Kurdên Bakur di rojên 15 û 16yê Hezîranê da li Amedê bi navê Konferans a Neteweyî konferansek li dar xistin.
Ji sosyalîstên Kurd hata dîndarên Kurd, berpirsîyarên partî û komelan û şexsîyetên serbixwe beşdarî konferansê bûn.
Bêguman weke hercarê û li herderê, beşdarvanên konferansê li Amedê jî ji bo pêşeroja gelê Kurd daxwazên xwe anîn ziman, li ser tekilîyên xwe û pêvajoya îroyîn axifîn, dewleta Tirk rexnekirin û di dawîya konferansê da jî encamnameyek nivîsandin. Encamnameya wan dûr û dirêj di çapemenîya Tirk û Kurd da hat weşandin.
Mixabin daxwazên wan jî, axaftin û encamnameya wan jî weke hercarê îjar jî bi zimanê Tirkî bûn.
Bi rastî daxwaz û biryarên wan jî naveroka dencamnameya wan jî zêde min eleqeder nake. Ji bo min di wê konferansê da kêmasîya herî girîng ew e, ku di şert û mercên îroyîn da jî Kurdên Bakur hê ji ruhê urdayetîyê dûr in û di alî ziman da jî hê sêwî û belengaz in.
Loma daxwazên wan jî sîyaseta wan jî ne zelal e…
Jiber ku laş Kurd, mêjû Tirk e…
Laş li alîkî diçe, mêjû wî ber bi alîyeke din dikişîne…
Ev sîyaseta wan ya şelû jî ancax bi bikaranîna zimanê wan ê zikmakî va zelal dibe…
Cîhê bila bê sebep negotine, ku:
„Ziman, xwarinên ji destê dayika mirov e,
Ti car û ti dem tahma xwe winda nake…“
Di warê ziman da mirov sêwî bimîne jî wê tamê ti car ji bîr nake.
Her çiqas bi zimaneke bîyani biaxife û binivsîne jî, ji wan tahma zimanê dayîka xwe nastîne.
Ew peyvên bîyanî wek xwarinên bê xwêy û tisî di qirikan mirovan da dimînin û merîya difetisînin.
Herçiqas bibêjin sêwîtîya ji ziman bextreşîya kurdan be jî, ger ku mirov bixwaze di dawîya emrê xwe da jî dikare bextê xwe yê reş bûguherîne.
Bes ku ji bo vê yekê xwedî biryar û îradeyek xurt be…
Lêbelê Kurdên Bakur herçiqas xwedî doz û dezgeh bin jî, ew di warê ziman da hê tî û birçî, belengaz û sêwîne.
Loma ne çavê wan ne jî zikê wan têr dibe…
Di jîyana xwe ya rojane da zikê xwe têr bikin jî, çavê wan birçî dimîne, ku sedemê wê jî bindestî û koletîya wan a ji ziman e.
Di jîyana xwe ya rojane da ji gelek tiştên xwe derbas dibin, lê ti car ji axaftina xwe ya bi Tirkî nabin.
Ji bo şêx û tarîqatên xwe canê xwe didin, lê ji bo hînbun û bikaranîna zimanê xwe yên zikmakî, di rojê da pênc xulekên xwe xwe jî feda nakin.
Ji bo doza Kurd û Kurdistanê derdikevin serê çîyan û şerê çekdarîyê dikin…
Hevalên xwe yên ku ji derveyî Bakurê Kurdistanê ra jî Tirkî diaxifin û bi destê xwe asîmîle dikin…
Li alîkî ji bo azadîya kurdan sîyasetê dikin, li alîyê din jî kîngê rastî nivîskareke Kurd werin, dest bi rexneyan dikin û dibêjin heval; „nivîsên bi Kurdî kêm tên xwendinê, cîhê bîla bê sebeb xwe newestînin…“
Daw û oza perwerdeyîya zimanê zikmakî ji dewletê dikin û çalakîyan lidardixînin, lê di wan çalakîyan da jî zimanê neyarên xwe bikartînin.
Dema ku di tekoşîna gelên bindest da girîngîya zimanê zikmakî were rojevê, piranîya Kurdên Bakur xwe enternasyonalîst û sosyalîst bi nav dikin, hînbun û bikaranîna ziman girîng nabînin.
Bi vê yekê jî nasekinin, dibêjin „zimanê zikmakî ji bo jîyaneke azad û bi rûmet ewqas girîng jî nine…“
Dû ra jibo piştrastkirina vê gotinê bi hezaran teorîyên jibîrkirî li pê hev rêz dikin û mêjûyê merîya dilçelqînin.
Loma, bi salane li dijî dewletê şer dikin, lê dîsa jî ew ji bo xwe dewleteke neteweyî naxwazin. Jiber ku piştî avakirina dewleteke neteweyî, ji wê dewletê ra zimaneke fermî pêwîst e.
Ji bo perwerdeyîya zarokan…
Ji bo weşana rojname û televîzyonên neteweyî ziman pêwîst e.
Ew ziman jî zimanê zikmakî ye, ku Kurdên Bakur jî ji wî zimanî bêpar in.
Loma, ew jî wek rêya kese, bi van gotinên van kin û erzan, „em dewleteke netewe naxwazin…“ dibêjin û cila xwe ji awê dertînin…
Ger cku il jî di nav avê da hê nerizyayî be!
23.06.2013
ikramoguz@navkurd.eu