Dîrok, çîroka serdestan e.
Gelên serdest dîroka xwe gor çîrokên serkeftinên xwe dixemilînin û dinivîsînin.
Di dîroka wan da têkçûn, tirs û rev cîh nagre.
Tê da tenê şerê mêranî û mêrxasî he ye.
Ji ber ku têkçûn û rev para binketîyan e.
Sedem vê yekê ye ku, gelên serdest bi dîroka xwe va iftixar dikin û gor wê li pêşeroja xwe digerin.
Gelên bindest, gelên ji dîroka xwe bêhayîdar jî, di dîroka serdestan da li paşeroja xwe digerin.
Gor tarîfa serdestan xwe dinasin.
Ji paşeroja xwe diqahirin, pê xemgîn dibin.
Ji koka xwe, ji mîratên bav û kalên xwe, ji ziman û çand û hûnera xwe dûr dikevin.
Di nav lep û gepên serdestan da pîran pîran dibin.
Car caran di navbera xwe da şirîgtayîyek bibînin û bi hev ra tevbigerin jî, pirrî caran bi gotinên serdestên xwe dixapin û ji hev dûr dikevin.
Wek paşeroja xwe, pêşeroja xwe jî winda dikin.
Bê rê û rêbaz dimînin.
Rewşa Kurdên çaralî û çil mîlyon jî rewşeke wusa ye.
Kurd wek hemû gelên bindest ji zimanê xwe dûr in.
Ji çand û hunera xwe dûr in
Ji dîroka xwe bêhayîdar in.
Hinek bi biratîya olî xapîyan û murîd û kole man.
Hinek jî bi biratîya gelan xapîyan û hêsîr belengaz man.
Sedem vê yekê ji xwe û ji dostên xwe dûr ketin.
Bi neyarên xwe ra bûn heval.
Rûmet nedan rêber û lehengên xwe.
Guh nedan nedan şair û nivîskarên xwe.
Ji gotinên Feqîyê Teyran, Pîremêrd û Ehmedê Xanî mahrûm man.
Di bin lingên Tirk û Ereb û Eceman da pelixîn.
Li Bakûr û li Başûr…
Li Rojhilat û li Rojava…
Îro jî wek her demj i hev dûr û ji hev têr in.
Ne yek li kirinên yekî dinêre.
Ne yek guh didê gotinên yekî din.
Her partî û her serokek serê bendekî girtîye û ber bi xwe dikişîne.
Mixabin serê alîyê din di destê kê û kî da ye, haya kesî jê nîne.
Dema ku kurdên welatperwer daxwaza yekitîyê û serxwebûnê li wan bikin…
Dibêjîn:
„Hûn bêalî û sêwî ne!“
Dema ku dostên wan destên xwe li wan dirêj bikin.
Dibêjin:
„Hûn ji me dûr in, em gelên çaralî va cînarên dîrokî ne.“
Cînar çi dikin?
Li rûyên wan dikenin, li pişta wan bi dek û desîseyan, rê û dirban li ber wan digrin.
Pergala wan bela dikin.
Li seranserî Kurdistanê daw û doza mîratgirîyê dikin.
Xwînê dirijînin.
Îro jî axa Kurdistanê bûye qada şer.
Li çaralîyên Kurdistanê xwîn dirije.
Gund û bajarên Kurd wêran dibin.
Kurd ber xwe didin, bi tekoşerî şer dikin.
Lê belê jibo serkeftinê şer û şerwanî jî bi serê xwe tenê ne bes e.
Sîyaseteke bi huner û daxwazeke netew pêwîst e.
Ew jî di van gotinên Ehmedê Xanî de veşartî ne…
„Ez Kurd im, çîyayî me û kenarî
Van çend peyvên min ên Kurdewarî
Îmza bikin ji kerema xwe, bi qencikarî
Û bi guhê însafê li wan bikin guhdarî“
Anaxtar ziman e û di destê her Kurdekî da ye…
25.10.2016
ikramoguz@navkurd.net