Navê pirtûka Kek Bedirxan Epozdemir, bi tirkî „Tarihe Not Düşmek“ e û min jî ew wek „Tebinî ya ji bo dîrokê“ wergerand. Çiqas rast û di cîh da ye, nizanim, lê min tiştek ji vî navî baştir jî nedît.
Kek Bedirxan ev pirtûka xwe çend meh berê ji min ra şandibû. Min jî bi kelecan dest pê kir û xwend. Piştî xwendinê min dixwest nêrînên xwe yên di derbarê pirtûkê da wek germagerm binivîsim. Mixabin hinek kar û bar ketin navberê û ev nîvîsa min jî heta roja îro ma.
Ez ji pirtûkên bîyografîk û yên ji bîranînan pêk tên zêde hez dikim û bi kêfxweşî jî dixwînim. Ew bi tewna nivîsê beşek ji edebîyatê, bi taybetî bîranîn bi naveroka xwe jî pirtûkên civakî û dîrokî ne. Mirov bi xwendina wan ne tenê xwedîyên bîranînan, di kesayetî û jîyana wan da rewşa civakê ya dema ku ew tê da jîyane û bûyerên ku wê demê qewimîne jî dibîne.
Mixabin di vî warî da jî kurd qels in.
Dibe ku ji dewlemendîya edebîyata kurdî ya devkî be, kurd zêde diaxifin û guhdarî dikin, lêbelê kêm dixwînin û zêde nanivîsin. Heta mirov dikare bi hêsanî bibêje, ji xwendin û nivîsandinê hez jî nakin.
Loma kurdên ku bîranînên xwe nivîsîne kêm in. Ji bilî çend mînakan, xwedîyê bîranînan jî bi piranî sîyasetvan in û zimanê bîranînên wan jî bi tirkî ne.
Dema ku naveroka bîranînan sîyaset be, mijar berovajî dibe û hinek ji rastî yê jî dûr dikeve. Sererastkirina mijarê jî di histûyê kesên ku di nav wan bîranînan da derbas dibe da dimîne.
Bingeh û naveroka pirtûka Kek Bedirxan jî bi piranî ji nivîsên ku di derbarê bîranên Kemal Burkay da hatine nivîsandin, pêk tên.
Bîranînên Burkay weke 5 cîldên qalind û di nav 20 salan da li pey hev hatin weşandin, ku min ji wan du cîldên ewil tenê xwendin û li yên mayîn jî negerîyam. Min nêrînên xwe yên di derbarê bîranînên wî da berê jî nivîsîbûn, loma pêwîst nîne ku careke din dubare bikim. Lê dikarim bi kurtayî bibêjim, ku bîranînên Burkay ên ku her cildeke wê nêzikî hezar rûpel dirêj û qalind, ji bîranînan zêdetir, ji pesn û tawanbarîyan pêk tê. Di her warî da bêpîvan pesnê xwe û hinek hevrêyên xwe yên tirk dide. Heval û hogirên xwe yên ku demek bi hev ra rêwîtîya sîyasî kirine û bi hev ra xebitîne, yekoyek û dor bi dor di bin erdê ra dike.
Kek Bedirxan jî di vê pirtûka xwe da qala kar û xebatên xwe yên sîyasî, ku piranîya wan bi Burkay ra kirine, dike û tawanbarîyên wî dibersivîne. Sedem vê yekê ye, ku pirtûk weke navê xwe ji bîranînên Kek Bedirxan bêtir, ji bo sererastkirina bûyerên ku di bîranînên Burkay da çeporast cîh digrin, têbinîyek ji bo dîrokê ye.
Ji bo vê yekê di vê pirtûkê da gelek belgename û çend nivîsên kesên ku bi Burkay ra rêwîtîya sîyasî kirine û dû ra ji hev qetîyane jî cîh digrin. Xwedîyê wan nivîsan jî Faruk Aras, Kazim Budak û İhsan Aksoy in, ku ji tawanbarîyên Burkay qasî hevaltîya xwe ya bi wî ra para xwe girtine.
Bi xwendina pirtûkê ra, hinek bîranînên min jî di ber çavên min ra derbas bûn, ku ji wan yek bi mijara vê pirtûkê va jî girêdayî ye û dixwazim bi kurtayî qala wê bikim.
Sal 2000, demsal payîz bû.
Ez û çend heval li bajarê Darmstadê, li restauranta Îhsan Aksoy, li Araratê rûniştibûn.
Mijar weke naveroka vê pirtûkê bîranînên Burkay bû.
Rikberî û jihevdûrketina rêvebir û serokên partîyan, rewşa kesên ku rû bi rû tawanbarîyen Burkay bibûn û hwd…
Hevalek nêrînên xwe bi mînakek xemiland û got; „Ew kesên ku ji PSKê qetîyane îro werin ba hev, hêzeke du, sê qat ji PSK bihêztir derdikeve pêş. Çima ew nayên ba hev û partiyeke nû danamezrînin?“
Çavê herkesî li Kek Îhsan û li ser min bû, jiber ku di nav kesên li wir da em herdu tenê di nav refên PSKê da xebitîbûn.
Kek Îhsan kesê ku herî ewil ji PSKê qetîyayî, ez jî di wê demê da yê herî dawîyê bûm.
