Her du roj jî ji bo Kurdan rojên girîng in.
12ê Gulanê ji bo Kurdên Başûr…
24ê Hezîranê jî ji bo Kurdên Bakûr…
Di 12ê Gulanê da li İraqê hilbijartin he ye, 24ê Hezîranê da jî li Tirkîyê.
Kurd li herdû welatan jî beşdarî hilbijartinan dibin.
İraq piştî şerê Cihanê yê Yekemîn ji Împaratorîya Osmanîyan qetîya, dewleta Tirk jî li ser mîrata Osmanîyan ava bû.
Ji niştecîhên Tirkîyê kêm zêde % 25, ji yê Iraqê jî % 15 Kurd in.
Di nav sînorê her du dewletan da jî Kurd ji rêvebirîya dewletê bêpar bûn.
Kurdên Başûr ji %100 li ser axa xwe jîyan û dijîn.
Kurdên Bakûr ji 1/3 li ser axa xwe, 2/3 jî li seranserî Tirkîyê belav bûne.
Kurdên Başûr bi ziman û jîyana xwe Kurd in.
Kurdên Bakûr bi her tiştên xwe va ber bi Tirkayetîyê dibêzin.
Kurdên Başûr bi salan daw û doza xweserî ya herêmî kirin û îro daw û doza serxwebûnê dikin.
Kurdên Bakûr jî bi daw û doza serxwebûnê dest pê kirin, mixabin îro bi giranî daw û doza Tirkîyeke demoqratîk dikin.
Sedem vê yekê li Iraqê partîyên Kurd li bajarên Kurdan, yên Ereb jî li bajarên Ereban beşdarî hilbijartinê dibin.
Kurd reyên xwe didin Kurdan, Ereb jî reyê xwe didin Ereban.
Li Iraqê hemû partîyên Kurd bi fermî beşdarî hilbijartinê dibin.
Li Tirkîyê tenê HDP û Hudapar.
Ew jî weke partîyên Tirk li seranserî Tirkîyê beşdarî hilbijartinê dibin.
Tirk tenê partîyên Tirk hildibijêrin.
Kurd jî kêm zêde nîvê wan partîyên Kurd, yê din jî partîyên Tirk hildibijêrin.
Piştî hilbijartinan, li Iraqê ji sê postan yek (Serokkomar, Serokwezir an jî Serokê Parlamentoyê) dikeve destê Kurdan.
Ji sala 2002yan vir da postê Serokkomartîyê di destê Kurdan da bû, dibe ku piştî 12ê Gulanê Serokatîya Parlamentoyê bikeve destê wan.
Li Tirkîyê jî ji para Kurdan ra tenê rûnişkandina li ser kursîyên rengîn û biha dikeve…
Jiber ku hîmê dewleta Tirk bi wî awayî hatîye danîn.
Di nav pergala dewletê da Kurd dikarin bibin her tişt, lêbelê tenê nikarin bibin Kurd.
Li Iraqê jî heta salên 2000î wusa bû.
Di salên 1990î da hîmê dewleta Iraqê lerizî, di sala 2002yan da jî hilweşîya.
Hîmê dewleta İraqê li ser esasa sê alî ji nûva hate danîn.
Kurd û Sune û Şîa…
Her sê alî carcaran şerê hev bikin jî, gor hêjmara xwe rêvebirîya dewletê di navbera xwe da parve dikin.
Li Tirkîyê hîmê dewletê hê xil û xar e.
Kîngê Kurd bi kevirekî va bilîzin, xwe di bin hîmê xar da birîndar dibînin.
Kurd bi serê xwe tenê ne dikarin hîmê xil û xar hilweşînin, ne jî dikarin banê wê rast daynin.
Heta ku hilneweşe û ji nû va rast neyê danîn, qedera Kurdan jî nayê guhartin.
Lê Kurd îro bi hêsanî dikarin xewa rêvebirên dewletê birevînin.
Ji bo vê yeke jî, berî biratî û hevkarîya bi Tirkan ra, biratî û hevkarîya navxweyî pêwîst e.
Ku ev yek jî li hemberî Tirakan rûmetîa Kurdan zêde dike.
Sedem vê yekê ye ku gava ku ji alî hin partîyên Kurd va, ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê hatîye avêtin, gavekî piçûk be jî ji bo destpêke girîng e.
09.05.2018