Qedera kurdan e, cark ji serî da reş hatîye nivîsandin.
Ne di rojekî da û ji nû va tê nivîsandin, ne jî bi hêsanî tê guhartin.
Ji bo vê yekê, berî her tiştî, hîmên netewî, dû ra jî îradeyeke xurt û zanyarî pêwîst e, ku ew jî îro li ba kurdan ya nîne. Ger ku hinek tişt hebîn, ew jî kêm û sistin û ji bo guhartina qedera reş jî ne bes in.
Dema ku mirov li dîroka kurdan dinihêre, dibîne ku ew di hemû deman da li pê neyarê xwe çûne û gor daxwaz û berjewendîyên neyarê xwe kar û xebat kirine, ku îro jî dîsa ji bo kara wan dixebitin.
Kurd bi sedan salan di bin bandora Tirk, Ereb û Eceman da man, ji bo serkeftina Îslamê çek û rextên xwe girêdan, şûrê xwe kişandin û şervantîya olî kirin. Pirîcaran bi ser ketin, li pêşîya Tirkan, Ereb û Eceman şer kirin û ji wan ra rê vekirin.
Tirk, Ereb û Ecem di wê rê da pêşda çûn, bi fêl û fêlbazîyan ji xwe ra dîrokeke fermî nivîsandin, kurdên di wê dîrokê da cîh girtibûn, ew jî gor dilê wan, di wê çîrokê da hatin binavkirin.
Di çîroka wan da Selehaddînê Eyûbî wek Tirk, Mewlana Xalid wek Ereb, gelê Kurd jî wek xulam û xizmetkar cîh girt.
Trik û Ecem, bi nakokîyên olî, Kurd di nav xwe da parva kirin. Hinek Kurd li pê Yavuz Sultan Selim çûn, hinek jî li pê Şah Îsmail…
Kurd bi salan di navbera şerê Osmanî û Farisan da man, li ser navên wan bi hev ra şer kirin, xwîna hev rijandin.
Di encama şer da Yavuz Selîm û Şah Îsmail li hev hatin û axa Kurdistanê di nevbera xwe da parvekirin. Kurdên ku li ser navên wan bi hev ra şer dikirin û xwîna hev dirijandin, ew jî di bin bandora herdu dewletan da sêwî û belengaz man.Ev sêwîtî û belengeazîya wan bi sedan salan kudîya.
Bi demê ra dinya guherî…
Herdu dewletên dagirker hilweşîyan…
Hemû gelên bindest hişyarbûn, ji bo xwe dewletên neteweyî ava kirin…
Lê Kurd carek din dîsa xapîyan û sêwî man…
Kurdên ku ji xewa mirinê hişyar bûn, wan jî dest ji Îslamê berda û li pê namûsa sosyalîzmê ketin. Bi salan şervantîya ji bo serkeftina sosyalîzmê kirin, bav û kalên xwe dan alîkî, li pê Lênîn, Stalîn û Mao çûn.
Qedera gelê Kurd bi pêşeroja Çîn û Uris va girêdan, di bin ala enternasyonalizmê da cîhê xwe girtin û roj bi roj ji nasname û zimanê xwe dûr ketin.
Sosyalîzim li Uris û li Çîn û Maçînê bû dîrok, enternasyonalîzma wan bû nasyonalîzim, dîsa jî Kurd hê nebûne Kurd…
Kurd îro jî li Tirkîyê û ji bo tirkan şerê demoqrasîyê dikin.
Dewleta Tirk li welatê xwe, ji bo gelê xwe pirê çêdike û navê ecdadê xwe, Yavuz Sultan Selîm lê dike. Kurdên Elewî îtiraz dikin, ku ew çima navê qatîlê wan li pira xwe dikin.
Ev ji bo Tirkan şermezarîyeke mezin e, lê mixabin qatîlê Kurdên Elewî ne tenê Yavuz e.
Li Koçgirîyê û li Dêrsîmê Mistefa Kemal e, Îsmet e, Celal Bayar e, Sabîha ye…
Li Meraşê, li Meletîyê û li Sêwazê Demirel e, Ecewît e, Turkeş e…
Li Roboskîyê Erdoxan e…
Ji Çaldiranê wir da hata Roboskîyê qatilê kurdan yek e, ew jî, Dewleta Tirk bi xwe ye…
Heger mirov vê rastîyê bide alîkî û ji rêvebiran yekî tenê nîşan bide, ne tenê qatîlê xwe, xwe jî înkar dike…
Loma pirsgirêka kurdan îro ne tenê pire û navê pirê ye.
Pirsgirêka Taksîmê jî wusa ye…
Dewleta Tirk li bajarê Stenbolê, li Taksîmê sê daran jêdike û li wir qişla ku ji sed salan berê ji alî bav û kalên wan va hatîye çêkirin, ji nû va ava bike, ji Tirkan zêdetir Kurd xwe davên ber birekê…
Li alîyê din dinihêrî, şerê kurdan rawestîya, çekdarên Kurd kom bi kom ji axa xwe dikişin û derbasî bin xetê dibin. Dewleta Tirk çi dike, dar û berên ku hata îro mane, wan jî dibire û di şûna wan da qereqolên nû ava dike. Xêncî çend jinên Kurd ne ji kurdên ku li Taksîmê nobedarîyê dikin û xwe davên ber birekê, ne jî ji tirkên natûrist ti dengek dernakeve û bilind nabe…
Halbukî yê ku biryara birîna darê Taksîmê daye jî Erdoxan e, yê ku li Hakarîyê dara dibire û şûna wan da qereqolên nû ava dike jî dîsa Erdoxan e…
Sedem wê yekê ye ku îro li Taksîmê derdê tirkan ne birîna dar û beran, ne jî demoqrasî ye…
Tirk ji bo desthilatîya dewleta xwe bi hev ra dilîzin, Kurd jî kar û barê xwe dane alîkî û ji bo lîstika wan a bi navê demoqrasîyê şûrê xwe dikişînin…
01.06.2013
ikramoguz@navkurd.eu