Hê Îhsan tişt negotibû, min hewl da xwe û wek bersiva hevalê ku pirs li me kiribû, got; „Ji Îhsan Aksoy heta ez, kêsên ku ji PSKê qetîyane, sedemê dûrketina hemûyan kêm zêde wek hev in. Lêbelê em bixwazin jî nikarin werin ba hev. Jiber ku rûyê me nagre. Dema ku Îhsan qetîya, yê mayîn Îhsan di bin erdê ra kirin, rûyê xwe jê gûhartin û silavên xwe jî lê birîn. Ev yek dor bi dor hat serê me hemûyan.
Tu kesek li sedemên kesê veqetîyayî negerîya, hemûyan bi çav û gotinên Burkay li pirsgirêkê mêze kirin û Burkay rast û mezin, yê çûyî jî şaş û piçûk dîtin. Hevalên ku bi salan bi hev ra hevaltîyeke ji dil û xebateke hevpar kiribûn, di şev û reojekê da bi hev ra bûn neyar. Ne tenê hevaltî û xebata wan a hevpar, bîr û bawerîyên wan ên hevpar jî ser û binê hev bûn.
Loma sedema veqetyayîbûna hemûyan Burkay ba û di nêrînên kesên veqetîyayî da hevparîyek bingehîn heba jî nedikaribûn li rûyê hev binêrin û bi hev ra dest bi karekî hevpar bikin. Îro jî sedem wê yekê nayên ba hev û karekî hevpar nakin…“
Hêvalê ku pirs li me hemûyan kiribû pirsa xwe şûnda girt, Îhsan Aksoy û hevalên din jî gotinên min pejirandin û mijar jî guherî.
Burkay jî di bîranînên xwe da tu cudahîyek nake navebra hevalên xwe yên kevn. Îhsan Aksoyê ku herî ewil veqetîyaye jî, yên dû ra jî bi heman sedeman piçûk dixîne û di bin erdê ra dike.
Ew kesên ku bersiva Burkay dane, ew jî di derbarê hest û helwesta wî da heman tiştan dibêjin, ku gotinên wan jî sedî sed rast in. Lêbelê ji hev dûr în û bi pişatî rastî hev werin jî, ji bo ku neyên rûyê hev, carcaran rêya xwe jî ji hev diguherînin. Jiber ku piştî gotinên ku ji bo xatirê Burkay ji hev ra gotine, rûyê wan nagre li çavê hev mêze bikin…
Piştî vê bîranînê, ez dixwazim di derbarê pirtûkê da hinek rexneyên xwe jî bînim ziman.
Di warê estetîk û teknîkî da hinek kêmasî hene, ku Lokman Polat jî di nirxandina xwe da qal kiribû. Kêmasîyên di berg û rûpelsazîyê da cîh digrin, kêmasîya nivîskar nînin, ku ew nîşaneyên rewşa weşangerîya kurdî ne.
Weşangerîya me jî wek sîyaseta me tewşo mewşo bi rê va diçe. Jiber ku weşangerî beşeke xeternak e, sermîyan û pisporî dixwaze. Kesên ku xwedî sermîyan û pispor ji karên xeternak dûr disekinin, weşangerîya bê sermîyan û ji pisporîyê dûr jî bê kêmasî nameşe.
Lêbelê ji bo min kêmasîya herî mezin, zimanê pirtûkê ye.
Ez Kek Bedirxan ji nêzîk va nas dikim, ku ew qasî kurdperwerîya xwe ewqas jî zimanperwer û kurdîzan e. Jixwe di pirtûkê da jî qala xebata xwe ya di derbarê ziman da kirîye, dike, ku bêguman hêjayî pesinandinê ye. Heta Burkay jî di derbarê zimanzanîna wî da pesnê wî nede jî, heqê wî teslîm dike.
Lê dîsa jî Kek Bedirxan têbinîya ku xwestîye di kurahîya dîrokê da çik bike, şûrê xwe bi tirkî li ba kirîye û anîye cîh…
Hergav bala min dikişîne, ku bila biborin, di vî warî da Kek Bedirxan tenê jî nîne. Gelek siyasetmedar û rerwşenbîrên hemsal û ji nifşên wî jî heman tiştê dikin û ji bo vê yekê jî du sedeman nîşan didin.
Ji wan yek dibêjin; „em bi tirkî dinivîsin, jiber ku kurd bi piranî nikarin kurdî bixwînin.“
Ya duyem jî dîsa dibêjin; „em bi tirkî dinivîsînin, ku dixwazin bila tirk jî dengê me bibihîzin û me fam bikin…“
Herdu sedem her çiqas maqûl xûya bikin jî, gor raya min di encamê da cîhê xwe nagrin.
Jiber ku tu tirkek pirtûka kurdek, bi tirkî jî hatibe nivîsandin, nagre destê xwe û naxwîne. Ger ku hinek ji bo xatirê hevaltî ya jî dostanîyê bigrin û bixwînin jî ne xwediyê pirtûkê fam dikin ne jî di bin tesîra nêrînên wî/wê da dimînin…
Ya duyem jî, Kurd ji xwendinê hez nakin û ji pirtûlkan jî dûr disekinin. Lê firsendê bibînin, heta ku zimanê wan bigere, bê navber diaxifin…
Loma Kurd ne tenê pirtûkên bi kurdî yên bi tirkî jî zêde naxwînin.
Heger mebest dîroka me û têbinîya ji bo sererastkirina bûyerên ku di dîroka me da bi çewtî cîh girtinin be, divê zimanê têbinîyên me jî bi zimanê me be…
Jiber ku dîrok hişê neteweyî yê hevbeş, berdevkê wê jî zimanê neteweyî ye.
22.12.2022