Roja 29’ê Cotmehê, li Amedê Komxebata Partiya Demokrat a Kurdistan hate lidarxistin. Ez jî têkilî wê komxebatê bûm. Min li ser kurtedîroka partîyên Kurd da axaftinek kir û ji bo partîyeke nû nêrînen xwe anî ziman.
***
Gelî hevalên hêja, em îro ji bo armanceke pîroz li bahevin.
Em jî wek hemû gelên cîhanê, dixwazin li ser axa xwe ya pîroz, azad û serbilind bijîn.
Mixabin, neyarên me pirin û bê wijdanin. Ew di her firsendêda, rê li me digrin û li dijberî gelê me, şerên qirêj û dijwar didomînin.
Îro jî li çaralî şer didome.
Lê Gelê Kurd tu car, serê xwe li ber zilm û zordariya neyarên xwe netewand. Bi sedan salane berxwe dide. Ji bo azadiya xwe her tim, lê rê û dirbên nû geriya û îro jî digere.
Gelê Kurd heta roja îro, bi dehan caran serî hilda, komel û partî damezrandin.
Ji bo vê yekê ez dixwazim, bi kurtî li ser partiyên Kurd û dîroka partiyên wan bisekinim.
Hûn jî baş dizanin ku, hîme partiyên Kurd ji vir 51 sal berê, bi damezrandina PDK-T va hate avêtin.
Di salên 1970’yî da jî, bi dehan partiyên din, li pêy hev hatin damezrandin.
Ew hemû partiyên Kurd, partiyên binerd bûn û ji bilî Partiya Demoqrat hemû jî partiyên çep û ideolojîk bûn.
Navê wan Kurd, zimanê wan Tirk bûn.
Armanca wan Kurdistanba jî, tenê Kurdistaneke sosyalîst dixwastin.
Sedem vê yekê, siyaseteke netew nedişopandin.
Xwe wek partiyên karker û xebatkaran bi nav dikirin û li dijberî hemû xalên civatê yên din, wek şêx û axa û aşîretan derdiketin.
Navên wan û rêvebirên wan Kurd, mixabin ew ji ruhê Kurd û Kurdayetiyê dûr bûn.
Sedem vê yekê wek partiyên marjînal man û perçe perçe bûn.
Ji wan hinek nav û hebûna wan bun dîrok, yên mane jî, bê hêz û bê tesîrin.
Ya ku hebûna xwe îro didomine û di nav gelda bi hêze, ew jî PKK ye, ku sedemê wê jî kûr û dûr in.
Gelî hevalên hêja,
Îro, ne dinya, dinya pênce sal berê ye, ne jî rojhilata navîn û Kurdistan.
Di nav, van salanda, di dinê da guhartinên gelek balkêş qewimîn.
Gelê Kurd jî, ji wan guhartinan para xwe girt.
Li Başûr 20 sal berê herêmeke federal ava bu, îro ber bi serxwebûnê diçe.
Li Rojava, başû çê, an jî xirab, bi navên kantonan rêvebireyeke Kurdan heye.
Li Rojhilat, tekoşîna gel didome.
Li Bakûr, siyaseta dewleta Tirk hate guhartin, îro gelê Kurd wek salên borî nayê înkarkirin û hebûn û tûnebûna wî nayê gengeşîkirin.
Qedexebûna li ser ziman û çanda Kurd, li Tirkiyê jî bû dîrok.
Partiyên ku, ji pênce salî virda wek binerd hatibûn damezrandin, îro bi navên xwe û bi bernameyên xwe, wek partiyên legal û vekirî, bi fermî ava dibin.
Bêgûman ev hemû guhartinên pozîtiv, guhartinên balkêşin, lê ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd ne besin.
Ji bo çareseriyeke bi rûmet, hê rêyeke dûr û dirêj li pêşîya meye.
Ji bo gihîştina encamê, di bin siya partiyekî bi her awayî Kurd û Kurdperwer, kar û xebat û tekoşîneke bi hêz lazim e.
Ji bo vê yekê jî, barê li ser milê me, îro bêtir girane.
Ji ber ku, hin bahaneyên ku, me dûh bi hêsanî dianîn ziman, bi van guhartinên balkêşva ji holê rabûn. Îro tu kes nikare ji bo xwe bahaneyên pûç û vala bibîne.
Weke mîsal:
Em wek duh, îro nikarin bibêjin, dewlet rê nade em sîyaseteke vekiri bikin û di nav gel da bixebitin.
An jî, em îro nikarin bibêjin, zimanê me zimaneke qedexe ye, em nikarin siyaseta xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bikin.
