Piştî damezrandina komara kemalîst, ji ber sedemên serhildanan, di dilê gelê kurd da tirs û xofa komara kemalîst cîh girtibû. Ji ber ku, piştî her serhildanê, komkujî, nefî, zilm û zordarîya dewletê dest pê dikir. Loma Kurd, tenê bi fermî tabiî qanûnên komarê dibûn. Daw û dozên xwe di nav xweda, bi mezin û zanayên xwe çareser dikirin. Di nav piranîya gundan da, şer û pevçûn zêde çê dibûn. Kurdan pirsgirêkên nav xwe, bi Şêx û Axa, melan û bi mezinê gund ra çareser dikirin. Ji ber ku Şêx û Axa, di nav civata gelê kurd da bi bandor bûn. Wê demê ji bo wan kesên bi dewleta kemalîst ra dixebitîn û tevdigerîyan ew xayînin ya jî xwe firoş bi nav dikirin.
Bawerîya miletê kurd ne bi qanûnên kemalîstan ne jî bi sîyasetmedarê wan hebû.
Lê bawerîya dewleta kemalîst jî ne bi kurdên çê ne jî bi yên xirab dihat. Rêveber û sîyasetmedarên tirkan, bi fêl û fêlbazîyê bi kurdan ra tevdigerîyan.
Heta salên 1980ê dewleta kemalîst, bi destê partîyên tirk û bi avakî, li Kurdistanê kesên di nav gel da bi bandor, tesbît dikirin û dikirin alîgirên xwe. Dewletê bi sîyaseteke aqilane, ji serokên eşîran û ji malbatên Şêxan gelek kes dikirin parlamenter. Li heremekî çend eşîr ji hev cûda hebûna her yek dibûn berpirsyarê partîyekî û ji hev ra dibûn neyar.
Tirk, ji destpêka komara kemalîst heta roja îro bi vê fêlbazîyê sîyasetê dikin. Piştî şerê cîhanê a duyemîn, li seranserî dinyayê bandora çepgirîyê dest pêkir.
Kemalîstan pêşî li wê pêlê jî girtin û bi destê çepgirên xwe ketin nav tevgera çepgiran. Bi navê biratî û wekhevîyê, ji bo mafê ked û karkeran, cûda cûda rêxistin û komel damezrandin. Ciwanên kurdan û xwendevanên kurdan jî bi navê wekhevî û sosyalizmê ketin nav wan rêxistinan..
Wan bi dijîtîya Şêx, Axa û kevneşopîya kurdan, komel û rêxistinên çep û binerd damezrandin. Kemalîstan, heta roja îro bi her awayî ji van rêxistinan faydeyê pir mezin dîtin.
Di nav pênce salî da, kemalîstan wek lîstika mişk û pisikê bi kurdaran lîstin. Berê di navbera rêxistinên çepgir û eşîrên kurdan da şer derxistin. Piştra di navbera çepgirên kurdan da li ser tiştên piçûk li hev kirin neyar û ew bi hev dan kuştin.
Dema ku ji ziman ji kevneşopîya kurdan tiştek nema, wê gavê kemalîst ketin nav tevgerek nû.
Ew partî û kurdên di destpêkê daw û doza welatê xwe dikirin, bi hevkarîya kemalîstan bi deh hezaran kurd dan kuştinê û kirin zîndanan. Carek din dîsa serkeftin bû para kemalîstan.
Îro bi piranîya daxwazên sîyasetmedarên kurd, ji bo berjewendîyên komara kemalîst e. Ew ji bo parlamenterîya komara tirkîyê ketine rêzê, miletê kurd jî perîşan bûye. Çepgir û rastgir milet kirine pêlîstik dane destê dewleta dagirker.
Wek mînak, bi gelemperî nebe jî îro li bajarê kurdan ji bo piştgirîya Filîstînê derdikevin kolanan, mirov ji bo wan kurdan şaş û metal dimîne.
Li Batmanê, li Amedê û li gelek bajar û navçeyan, bi siloganên Ellahû Ekber diqêrin û xwe bi qûrbana Ereban dikin. Bi dîtina min ew ne kurd û misilman in, ew encax dibin kerê omedê.
Dîsa li Amedê xwedêgiravî baroya parêzerên kurd, ji bo Serokwezîrê Îsraîlê li dadgeha mafên mirovan û ji bo îdîayên komkujîya Filîstinê, daw û dozê vedikin.
Gelo, ew çiqas ji kurdên bi siloganan xûlamtîya Filistînya dikin baştir an jî pêşverû ne. Gelo ferqa wan û xûlamê omedê çîye. Helbet silogan û meş tên ji bîrkirin, lê dawa wan vekirîye, ji bo kurdan wê nebe problem.
Dema mêjû xirab bû, fonksîyona laş jî namîne. Gelo qew et nafikirin. Eger vîcdana kurdeyatîyê bi wan ra hebe, li Rojavayê Kurdistanê heroj zarokên kurdan bi diron û bombê tirkan tên kuştin. Çima li dijî tirkan û xwedêgiravî ewqas ji Serokên tirkan nefret dikin, li dijî wî çima dozê venakin.
Ew raste rast piştgirîya hikûmet û dewleta kemalîst dikin, ji ber ku, bibin parlamenter û şaredar.
Mixabin, di dawîyê da bi sîyaseta şaş û bêbingeh, qedera kurdan anîn li ser azadîya jinê û li ser biratîya miletên ji komara kemalîst danîn.
Wer tê zanîn ku, kurd ji her tiştî dibin, lê ji xizmetkarîya kemalîstan û ji koletîya omedê nabin.
Olperest. û çepgirên tirkan hemû parazvanên rejîma kemalîst in, ew kurdên bi wan ra tevdigerin jî xulam û xizmetkarê kemalîst û tirkan in.
07.11. 2023