e. Ev yek jî xisarek mezin dide civata Kurd.
Wek gotina dawîyê, Kurd çiqas ji hev cûda bifikirin û din av partîyên cüda da cîh bigrin jî, divê li ser berjewendiyên netewa xwe yek bin û ji hev ra rêzdar bin.
Hîmê yekbûn û rêzgirtinê jî di rewşa îro da ziman, axa welat û al e….
30.06.2018