Di salên derbasbûyî da, li herêmek Kurdistanê di navbera mirovek binkî (yêrli) û mihacirek da pevçûnek derdikeve. Piştra hemû bankî û mihacirên wê herêmê dibin neyarên hev. Yê ku hevdu nas bikin û nekin, hemu bankî û mihacirên wê hêlê bi hevra neyartîyê dikin. Mihacir kêm bankî jî zêde bûn ku, mihacir ji bankîyan jî ditirsîyan.
Ew mesela ku di navbera bankîyan û mihaciran da qewimî bû, wusa belav bibû ku, bankî dema derdiketin rêwîtîyê perçeyek kulav digirtin ba xwe û bi wî perçê kulav nêçîra mihaciran dikirin. Heger kesên bankî li ser rêyekî rasti mirovek xerîb bihatana, perçê kulav ji berika xwe derdixistin û ravayê mirovê xerib didan û jê dipirsîn. Heger bersiva wî kulav ba mesele tune bû, lê bersiv kulêv ba, bankîyan fêm dikirin ku ew mihacire û heqê wî jî kuştine.
Ew şerê ku di navbera bankî û mihaciran da derketi bû, bi salan kudîya. Di wî şerî da gelek kes hatin kuştin an jî birindar bûn. Gor bankîyan hemû mihacir neyarê wan bûn, gor mihaciran jî hemû bankî neyar û kujer bûn. Salan şûnda mihacir û bankîyan xeletîyên xwe dîtin û li hev hatin. Lê mesela kulav û kulêv hê jî li wê heremê wek çîrok tê vegotin.
Ew nexwazî û neyartî, îro di navbera hemû Kurdan da bi rewşekî cûda didome û roj bi roj alava wî gurr dibe û zerar û zîyana wî dighîje hemû Kurdan.
Ev nexweşî di navbera hêzên Kurd da jî roj bi roj zêde dibe. Ne hêzek rastîya hêzekî din qebul dike, ne jî xetayên xwe hebe, dibîne. Her hêzek, xwe weke hêzekî herî mezin dihesibîne û gor wê propaganda xwe dike. Lê ev ne tiştekî acêb e, mirov bi awayekî wan fêm dike ku ev sîyaset e. Sîyaset, wek yekoyek nebe jî, li hemû civatê din jî cûda nîne.
Lê ev nexweşîya ku di navbera rewşenbîr û hunermendên Kurdan da he ye, mirov wî fêm nake.
Heta roja îro nehatîye dîtinê ku, rewşenbîrekî kurd xênjî xwe kesekî din wek rewşenbîr bibîne. Mixabin her kurdekî xwendewar xwe rewşenbîr dihesibîne.
Hunermendên Kurdan jî wusa nin. Weke mînak, kî di cemaatekî da kilamek bistirê, xwe wek hunermendêkî bi nav û deng dihesibîne û hunermendîya tu kesî qebul nake.
Tu kes li rastî û zanînê jî nanêre.
Gotin, eger wî gotibe, rast e.
Huner, heger bi kirina wî be, huner e.
Ji vê nexweşîyê ye ku îro di jîyana me hemû Kurdan da tu pîvanek hevbeş nîne.
Ev bêpîvanî di warê rêzimana Kurdî da jî hê didome. Yên ku bi kurdî dinivîsînin, gorî dîtina xwe, an jî gor kurdîya herêma xwe qeydeyek derdixin û xwe wek otorite îlan dikin.
Loma, ne tu kes rojnama kesi dixwîne, ne hunermendek xencî xwe guhdariya hunermendekî din dike, ne jî nivîskarek tenezulî xebatên niviskarekî din…
Gor pirranîya nivîskaran, hemû niviskarên din pirtûk û berhemên xwe an ji hin kesan dizîne, an jî naveroka wan wik û vala ne.
Ji bo vê yekê ye ku, heta nûha yekitîyek netewî di navbera nivîskar û hunermend û rewşenbîran da jî çênebûye, ji vir şûnda jî bi hêsanî çênabe. Ew sazî û dezgeyên ku heta îro hatine avakirin, ew jî, yekalî û yekrengi ne…
Ez bawerim yekitîya ku di vî warî de were sazkirin, ne tene li ser hêzên Kurd, ewê li ser Civata Kurd ji tesireke baş çêbike û wê di her xalî da Civata Kurd pêşve bibe.
20.03.2004
ikramoguz@navkurd.eu