Kîngê li Kurdistanê bûyerek mezin biqewime, Kurd wê bûyerê bi Malbata Barzanî va girêdidin û her yek bi awayekî dinirxînin. Hinek niştimanperweriya wan derdixin pêş, hinek jî bi nezanî wan gunehkar dikin.
Barzanî kî ne?
Niştimanperweriya wan ji ku tê?
Ji alî hinek kurdan va çima tên rexnekirin?
Divê nivîsa xwe da ez li ser bersivên van pirsan disekinim.
Barzan, navê eşîretê, malbata Barzanî jî serokên wê eşîretê ne. Eşîreta Barzan, navê xwe ji navenda eşîretê, ji gûndê Barzan digre. Şêxên eşîreta Barzan jî digihîjin Şêx Ebdûlselam Barzanî û kalikên wî.
Koka Şêxên Barzan digihîje Mîrên Amîdiyê. Navê serokê eşîreta Barzan yê yekemîn Mesûd e. Şêx Mesûd li herêma Barzan li gundê Hewînka bi cîh dibe û li wî gundî dizewêce. Bi navê Seîd kurekî wî tê dinê. Piştî Şêx Mesûd, Seîd dibe serokê eşîretê û li dû Seîd jî Şêx Taceddîn şuna wî digre.
Dema Şêx Taceddîn dibe serokê eşîretê, li derû dora wî gelek bawermend dicivin. Jiber ku ew di hemandemêda alim û pêşengek mezin bû. Bi bawermendên aligirên xwe va dergeha Barzan ava dike û bi xwe jî dibe şêxê dergeha Barzan. Di vê qonaxê de şêxtiya Barzanîyan dest pê dike. Bi mirina Şêx Taceddîn ra, kurê wî Şêx Ebdurehman, ji Ebdurehman jî kurê wî Şêx Ebdulleh dibe şêxê dergehê. Şêx Ebdullah, kurê xwe Şêx Ebdûlselam, ji bona perwerdeyîyek baş wî dişîne medreseya Şêx Seyîd Taha yê Nehrî.
Dema ku Şêx Ebdûlselam Barzani dibe serokê dergehê, wê demê biryar digre ku Medreseya Barzan ava bike. Bi avabûna Medreseya Barzan, Şêxên Barzan, bes bi şêxitiya xwe û bi îlmên xwe jî dibin xwediyê giraniyek.
Mewlana Xalid, dema ku Dergehên Naqşîbendîyan ziyaret dike, serlêdana Dergeha Barzan jî dike. Mewlana Xalîd, di wê ziyareta xwe de Şêx Ebdûlselam Barzanî dike xelifeyê xwe.
Xelifetîya wî jî, qedir û qimeta Şêx Ebdûlselam û dergeha Barzan xûrttir dike.
Şêx Ebdûlselam Barzanî di sala 1872 an de diçe ser dilovaniya xwe. Pişt re Şêx Mihemed, dibe şêxê Dergeha Barzan û berpirsiyarê Medreseya Barzan. Şêx Mihemed bavê 4 lawan e. Ew jî Ebdûlselam, Ehmed, Mihemed Sıddık û Mele Mistefa ne. Di sala 1903 an da Şêx Mihemed diçe ser dilovaniya xwe, lawê wî yê mezin Şêx Ebdûlselam Barzanî, cîhê wî digre û dibe serokê eşîretê û berpirsîyarê dergeh û medreseya Barzan. Hemû eşîretên derûdora herêma Barzan, ji Şêx Ebdûlselam Barzanî re rêzdarîya xwe nişan didin. Şêx Ebdûlselam Barzanî, di nav gel û malbatê da rolekî girîng dilîze. Di rê û rêbazek neteweyî da tevdigere û ji bo serkeftina miletê xwe dixebite. Bi edlayî serokatîya eşîretê dike û wek kalikê xwe Şêx Ebdûlselamê mezin dibe dostê mazlûm û feqîran.
Şêx Ebdûlselam Barzanî di civata kurdan da nûsazîyên (reform) girîng çê dike.
Ew nûsazî jî ev in:
1-Milkîyetê ra dike.
2- Erdê gundan li gundîya parve dike.
3- Zewaca bêdil û girtina qelind qedexe dike.
4- Rê li ber sazkirina têkilîyên komelayetî li ser bingeha wekhevî û edaletê vedike.
5- Ji bo karên olî û çareserkirina pirsgirêkên gundiyan li her gundeki mescîdek vedike.
6- Ji bo çareserkirina meseleyên gund û gundiyan, di her gundekê da meclîsek ava dike.
7- Di bin serokatiya kesên berpirsyar da ji hemû eşîretan hêzên parastinê tomar dike.
Şêx Abdûlselam, xwediyê qerektereke milî, civakî, olî û reformxwaz bû. Reformên di dema wî de pêk hatine, ji alî Kurdan va jî bi cîh hatine.