Ji bo vê yekê, barê me girane.
Lê tecrûbê û îmkanên me jî ewqas zêde ne.
Di warê siyasetêda, di warê çapemenîyê da valahiyeke mezin heye.
Mixabin em ji kesên, di TV, çapemeniyê da dixebitin û pisporin, em ji wan dûrin û bê xeberin.
Halbûkî em dikarin bi tecrûbeyên xwe, bi kar û xebatên xwe, vê kêmasiyê ji holê rakin.
Ew jî ancax bi gotarên nû û bi tevgereke nû va mimkûne.
Îro li Bakur bi dehan partiyên fermî hene û hemû jî, ji çavkaniyek tên.
Serok û rêvebirên wan ên duh jî, îro jî yekin.
Siyaset û tevgera wan a dûh û îro jî yeke.
Ferq tenê ewe ku, duh binerd bûn, îro jî sererdin.
Sedem vê yekê ye ku, nê pêşda diçin, ne jî yek nabe alternatifa yekê din.
Ji bo vê yekê ye ku pêwîste, em gaveke nû bavêjin û partîyeke nû ava bikin.
Partiyeke Çawa?
Îro bi dehan partiyên sosayalist û enternasyonalist, demoqrat û islamîst hene. Her yek girêdayî ideolojiyek û xaleke civakêne.
Di nav Kurdan da di warê siyasetê da kêmasiya Partiyeke lîberal û demoqratîk he ye.
Di gotina xwe da lîberal, di tevgera xwe da demoqrat.
Ancax partiyeke lîberal û demoqrat, dibe partiya karker û karmendan.
Dibe partiya jin û mêran.
Dibê partiya keç û xortan.
Dibê partiya şex û melan, axa û began.
Partiya ku tê da jin cîh negre, ew di serî da nivê civakê winda dike.
Partiya ku têda, keç û xort cîh negrin, pêşeroja xwe winda dike.
Ji ber ku jin nîvê civatê ye, keç û xort jî pêşeroja civatê ne.
Partiya ku tê da karker û karmend cîh negre, baskekî wê kêm dimîne.
Partiya ku tê da şex û mele, axa û beg cîh negrin, nabe partiyeke netew û partiyeke Kurd.
Partiyek ancax, bi pêkhatina hemû xalên civakê, dibe partîyeke girseyî û partiyeke bi hêz.
Ji bo partiyeke wusa jî, tecrûbêyên dîrokî, siyaset û tevgereke nû û kadroyên nû pêwîstin.
Bêgûman di warê tecrûbêyên dîrokî da kêmasîyek me nîne.
Hemû hevalên îro têkilî vê civînê bûne, hemû jî xwedî tecrûbeyên dîrokî û tekoşerên, hêja û bi rûmetin.
Lê ji bo alternatifeke nû, tecrûbe tenê ne besin.
Wek gotarên nû û tevgereke nû, rûyên nû, rûyên ku heta îro nehatine cêribandin, pêwîstin.
Bêgûman di nav gel da beranberiya her hevalekî heye, bi taybetî jî, hevalên meyên rûspîne ku tenê ne li ba me, di nav gel da jî, rûmeta wan zêdene.
Lê belê, gel îro wek gotar û tevgereke nû, li rûyên nû digere.
Heger ku em îro bi tecrûbêyên xwe, bi zanebûn û bi ray û ramanên xwe, rê û dirbên rast bidin ber hevalên xwe, yên nû û bi ruh û can bixebitin, ez bawerim emê di demeke kurt da alternatifeke nû ava bikin û bi ser kevin.
Îro firsend û îmkanên me zêdene.
Gere em gor şert û mercên îroyîn wan bi kar bînin.
Bi siyseteke nû û bi tevgereke nû, derkevin meydana siyasetê.
Di her xalên civatê da cîh bigrin û bi ruhê Kurdayetiye bixebitin.
Ji bo vê yekê jî, pêwîste berî her tiştî li bajar û navçê û gundan, yek bi yek bigerin. Xwe bidin naskirin, bi rengên xwe, gotin û daxwazên xwe, bi dilsozî, pêşkêşî millete xwe bikin.
Daxwaziya millet, bidin berçevê xwe û bikevin nav tevger û xebatan.
Ancax wê deme, em dikarin bi hêsanî bibêjin, îro roj roja kar û xebatê ye.
Ji bo vê yekî jî partiyeke lîberal…
Partiyeke demoqrat…
Partiyeke Kurd û Kurdistanî pêwîste.
Ew jî bi tecrûbeyên dîrokî, bi siyaset û kadroyên nû va, PDK bi xwe ye…
Amed, 29.10.2016