Ji destpêka Komara Tirkiyê heta roja îro, li ser navên kurdan gelek partî hatin damezrandin. Rêvebirên wan dem dem wek namzedên serbixwe, anjî bi hinek partîyên Tirkan ra, beşdarî hilbjartnê bûn…
Piştî hilbijartinan jî hinek kurd di Parlamento ya Tirkan da cîh digirtin. Ew jî ji bo kurdan nebû çareserîyek. Mixabin heta roja îro, ewên li ser navên kurdan di meclîsa Tirkan da cîh girtn, ji bo kurdan qet tiştek jî bi dest nexistin. Yanê, partîyên bi navê kurdan, piranî ji bo berjewendîyên xwe û îdeolojîyên jê bawerdikirin xebitîn. Ji alîyê netew û zimanê kurdî feydekî wan ji bo gelê kurd jî çê nebû.
Dema mirov îro li hebûna partîyên Kurd û kirinê wan dinêre, tê xûyakirin ku wan ji dîrokê qet ders negirtine.
Sed sale li Tirkîyê hilbijartin çêdibin. Partîyên Tirkîyê di her dema hilbijartinan da, çep û rast, bi derewên mezin û bêbingeh soz û qewlan didin Kurdan.
Lê mixabin piştî hilbijartinan, ew soz û qewlên xwe ji bîr dikin. Piştra li kurdan, daha zêde zilm û tehde dikin û wek hercarî dîsa kurdan wek xûlamê tirkan dibînin.
Welhasil, partîyên kurdên bakûr ne ji zilma dewletê ne jî ji xeletîyê xwe ders negirtin. Hejî bi înat, xeletîyên xwe yên bi salan kirine diparêzin û he jî nehatine guhertin.
Îro dîsa, li Tirkîyê li ser rewşa hilbijartinê û li ser îtifaqên partîya gengeşî tên kirin.
Wer tê xûyakirin partîyên tirkîyê ji bo welat û milletê xwe ji destê wan çi tê dikin. Çepgir û îslamîst, faşîst û muhafizekar bê merc û şert tên bahev û li ser berjewendîyê milletê xwe îtifaqan çê dikin.
Dinya alem hate gûhertin, sed sale ne kurd ne ji partîyên navên wan Kurd û sîyaseta kurdî dikin tên guhertin.
ji ber ku fikre wan ideolojîk in, daxwazên wan ne nirxên neteweyî ne. Ziman û sîyaseta wan ne bi kurdî ye.
Çepgirên kurd, ji çepgirên Tirkan zêdetir li zimanê Tirkan û yekiti û demoqratîzekirina Tirkîye xwedî derdikevin.
Omedxwazên kurd, ji tirkên omedxwaz zêdetir, li tirk û kewneşopîya tirkan xwedî derdikevin.
ji wan sedeman, ya herî mûhîm ewe ku, xwedêgiravî di dema damezrandina partîyên navên wan kurd û Kurdistanî, serokê wan partîyan memûrê dewleta tirk bûn.
Ew partîyên bi navê kurdan sîyasetê dikin, ji biratîya gel û bi şoreşgerên Tirkan pir û pir bawerin.
Ew bi rêxistinên wek terîqetên Olî mirûd mabûn, îro jî eynî mirûdin, hêjî bi rêxistinên terîqatî û bi mirûdî tevdigerin.
Ji bo Kurdên bakûr malxirabî ya herî mezin jî ewe ku, ji memûrên dewleta Tirk serokên partîyan dedkevin û bi zimanê Tirkî sîyasetê dikin. Ew bibin wekîl û bikevin parlemena Tirkan jî, qîmeta xwe û navê sîyasetmedarîyê jî xerab dikin.
Li ser vî nivîsê gelek sîyasetmedar, alîgir û mirûdên serok û partiyan dibe ku aciz bibin û êrîş bikin.
Lê mixabin partîyen ew li pey terin, hê bi navên Kurdan û serokmemûren Tirkîyê, hêjî di daxwazên komara demokratik û komara federal da mane û bûne alîgirên komara kemalîst..
06.11.2022