Ji dagirkirina bajaran ra çare he ye, mixabin dermanê dagirkirina mêjû hê nehatîye dîtin.
Kurd miletekî bêçare ye.
Bêçaretîya wan jî ji dagirkirina mêjûyên wan tê.
Heger ji alî mêjû va nehatibana dagirkirin, îro nedibûn sêwîyê ometê û sêwîyê gelan.
Ew jî wek gelên blindest li parçeyek neba, li parçeyekî din bi ser diketin û dibûn xwedî dewlet.
Di nav mala navdewletî da ji xwe ra kuncikek ava dikirin û ji sêwîtîyê xilas dibûn.
Li birayên xwe yên bindest xwedî derdiketin û digihîştin gazî û hawara wan.
Mixabin ax bûye çar, mêjû jî bûye çilûçar parçe.
Her parçeyek li alîyekî dikişîne.
Yek dagirkerê xwe neyar, dagirkerê birayê xwe dost û heval dibîne.
Yekî din dev ji dagirkerê xwe berdide, şerê birayê xwe dike.
Dem tê çar dewletên dagirker dibin yek, ew ji hev dûr dikevin û di bin lingan da dipelixin.
Dem tê çar dewletên dagirker ji hev dûr dikevin, her yek li pey dagirkerekî dikeve.
Bi her awayî dagirker bi ser dikevin, ew têk diçin.
Ne hewce ye em dûr û dirêj herin.
Duh Kerkûk…
Îro Efrîn…
Sibê jî bajarekî din…
Duh bi ketina Kerkûkê ra hinek Kurd şa bûn…
Îro bi ketina Efrînê ra hikekên din şa dibin…
Sibê bi ketina bajarekî din ra kî şa dibe, Xwedê jî, dagirker jî baş dizanin.
Sedem vê yekê ye ku îro Kurd bi ketina Efrînê ra mijûl in.
Tirk, bêdeng û bêseda di nav axa Başûrê Kurdistanê da rê digrin û hûr hûr dimeşin.
Hinek Kurdên ku xwe wek berdevkê Başûrîyan dibînin, dibêjin, “ew ax ne axa Başûr e, di bin desthilatîya PKKê da ye.”
Hinekên din jî dibêjin, “Berpirsîyar û parêzerê sînor, dewleta navendî ya Iraqê ye!”
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê 58 rojan ji erd û ezmanan Herêma Efrînê bombebaran kirin.
Dar li ser daran, kevir li ser keviran nehîştin.
Ketin nav bajêr, berê êrişî peykerê Kawa kirin û bi şerefa kurdan ra lîstin.
Îro çar roj e, di nav bajarê Efrînê da mal û milkê Kurdan talan dikin.
Dikevin nav malan û dest davêjin zêr û bazinên jinan.
Nan û ava wan diherimînin û pez û dewarên wan didizin…
Hinek Kurdên xwedî pênasên mezin û giran jî di mala diz û çilpizan da ji xwe ra xewn û xeyalên malavakirinê dibînin.
Ji wan yek jî Fuat Elîko, Serokê Yekitî û Rêvebirê ENKSê ye. Elîko li Istenbolê rûniştîye, pişta xwe da ye Erdoxan, îro jî li ser ekranên televîzyona Rûdavê daw û doza azadîya Efrînê dike.
Mirov dibêjî qey Marsî ji ezmanan daketine xwarê û Efrîn dagirkirine, ew jî bi piştevanîya Erdoxan Efrînê ji wan xilas dike.
Li alîyê din Kurd hê ketin û neketina Efrînê ra mijûl in
Ji roja 11ê Adarê vir da, dewleta Tirk ketîye nav axa Başûr û ji erd û ezmanan bombeyan dibarîne.
Heta îro Hukumeta Herêma Kurdistanê kerr û lal bû.
Firokeyên şer yên Tirkiyê îro jî li ser sînorê qezaya Çomanê bombebaran kirin û di encamê de 4 Kurdên Başûr şehîd bûn.
Şukir ji Xwedê ra dereng be jî, deng ji berdevkê Hukumeta Herêmê Sefîn Dizayî derket.
Sefîn Dizeyî dı daxuyanîya xwe da bi helwesteke şermok qala êrişên dewleta Tirk dike û dibêje: “Di demekê da ku hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bona pîrozkirina Cejna Newrozê û pêşwazîkirina sala nû ya Kurdî ber bi deşt, û çiyayên Kurdistanê çû bûn. Mixabin, spêdehiya roja pêncşemê ji encama bombebarana balefirên şerî yê Tirkiyeyê bo ser baregehên PKKê li devera Balakayetî 4 welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd bûn.”
Wezareta Derve ya Iraqê jî li ser bombebarana Tirkiyê ya li nav sînorê Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û di daxûyanîyê da tê gotin: “Em berdewamiya êrişan û derbasbûna Tirkiyê nav axa Iraqê şermezar dikin. (…) Derbasbûna nav axa Iraqê, xizmeta berjewendiyên navbera Tirkiye û Iraqê nake (…)”
Herdu daxûyanî jî îro di Rûdawê da hatibûn weşandin.
Kê berê daxuyanî dabû û kê ji kê cesaret girtibû, ez nizanim.
Lê ez sedema du tiştan daxûyanîya berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistanê girîng dibînim.
Ya yek daxuyanî çiqas dereng û bi helwestekî şermok hatibe dayîn jî, ji helwesta kerr û lalbûnê çêtir e…
Ya din jî, daxûyanîya berdevkê fermî, gotinên hin kesên ku xwe wek berdevkên Hukumeta Herêmê dibînin û wek dîkên bêwext azan didin, pûç dike…
22.03.2018
ikramoguz@navkurd.net