Ji wan yek jî nêçîra ajalane ku, li herema Barzan neçîra ajalan hêjî qedexeye.
Şêx Ebdûlselam Barzanî di destpêka sedsala 20 an da serokatîya tevgera gele Kurd dike û li dijberî Osmanîyan derdikeve. Tevgera wî di sala 1913 an da têk diçe, ew derbasî Rojhilata Kurdistanê dibe. Deshilatdarîya Îranê wî digre û teslîmî Osmanîyan dike.
Desthilatdarên Osmanî Şêx Ebdûlselam Barzanî digrin, dibin Musilê û di sala 1914 an da li wir darda dikin.
Piştî şehîdkirina Şêx Ebdûlselam, birayê wî Ehmed Barzanî di 18 e saliya xwede dibê serokê eşîreta Barzaniyan û cîhê Şêx Ebdûlselam digre. Şex Ehmed Barzanî, ji daw û doza gelê Kurd dûr nasekine. Bi hêzeke xurt alîkariya Xoybûnê û serhildana Agiriyê dike. Piştî têkçûna serhildanê li çekdarên ku derbasî Îranê dibin, xwedî derdikeve. Ehmed Barzanî jî, ji bo milletê xwe gelek hizmetên bêhempa dike. Şex Ehmed Barzanî di damezrandina Komara Mahabadê da cîh digre. Piştî hilweşandina Komarê, di sala 1947 de tê girtin. Heta sala 1958an di zîndanê da dimîne. Piştî derketina ji zîndanê derbasî Iraqê dibe, di sala 1969 an da sedema giranî nexweşîyek giran li Bexdayê jiyana xwe ji dest dide.
Melle Mistefa Barzanî di sala 1946an da bi damezrandina PDK ê, heta dawîya emrê xwe, serokatiya partiyê û malbatê dike. Xebatê Melle Mistefa Barzanî ku ji bo gelê xwe kirîye, milletê kurd bi qedr û qîmet dizane û ewan herdem bibîrtîne. Melle Mistefa Barzanî di dîroka kurdan da bi herfên zêrîn cîhê xwe girtiye.
Piştî mirina Melle Mistefa Barzanî jî Mesud Barzanî cîhê wî girt û bû serokê partîyê. Mesud Barzanî, bi şagirtiya bavê xwe û bi perwerdeyiya malbatê mezin bûye.
Mesud Barzanî jî wesîyetê bavê xwe li erde nehîşt û bi salan ji bo daw û doza gele kurd xebitî û di nav şer da jîyana xwe derbas kir. Piştî azadbûna Herêma Kurdistanê wek serokê herêmê hate hilbijartin. Ji bo serxwebûna Başurê Kurdistanê biryara referandumê girt û bi serfirazî anî cîh.
Mesud Barzanî di warê dîplomasî û siyasî da ji bo serxwebûna Kurdistanê xebatê gelek balkêş kir. Ew xebatên bi qîmet, di pêşerojêda wê bibin sedema dewlet û azadiya milletê kurd.
Di dîroka Barzanîyan da taybetiyên bi malbatî zêdene.
Ji destpêkê heta roja îro, niştimanperweriya Barzaniyan berdewam e. Gava mirov di vî warî da lêkolînan dike, dibîne ku ew perwerdeyî û fêrbûn ji taybetmendiya malbatîyê tên. Salên 1870 yî û dema Şex Ebdûlselam Barzanî girîng e. Ew jî, ji avakirina medereseyan û perwerdeyîya malbatî ye.
Girîngîya rola medreseyan jî ji ziman tê. Di medreseyên Barzanîyan da ji bilî dersen olî, dersen din jî dihatin dayîn ku bi taybetî pirtûkê Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyra, Melayê Batê û Elî Herîrî jî dihatin xwendin.
Di medreseyên Barzaniyan da zimanê perwerdebûnê bi bi Kurdî bû. Quran, Hadîs û Kelam bi Kurdî dihatin teswîr kirin. Tesîra wan medreseyan îro jî tên dîtin.
Helbet li seranserî Kurdistanê wek malbata Barzanî, malbatên niştimanperwer gelekin. Ew jî wek malbata Barzanî di nav civata Kurdan da baş tên naskirin.
Hinek Kurd îro ji nezantiyê rexneyên bêbingeh li malbata Barzaniyan dikin. Ji ber ku ew ji dîroka xwe jî, ji dîroka malbata Barzanî jî hayîdar nînin.
Malbata Barzanî, di herdemê da bi hizrê Kurdistanî û bi niştimanperwerî rola xwe lîst.
Bawerî ewe ku, ji îro şûnda jî endamên malbatê yên civan jî bi kevneşopiya bav û kalên xwe ji bo Kurdistanek azad bi serkeftî xebatên xwe bidomînin.
29.03.2018