Ger wext hebe li ser kar bi rojan pirtûkên dîrokî, pîrtûkên bi mijar, pirs û meseleyên kêmnetewan, mafên mîrovî û demokrasiyê ve girêdayî mêze dikim, çend rûpel dixwînim û datînim alikî. Evaran jî ger bi dest bikevin pirtûkên cûda, pirtûkên sivik, roman, helbest, çîrok û bîranînan dixwînim.
Bi rojan tûrika xwe bi pirtûkên bi pirsgirêkên kurdeyetî ve girêdayî tijî dikim û bi şev û evaran jî bo tama jiyanê dest davejîm pirtûkên cûda.
Wê dawiyê du pirtûkên Bextiyar Ali ku bi zimanê Almanî derketîbûn min xwend. Lê Kurdiya wan nikarim, ber ku bi soranî ne û bi alfabeya erebî derketîne. Ev jî nîşan dide ku her çiqes em xwenda jî bîn, hên jî cahil û analfabet in û ji zimanê xwe bêpar in. Nikarin gor dilê xwe berhemên ji perçeyek, beşek din a Kurdistanê bixwînin û fêmbikin.
Sed sal in rewş ûsa ye. Ne em Kurdên Bakûrî dikarin pirtûkek Kurdî bi alfabeya erebî bixwînîn û tê bigên, ne jî Başûrî û Rojhilatî dikarin tama helbestên Cixwerxwîn an jî romanên Memed Uzun ku bi alfebeya latînî hatine nivîsandin, bigrin. Bêkes û Pêşew bo me Bakûriyan „biyanî“ ne, ber ku helbestên wan yên şîrîn û dewlemend, bi alfabeya erebî ne.
Pirtûkên biyanîyan, yên İngilîz û Almanan bo zimanek din an jî bo Kurdî tên wergerandin. Ev hewce ye. Lê çawa dibe ku pirtûkên Kurdî bo Kurdên perçeyên din bên wergerandin?
Edebiyat, wêje, dîrok û siyaseta me bi sê (3) alfabeyan tên nivîsandin û bi rêwa diçin; bi alfabeyên erebî, latinî û krilî. Ma neteweyek kû bi sê alfabeyên cûda tê perwerdekirin, wê çawa bibe yek û ji hevûdu fêm bike û zimanê xwe standarderize bike?
Rewşa ku em di nav de ne ev e. Em biyanî û xeribên ziman û xwişk û birayên xwe ne. Sed sal e, rewş hên jî nehatiye gûhertin.
Paşê di heman rôjê de du pirtûk bi postê ketin destên min. Yek ya Nadia Murad ya din jî ya kek İkram Oguz bûn. Dû wan jî min pirtûka Seher ya kek Selahattin Demirtaş peyda kir.
Di vê nivîsê de mijara me, pirtûka kek İkram e, Rêwiyê sed salên dawî ye û hên jî di dirb û rêyan de ye; ne rê qût dibe, ne jî rewş tê gûhertin.
Mijara Rêwî bo Kurdên me yên Bakûrî nas e û her yek ji me di vê pêwajoyê, prosesê de jî derbaz bûye. Ev çîrok, çîroka me hemûyan e; çîrok û dîroka me xizan û belangazan e; çîroka şeş-heft nifş û generasyonên şikestî ye, ku sed sal in di bin lepên Jon-Tirkan de, di bin nîrê Kemalist û nijadperestên Tirkan de dinalin e. Li aliyekî perwerdeyek bi zimanek biyanî û xerib li aliyê din jî dîn û baweriyek hezarûpencsed sal berê ku xeynî kitêbek, pirtûkek qet tiştek din nasnake û dixwaze bi vê civak û jiyanê dizany û kontrol bike û ser de jî bi zimanek ji me dûr û nenas.
Dema em çiroka Rêwî wergerinîn zimanek Ewropî, dibe ku kes li me bawer neke. Wê bên, ewqas jî nabe? Çawa dibe zarokek ku bi zimanê diya xwe heya heft an jî heşt saliya xwe mezin bûye ji nişka ve, bi rojekî ve li ser erda xwe, di nav bajar û gundê xwe dest bi perwerdeya bi zimanek xerib û biyanî bike?
Lehêngên me xeynî Nazmî Çawiş hemû jî Kurd in. Hinek şêx, melle û mixtar in, hinek jî wek mamosteyê me yê ji Qersê, ku bi eslê xwe Kurd e, lê ji Tirkan jî xirabtir û zalim e, ji eslê xwe fedî û şerm dike, di nav psîkolojiyek û kompleksek şikestî da ye.
