Ev demeke dirêj e, ji dilê min nayê ku ez di derbarê sîyaseta kurdan da tiştekî binivîsim.
Jiber ku Kurd îro di asteke wisa da ne, ku ne kes li kirinê kesî dinihêre, ne jî kes li gotinên kesî guhdarî dike.
Bi taybetî jî alîgirên hêz û partîyan…
Ew çiqas ji hev dûr bisekinin û ji dûr va neyartîya hevdû bikin jî, bi hest û helwestên xwe yên sîyasî da bi tewneke hevpar tevdgerin û tenê di wê tevgerê da dibin yek.
Ew tewn jî, her kes tenê partîya xwe herî bi hêz û durist dibîne û ji şaşîyên serok û rêberê xwe ra jî li çepikan dixe.
Ne rastîya rikberên xwe dibîne, ne jî rûmetê dide gotin û rexneyên rexnekaran.
Loma pêwîstîya gotina rast jî namîne, ku mirov hewl bide û rastîyê bîne ziman.
Lê ev çend roj e, gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yen ku di derbarê rewşa Pêşmergeyên girêdayî partîyan da dike, bala min kişandin û dikişînin.
Jiber ku heman gotin û rexneyên ku ew dike, heta roja îro ji alî gelek kesan va dihate kirin, ku ji wan yek jî ez im.
Mixabin hercarê jî alîgirên wan partîyan bi gotinên tûj û tund bersiv didan û ew tawanbar dikirin.
Nêçîrvan Barzanî di nav hefteyekî da du car e, bal dikişîne ser rewşa peşmergeyên girêdayî herdu partîyên Başûr û bi gilî û gazin ji parlamentoya herêmê daxwaz dike, ku endamên parlamentoyê çavdêrîya pêvajoyê bikin û rola xwe bilîzin.
Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî li ku axifîbû û çi gotibû, werin em li gotinên wî binêrin.
Serok Barzanî, roja 22ê Gulanê çûbû Bajarê Silêmanîyê û li wir bi Serokê YNKê Bafil Talabanî ra beşdarî merasima destûryarîya efser û pêşmergeyên ku li Kolêja Serbazî ya Qela Çuwalan bibû…
Rojeke berê, roja 26ê Gulanê, jî bi Cîgirê Serokwezir Qubad Talabanî ra beşdarî merasima destûryarî ya Koleja Leşkeriya Duyem a Zaxoyê bibû.
Di herdu merasiman da jî axifî, di axaftina xwe da bal kişand ser rewşa Pêşmerge û bang li PDK û YNK kir, ku ew destê xwe ji ser Pêşmerge bikşînin.
Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe ya di herdu merasiman da gotin û gilî û gazinên xwe dubare dike û wiha dibêje; „Wek daxwazeke xelkê Kurdistanê û wek pêdiviyeke niştimanî, wek erkê xwe yê yasayî daxwaz ji PDK û YNK dikim, ku destwerdana xwe ya di karûbarên Pêşmerge da rawestînin.
Ev destwerdan rê li ber pêşkeftinê digire û li ser pêvajoya demokrasî, yekrêzî û yekîtiya Herêma Kurdistanê jî dibe metirsîyeke mezin.”
Di berdewamîya axaftina xwe da ji parlamentoyê jî daxwaz dike, ku ew ji bo çareserkirna pirsgrekên herêmê karê xwe bikin û rola xwe bilîzin. Barzanî dbêje; “Xelkê Kurdistanê daxwaza hevgirtin û yekbûna Hêza Pêşmerge dike. Lewra ez jî daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê dikim, ku ew wek nûnerê xelkê, bi hûrî çavdêriya pêvajoyê bikin. Pêşmerge ji bo parastina Kurdistanê hatiye avakirin ne ji bo parastina partiyan.”
Belê; “Pêşmerge ji bo parastina Kurdistanê hatiye avakirin ne ji bo parastina partiyan” tespîteke rast û dîrokî ye.
Lêbelê ev tespît qasî rastîya xwe, giranîya pirsgirekên herêmê jî di naveroka xwe da dihebîne.
Jiber ku xwedîyê gotinê keseke ne ji rêzê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye û ji muhatabê gotina wî yek jî ew bixwe ye.
Di rêvebirîya herêmê da gelo ji serok û serokatîyê bilindtir pêgehek ya jî payeyek din he ye?
Herwiha gilî û gazinên ku Serok Nêçîrvan Barzanî ji herdu partîyan dike, ji wan yek partîya wî PDK, ya din jî şirîgê hukumeta herêmê û hevparê partîya wî YNK ye.
Gotinên Nêçîrvan Barzanî rast, gilî û gazinên wî jî di cîh da ne.
Lêbelê carcaran gotinên rast û gilî gazinên di cîh da jî têra çareserikirina pirsgirêkan nakin, heta dem tê ew bixwe dibin sebebên zêdebûn û tevlihevbûna pirsgirekan.
Di mijara yekrêzîya hêzên pêşmerge da jî rewş ev e.
Çareserî jî bi helwesta xwedîyê van gotinên rast û gilî û gazinên wî yên di cîh da, girêdayî ye.
Jiber ku wek serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî nikaribe rê li ber destwerdanên partîyan bigre, parlamentoya ku ji endamên herdu partîyan pêk tê, wê çawa çavdêrîya pêvajoya yekrêzî û yekîtiya pêşmerge bike?
Pirs ev e û çareserkirna pirsgirêkan jî di bersiva vê pirsê da veşartî ye…
27.05.2022
Çavkanî: https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/260520227