Rexne pîvana pirrengî û pirrdengîya civatê ye.
Di civatên pêşverû da rexne û rexnegir di her xalî da xwedî rolekî mezin in.
Rexnegir azad, rexne bi rûmet in.
Civatên bê rexnegir û bê rexne, di her warî da civatên yekreng û yekdeng in.
Derîyê wan ji reng û dengên nû ra girtîne.
Ne bi rengek nû va dixemilin û diguhurin, ne jî bi dengekî nû va dikemilin.
Di civata da jîyan sipî û reş, raman qels û feqîr e.
Karên çand û hunerî karên vik û vala, xebatên zanistî xebatên badilhewa tên dîtin.
Pîvana mirov û mirovatîyê, xêr û gune ye.
Mirovên ku xwe xêrxwaz dihesibînin, jîyana xwe bi xewnên di derbarê dinya xwe ya wî alî derbas dikin û dest û pîyên xwe ji vê dinê dikşînin dinya tarî dikin.
Mirovên gunekar jî bi tirs û xofa dinya wî alî jîyana xwe diherimînin.
Jîyana ku dijîn jîyaneke derewîn, jîyana ku di xewnên xwe da dixemilînin, jîyaneke rasteqîn û bêdawî dibînin.
Roj û pêşeroja xwe didin alîkî û li pê xewn û xeyalên pûç û vala dikevin.
Sîyaset û tîcaret û îbadetê li hev diqelibînin.
Sîyasetê wek dîn, gotarên serok û rêberên xwe jî wek ayetên muqeddes dibînin.
Bê pirs û lêpirsîn partî û serokên xwe dişopînin û gotinên wan pêncwext dubare dikin. sîyasetê dinêrin û wek murîdên mumîn li pê partî û serokên xwe dimeşin.
Ji rexne û rexnegiran aciz dibin.
Rexneyan gune, rexnegiran gunekar dibînin.
Çavên xwe cot vedikin û li çepikan dinêrin.
Çepikan wek şekirê Şamê qebûl dikin û dadqultînin
Rexneyan tirş û tal dibînin û dev û rûyê xwe diqurçimînin.
Bi dengên çepikan sermest dibin û ji xwe ter in.
Li dijberî rexneyan derdikevin û dîn û har dibin.
Ji bo vê yekê ye ku di civatên paşverû da kesên li çepikan dixin pirr, rexnegir jî kêm in.
Ji ber ku çepiklêxistin karekî hêsan û erzan e.
Rexne karekî giran e.
Çepikgir bi rûmet ê.
Rexnegir jî bê qîmet e.
Sedem vê yekê ye ku tu ji bo kurdekî, an jî ji bo hêz û partîyekî li çepikan bixî, rêz û hurmetê dibînî.
Kêmasîyên wan nîşan bidî û rexne li wan bikî, bi gotinên tûj û erzan bersiva xwe distînî.
Dengê xwe bilind bikî hiş û aqilê xwe.
Bêdeng bimînî wijdana xwe wunda dikî.
12.11.2016
ikramoguz@navkurd.net