Lehêngê me yê pirtûka kek İkram, Tajdîn e. Lê ne tenê Tajdinê belangaz e, em hemû ne, yên ku ji çerxa perwerdeya bi zimanê Tirkî derbaz bûne.
Kîjan ji me, ji bîst û bîstûpenc milyon însanan rojek bi zimanê xwe di dibistanekî Bakûrê Kurdistanê da perwerde bûne? Kîjan ji ewqes însanan bi darê zorê, bi cetwelên ku li ser tiliyên destên me bi hovane hatin û çûne, canê me ji me birine, Tirkî fêr nebûn?
Her çiqes ev çirok bi lehengê me Tajdîn ve hatiye girêdan jî, çîroka me hemûyan e. Ne tenê ya me Bakûriyan, ya Kurdên Rojava û Rojhilatî jî, yên ku rojek ji rojan bi zimanê xwe perwerde nebûne û bi destpêka dibistanê bi darê zorê zimanek biyanî hînbûn e û di nav travmayek bê mînak de mane.
Xwendina vê pirtûkê hem bo nifşên me yên ku hatine pêncî, şêst an jî heftê saliya xwe hewce ye, ji vê jî bêtir bo keç û xortên me yên kû nû bêjn dawêjîn elzem e. Ne tenê aliyê perwerdeya bi zimanê Tirkî, her ûsa jî bo fêmkirin, têgîhiştina bûyer û rûdawên salên şêstî heya darbeya leşkerî ya sala 1980an jî pêwîst e bê xwendin. Ev jî ne bes e, bona ku hîssiyata, hesta Kurdên ku ji Kemalist û nijadperestên Tirk jî bêtir Tirk in, bê fêmkirin, hewceye ku ev pirtûk bê xwendin û bê belav kirin.
Li ser darbeya 1980ê dora 40 sal derbazbûne. Wê demê bi sedhezaran Kurd û demokratên Tirk hatin girtin, ji dezgehên êşkendeyan de derbaz bûn. Bi sed hezeran Kurd ji welatê xwe rewiyan û xwe avetin Ewropa. Niha jî, ev çend sal in, em di pevajoyek ûsa de derbaz dibin. Niha jî girtigeh û zindanên dewleta Tirk bi welatparêzên Kurd ve tijî ne. Duh Kemalist li ser erk û hikûm bûn, îro nijadperestên Îslamîst. Kiryar heman kiryar e, qurbanî jî her Kurd in.
„Di şikbeyê da, di nav sedan kesan da, sê kesên ji sê neslên cûda…
Qasî ku nêzikî hev, ewqas jî ji hev dûr.
Qasî ku nas, ewqas jî ji hev ra xerib…
Şêx…
Mîrovekî oldar…
Karmendekî bajarî…
Mamosta…
Elî Riza…
Xizmetkarê dewletê…
Mîrovekî kin û qelew û pencê salî…
Û Tajdîn…
Xortekî karker…
Xortekî welatparêz…
Xortekî bist û du salî…“
Wek duh îro jî sê-çar nifş, generasyon di zindanan de ne. Ev e qedera me Kurdan. Dem û dewr derbaz dibin, lê zilm û zordariya dewleta Tirk li hemberî Kurdan her dimîne û berdewam dike.
Min rêwîya kek İkram xwend û jê tama hezar bostanan girt. Çûm salên şestî û heftê, bûm şahidê çandina tovên niştimanperweriyê. Zimanek zelal ku her însan dikare bi hêsanî bixwîne; zimanek paqij, kurmanciyek sivik, tesfirek xurt û bi hêz rêwî xemilandiye.
Dest xweş kek İkram Oguz, bo romana te ya nû. Rêwiyê te em hemû ne. Bi sedan salan diçîn, rê kêm nabe. Bona ku rê kêm bibe, pêwîst e em, ji dîroka xwe ders û ezmûnan derxin û bibin pire di navbera neslên cûda da. Ev jî bi riya nivîsandin û xwendinê dibe.
Rêwî ji aliyê Weşanxaneya Doz ve hatiye çapkirin. Ger du însan jî Rêwî peyda bike û bixwîne, mijar û naveroka wê li dor-berê xwe belav bike, Tajdîn jî, kek İkram û ez jî wê gelek bextewar bin.
Bona xwestin û têkiliyê: dozyayinlari@yahoo.com an jî ikramoguz@googlemail.com