Di derbarê bawerîya olî da bi hezaran lêkolîn hatine kirin.
Gor encamên wan lekolînan, pirranîya kesên bawermend bawerîya xwe bi kîjan olî tînin û ji kîjan mezhebê dibin bila bibin, heta ku nekevin tengasîyê Xwedayê ku bawerîya xwe pî tînin, bibîr naynin.
Kîngê têkevin tengasîyê…
Kîngê rastî qeza û belayek werin…
Kingê duçarî nexwaşîyeke bêderman bibin…
Kîngê bêçare bimînin, ji hêz û quwetê bikevin…
Wê gavê bi hawar û gazî li Xwedayê ku bawerîya xwe pê tînin, digerin…
Ger ku nekevin tengasîyê, hin şert û mercên bawerîyê bînin cîh jî, wan şer û mercan ji bo bawerîya bi Xwedê zêdetir, ji bo kesên derdora xwe tînin cîh, ku bila ew jî wan wek kesên xwedî bi bîr û bawer bibînin û bihesibînin…
Weke ku di hemû kitêbên pîroz da tên weazdan, kesên bawermend Xwedayên xwe bibîr bi anîyan û gor fermanên wî tevbigerîyana, li rû dinê tu xirabîyek nediqewimî.
Tu kesî, kesekî din nedikuşt…
Tu kesî mal û milkê kesekî din nedidizî…
Di navbera mirovan da û di navbera dewletên ji alî mirovan va tên birêvebirin da, tu car şer û pevçûn dernediket.
Hebûna tu miletekî nedihat înkarkirin…
Ziman û çand û dîroka tu miletekî bi destê zorê nedihat qedexekirin…
Weke buhuşta ku di hemû kitêbên pîroz da tê tarîf kirin, dinya ku em tê da dijîn jî dibû baxçeyek ji baxçê gul û sosinan…
Di wê gulîstanê da Kurd û Tirk û Faris û Ereb, heta hemû miletên li rû dinê, şad û bextewar dijîyan û bi hev ra dibûn xîwşk û bira…
Ji hebûn û bingeha hebûna hev ra rêz digirtin…
Rûmet didan hev…
Ne kesî zimanê kesî qedexe dikir…
Ne jî kesî bi kemêsîyên kesî ra qilf û henekên xwe dikir.
Mixabin îro li rû dinê biratîya miletân bidin alîkî, kesên ji dê û bavek bûne û di nav malekî da dijîn jî ji hev ra biratîyê nakin û li xirabîya hev digerin.
Weke têkilîyên Kurdan, Kurdên di nav çar dewletan û di nav xwe da parçe parçe bûyî…
Weke têkilîyên Tirk û Kurdan…
Ger ku Xwedê tim di bîra Erdogan da ba, serê carê qala yekoyekên xwe yên nijadî nedikir.
Qasî ji Tirkên bêkokên wek xwe hez dikir û pêsnê diroka wan dida, ewqas jî ji Kurdên li ser koka xwe dijîn, hez dikir û pêsnê wan jî dida.
Qasî ku ji zimanê Tirkan hez dikir û diparast, ewqas ji zimanê Kurdî jî hez dikir û diparast.
Qasî ku li Tirkên ji derveyî Tirkîyê xwedî derdiket û daw û doza mafên wan dikir, ewqas li Kurdên Başûr û Rojava jî xwedî derdiket û daw û doza mafên wan jî dikir.
Xwedî bawerîyeke durist ba, sedem xuliqandina wan a ji alî Xwedê va, bi çavê neyartîyê Kurdan nedihêrî û ji bo partastina dewleta Tirk, li dijberî hemû Kurdên li rû dinê şer îlan nedikir.
Çend roj e navê Xwedê ji devê wî nakeve…
Jiber ku di tengasîyê da ye…
Trump twîttek nivîsî, dolar firîya…
Perê dewleta wî dihele…
Ji bêçaretîyê Xwedê bibîr tîne û dibêje:
„Dolarên wan hebe, yê me jî Xwedayê me he ye!“
Ew jî dizane bikaranîna navê Xwedê rê li dolar nagre, lê bi navê Xwedê Tirk û Kurdên bêaqil di garanê da bê nanû bê av li pey xwe digerîne…
11.08.2018
ikramoguz@navkurd.net