Dibêjin Komara Tirkiyê di sala 1923 an de bi destê gelê Kurd û Tirk hatiye damezrandin. Piştî damezrandinê Komara Tirkiyê di demekî kurt da hebûna milletê Kurd înkar kir. Komara nû li ser milletê Kurd dest bi zordarî û êrîşên çekdarî kir. Kurd bêçare man. Kurd carek din ji bo mafên xwe yên neteweyî ketin nav tevgeriyên siyasî. Kurdan di sala 1925 an de li dijî komara Tirkiyê di bin Serokatiya Şêx Seîd de serhildanekî neteweyî dest pê kir. Di sala 1928/29 an de di bin fermandariya Îhsan Nûrî Paşa serhildana Agirî, di sala 1938 an de bi rêveberiya Seîd Riza bi serhildana Dêrsimê berdewam kirin.
Dema têkçûna serhildana Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê da gelê Kurd zordarîyên mezin dîtin. Êdî ji bo milletê Kurd hevî û çarekî nema bû.
Piştî serhildana Dêrsimê şerê Cîhanê yê duyemîn dest pê kir. Piştî şerê cîhanê rewşa dinya yê guherî. Ji bo doza gelê Kurd hêvî zede bû, fersendên nû derketin holê.
Di roja, 16 ê Tebaxê 1945 an de li Mahabadê, di bin Serokatiya Qazî Mihemed Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK-Î hat damezrandin. Parti ji bo hemû Kurda bibû wek çirûsk. Kurd li çar aliye Kurdistanê, ji bo partî û rêxistinên nû ketin nav tevgeriyan.
Piştî salek, dîsa di roja 16 ê Tebaxê sala 1946 an de di bin Serokatiya Mele Mistefa Barzanî PDK-I hat damezrandin.
Di roja 22 yê Çileyê paşîn 1946 an de Komara Demokratîk a Kurdistan (Mahabad) hate ragihandin. Serokê Komara Demokratik a Kurdistanê Qazî Mihemed, Serfermandarê Komarê jî Mele Mistefa Barzanî bû.
Loma li Kurdistanê dema PDK tê gotin, du Serokên Kurd û du pêşengên nemir, Şehîd Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî bi kirinên xwe tên bibîranîn.
Piştî salekî Komara Mahabatê bi destê dewletên xwînxar hat hilweşandin. Serokê nemir şehîd Qazî Mihemed hat dardekirin. Mele Mistefa Barzanî jî bi pêncsed Pêşmergeyên leheng berê xwe da Dewleta Sovyetê, (SSCB). Bi sê dewletên dagirker ra şer kir û meş a wan a dîrokî û dirêj li Ezerbeycanê bi dawî bû.
Ji ber van bûyerên nebaş, li Kurdistanê dîsa bêdengî û bêçaretî dest pêkir.
Deh sal şunda Mele Mistefa Barzanî ji Welatê Sovyetê vegeriya. Vegera wî ya di sala 1958 an de ji bo milletê Kurd bû hevî. Li çaraliyên Kurdistanê ji bo nirxê neteweyî, tevgerên nû dest pê kirin. Miletê Kurd ji nûva bi moral û motîvasyoneke mezin dest bi xebat û çalakiyên siyasî kirin.
Li bakûrê Kurdistanê, bi piranî di nav cîvan û xwendewanên Kurdan da eleqederek mezin çê bû. Bi navên Kurdî komel û rêxistin hatin saz kirin.
Mixabin neyarên Kurdan jî vala nedisekinîn û rê li wan digirtin.
Dewleta Tirk, ji cîwan û xwendekarên Kurd defik çêkirin. Kurdan jî wan nedîtin. Rejîma Kemalist bi destê alîgirên xwe bi navê sosyalizmê û biratiya gelan partiyên çep dan damezrandin. Xwendekarên Kurd jî di nav wanda cîh girtin.
Kurdên di nav wan partîyan da cîh girtin ji pirsgirêkê xwe yên neteweyî dur ketin.
Komara Kemalist bi van projeyên xwe biser ket. Piraniya xwendewan û cîvanên Kurd di nav partî û rêxistinên Tirkan da cîh girtin. Ji cîh girtinên zidetir, di nav wan rêxistin û partiya da bi xwe bûn neyarê xwe.
Mînak, hinek bûn Leninist û Stalînîst, hinek bûn Maoîst.
Şerê di navbera wan partî û rêxistinan, li seranserê Kurdistanê dest pê kir. Li Kurdistanê jî doza neteweyî bû doza ked û karkeran.
Doza neteweyî ji hole rabû. Edî dijîtiya Şêx, Aga, Beg, eşîretî û eşîran hat kirin. Kurd ji rengên xwe dûr ketin û xwe wek şoreşgerên enternasyonal hesibandin. Rejîma Kemalîst bi desten çepgirên Tirk, seksiyonên wan partiyan li Kurdistanê saz kir.
Di salên 1970 yî de Kurd ji partiyê sosyalîst û ji çepên Tirkan qetîyan. Bi navê Kurdî partiyên çep û sosyalîst damezrandin. Êdî Kurd jî bi navê xwe ketin nav şerê şoreşgeriya Tirkiyê. Ji bo doza sosyalizm û doza ked û karkeran.
Çepgirên Bakûr bi piranî neyartîya PDK ê kirin. Ji berk û PDK daxwezên xwe partiyek neteweyî bû. PDK her çiqas otonom û federasyon bixwesta jî daxwazê wan ji bo neteweyiya Kurdan bû.
Partiyên çepgirên Kurdên Bakûr partîyên îdeolojîk bûn. Doz û ramanê wan ji Kurdistanê zêdetir, ji bo sosyalizm û yekîtiya karkeran bû. Li dijî dewletê zêdetir, şerê navxweyî dikirin. Bi gotin û dirûşmên ji kurdayetîyê dûr tevdigerîyan. Hemû xebatên xwe bi zimanê Tirkî dikirin û ji sibê heta êvarê bimre axatî û şêxtî digotin û sloganên wek bijî sosyalizm, bijî biratiya gelan diqêrîyan.
Li Bakurê kurdistanê hê jî siyaseta ji bo yekîtî, biratî û hevalbendîtiya Tirkan berdewam e.
Partiyên navê wan bi Kurdî, ji salên 1970 yî heta roja îro, çil sale bi Tirkî sîyasetê dikin. Hê jî di bin bandora serok û sekreteran da doza ked û karkeran dikin.
Hersal roja yekê Gûlanê, bi partiyên dagirkeran ra, dikevin berebezîyê.
Halbûkî îro yek rêkî tenê li pêşiya Kurdan he ye. Ew jî di rê rêbaz a herdu pêşengên Kurd, Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî da, bi yek rêzî daw û doza neteweyî û daxwaz a ji bo serwerî û serxebûn a Kurdistanê ye.
05.05.2018